Nûrsî yekem zanayê ku daxwaza vekirina zanîngehan kiribû li Kurdistanê

Nûrsî yekem zanayê ku daxwaza vekirina zanîngehan kiribû li Kurdistanê

 Seîdê Nûrsî yekem ronakbîrê Kurde daxwaza vekirina zanîngehan li Kurdistanê kiriye

Bedîuzeman Seîdê Nûrsî çawa Pîremêrd nas kir û bû hevalê wî yê nêzîk?!

Nivîskarê Kurd Merîwan Mesûd gotarek taybet li ser ronakbîr û minewerê Kurd (Bedîuzeman Seîdê Nûrsî) ye nivîsandiya û di rojnameya Kurdistanî Nwê ku li bajarê Silêmaniyê bi zaravayê Soranî tê weşandin belav kiriye.

Merîwan Mesûd weha nivîsiye: "Bi qasî ku min lêkolîn kiriye, pirraniya rêber û serkirde û kesayetiyên navdar ên kurd pêşengiya şoreşan kirine ku xwediyê paşxaneya olî ye,heta niha karê zêde li ser aliyê olî ya van kesan hatiye kirin û kêmtir mijarên Kurdperwerî, niştimanperwerî hatine behs kirin ku li ser wan hatiye nivîsandin. Minewerê Kurd yê ku daxwaza vekirina zanîngehan li bajarên (Bidlîs, Wan û Diyarbekirê) ên bakûrê Kurdistanê jîriya Seîdê Nûrsî yê Meşhûr bûye.

Yek ji wan kesayetiyên ku vê carê dê bibe mêvanê Rojnameya Kurdistanî Nwê , (Bedîuzzeman Seîdî Nûrsî) ku li gel pîroziya Îslamê, netewe û miletê xwe ji bîr nekiriye, di dema ku rewşa malbata Seîdî Nûrsî di warê aborî de gelek baş bûye û xortekî jîr bûye , ji ber wê yekê jî di 14 saliya xwe de bawernameya zanistên îslamî bi dest dixe. Ew hertim xema ziman û çand û netewa xwe de bû. Hindek ji dîroknas bi serbilindî jê re dibêjin (Seîd Kurdî an Nûrsiyê Kurdî an jî Seîd Meşhûr) xema herî mezin a Nûrsî ew bû ku nikarîbû bi Kurdî û Tirkiya Osmanî binivîsanda, nemaze bi Tirkiya Osmanî, ku ji bo rewşenbîrên wê demê girîng bû ku bizane. Ji ber wê yekê hertim ronakbîr û siwarê di biwarê ronakbîriya Kurdî (Pîramîrd), ku di serdema îtihad û tereqiyan de li Stenbolê heval û hevalbendê zindanê bûne, lê belê Seîdê Nûrsî di temenekî mezin de fêrî ziman û nivîsîna (Turkiya Osmanî) dike başê yekem gotara xwe a bi zimanî Kurdî di rojnameya (Teawin û tereqî ya Kurdî) bi navûnîşana (Ey Gelê Kurdan) dinivîse ku gotareke temam nîştîmanperwerane bûye.

Dildarê ziman û neteweyê bû

Seîdê Nûrsî gelekî dilsozê miletê xwe bû , ji bo ku zimanê miletê xwe neyê tunekirin, digot.

 (Min derdê kurdên li Kurdistanê dijîn didît û fêm kir ku bi zanistên nû rûyekî bextewar ê dinyaya me bi zanistên nû yê vê seremê çêdibe.  Alim dê yek ji çemên zelal ên vê zanistê bin û çavkaniya din jî bêguman dê dibistanên olî bin, da ku zana û alimên olî xwe bi zanistên nû vebigirin ji ber ku desthilatdariya kurdî di destê zanayan de ye).

Yanî Badîûzeman ji bîr nekiriye ku li kêleka erka olî divê pirsgirêka ax, netewe û ziman jî neyê jibîrkirin ji ber dibêje: (Desthilatdariya Kurd di destê aliman de ye).

Nûrsî ku ji xortaniya xwe ve gelekî jîr bû, di xema zimanê kurdî de bû, ji ber wê jî dê xwediyê projeyeke mezin dibe ji bo vekirina zanîngehekê li Kurdistanê. Wî navê zanîngeha xwe jî Zanîngeha Zahra lê kir. Ev hewldan dema ku Nûrsî di dawiya sedsala 19`em û destpêka sedsala 20-an de, di wê serdemê de şoreşeke zanistî ya berfireh li Rojava (Ewropa) destpê kir, ku wî zû pê hesiya û xwest ku Kurd bi vê pêla pêşketinê re bimeşin.

Seîd Nûrsî venaşêre ku dibistanên olî û Hucre bi giştî, ji ber ku ew perwerdehiya hevdem li xwe negirtiye ew nikarin hebûna xwe biparêzin û bi kurtasî dê serwerî û bandora xwe ya berê winda bikin. Ji ber wê bi dîtina wî dive li hemû devereke Kurdistanê, desthiladar û zanayê olî hewl ji nbo vekirina xwendingehan yan zanîngehan bidin, ku wî dixwest zanîngeha bi nave (Zehra) ve û şaxên wê li hemû bajarên Kurdistanê hebin.

Bîrûkeya zanîngehê li başûrê Kurdistanê jî belav bû, Şêx Mehmûd Hefîd jî xwest mizgefta mezin a bajarê Silêmaniyê weha lê bike û melayê mezin yê Koyê û heta Mistefa Zelim jî xwest zanîngehê ava bikin.

Hewlên Seîdê Nûrsî li ser kaxezê namîne û di sala 1908an de li ser navê kurdan ji rayedarên dewletê yên wê demê li Stenbolê re peymanek îmzekirî dişîn û têde daxwaza vekirina zanîngehê dike û li bajarên Bidlîs û Wan û Diyarbekirê li bakûrê Kurdistanê bên vekirin û xwe bi wekîlê hemû Kurdistanê dide naskirinê.

Pîremêrdê mezin û hevalîniya Nûrsî

Di destpêka vê gotarê de me behsa hevaltî û nasîna Seîd Nûrsî û Pîremird kir. Helbet dema ku Pîramird vegeriya Silêmaniyê û dest bi weşana rojnameya (Jîn)ê kir, wî çend gotar li ser Badîuzzeman Seîd Nûrsî nivîsa xwe ya navdar li ser yekemîn hevdîtina xwe nivîsand.

Hevaltiya Pîremird û Seîdê Nûrsî heta roja dawî ya wefata wî berdewam kir, herçendî yê pêşî li Silêmaniyê û yê duyem li Stenbolê bû, lê têkiliya wan bi hev re domandin.

Nivîskar: Merîwan Mesûd

XELAT/ Wergerandin: Dawûd Çîçek