Xwendinek Perweredeyî ji bo Çîrokên Gelawêj Xanimê

Xwendinek Perweredeyî ji bo Çîrokên Gelawêj Xanimê

Xwendinek perweredeyî ji bo çîrokên Gelawêj Xanimê a taybet bi lawan û keç û xortên ciwan, nûtirîn lêkolîne ku taybete bi edebiyata Gelawêj Xanimê.

Ev berheme ji nivisîna mamosta (Mehmûd Bacelan) e, pirtûkekî cudaye ji dîtin û nêrîn û hûrbûn ji naverokê û rûxsarê nivîsînên nivîskar û romannivîs Gelawêj Xanê.

Dr. Jîno Ebdula li bordê malpera elektronî ya Gelawêj Xanimê, ragihand ku, ev berhem nerîneke nû ye li ser şîrovekirina çîrok, roman û nivîsandinê, bi taybetî yên ku ji bo zarok û xortan hatine nivîsandin girîngiya vê pirtûkê ew e ku xalên cewherî yên bingehîn ên çîrokên ku Gelawêj Xanimê ji bo xortan nivîsandine bi cidî hewl daye bi wê riyê nêrîn û peyam û wan armancan bîne cih ku arasteyekî pozetîv ji bo xort û keçên ciwan bike û ew biha û reftaran bipejirîne ku takekî hişyar û mêjî vekirî ava bike.

Dr. Jîno Ebdula behsa wê yekê jî dike ku, nivîskarê pirtûkê Mamosta (Mehmûd Bacelan) bi hûrgilî tiliya xwe daniye ser xalên derûnî û perwerdeyî û pîskolojî  yên çîrok û romanan, ewê ku behs kiriye hebûna wan çîrokan û pirtûkên Gelawêj Xanimê ne ku çawa bi mebest bal kişandiye ser çendîn aliyên jiyana keç û xortên ciwan û genc û jin û pêşerojê û niha de.

Ev pirtûk yek ji berhemên nû yên çapkirî ya borda WebSit`a xatû (Gelawêj) e û di dahatiyeke nêzîk de wê bi merasîmekê bê nasandinê.

 

XELAT