Rêwîtiya Berf û Berf ji Parîsê heta bi Dêrsîmê
Nivîskar: Aynur Aras
Rêwîtiya min..Berf û Berf ji Parîsê.
Me berdewamî kir bihetanî Dêrsîmê.
Dem êvarî bu em pêyayê keviya Çemê Munzur bun.Piştî wê rêwîtiya dirêj û westandî bêhna qehweya dinav herdu destên min de mêjî zelal dikir.
Min bi çar çev û heft dilan va li hêrikîna Munzur temaşe dikir.Dil dikeliya du cihokên kelî diherikîn dolbenda gerdenê şil dikir.
Min got Munzur tu biqasî mezin û zelalî,
çima ewqas jî bêxof û bêdeng diherikî..?
Got “guh mede rengê mînê zelalî..ew hesrên bêdeng ên ji çavên te diherikin..ma ne jiber dîroka rêşwergirtiya 1937 û 1938.
Keça ji Warê bêwaran tu îro hatî mêvandariya min digirî.Lê xofherikîna min pêr û baskên min ji wê dîroka destnîşankirî de şikandin.Bêjê min mêvana ji xerîbiyê hatî kê diye û bîna ye Çemekî mînanî min li kêdera dinê de hatiye dîtin bi rengê sohr biherike.
Pêlên min ji zarokên çil rojî bihetanî kal û pîrên nohd salî pêlav dikir. Tu li bejin bala min mêze dikî digrî. Lê bêhn..?Behna sêvan..bêhn û rengê min û bêhna Helepçe..! “
Roja dinê serê sibê min got bila dilê Pîrê min xweş be min bi cil û bergên ji Wargeha Pîro xwe ediland.
Çum gel Pîro min got Pîrê min min keda xwe da pişta xwe dilê xwe kir hemêza xwe hatim tuafa te keda xwe pêşberî te kim û dil dinava kefa destên te kim.
Bibaweriya da te serî ji kesira danenî..tu ê rênedî da ev dilê ewqas hatî êşandin êdî bêt şerjêkirin.
Çend carîn li dora bejin bala Pîrê xwe fitîlim..min dest da ser destê Pîrê Seyîd Riza.
Min got ji min ra bêje kelamek û şîretekî Pîrê ji wargeha Çiyayî serî dinav ewrên asîman delav û dehlên reza.
Got”mêvana ji Serhedan bihetanî Swêdan ê Berf û Berfa saza.
Eferim keça zimanzikmakî hez û şopînera dîroka xweyî pîroza.Serê xwe bilind kexar meke gerdena xweyî qaza.
Lawo heyam li me heyama van payîza emanetê te ên te kir kefa dest ji îro pêda wên di ewlehî yê da bin di nava dilê Pîrê teyî Seîd Riza..”
9/11/2024
XELAT