Civak û zanîna ji nezanîbûnê…

Civak û zanîna ji nezanîbûnê…

Civak û zanîna ji nezanîbûnê…

Nivîskar: İkram Oguz

Di dema xwendekarîya min a liseyê da cînarekî me hebû.

Mirovekî zana û têgihîştî…

Di kargeheke dewletê da dixebitî û bi tena serê xwe dijîya.

Lêbelê mala wî ji mêvanan vala nedibû.

Hinek hevalên wî yên nêzîk, her roj neba jî di heftê da çend caran dihatin mala wî. Li dora maseya wî ya çargoşe rûdiniştin û bi hev ra lîstîka bi kaxizan dilîstin.

Lîstik diqedîya, yên serketî bi ken û henek qilfê xwe bi têkçûyan dikirin û dû ra xwe di nav sohbeteke kûr û dirêj da didîtin.

Ez jî carînan diçûm ba wan, li lîstika wan bi ken û henek temaşe, li sohbeta wan a sîyasî jî guhdarî dikir.

Di mala cînarê me da tişta ku herî zêde bala merîya dikişand, ew jî pirtûkxaneya wî ya dewlemend bû.

Di wan salan da jixwe navê înternetê nedihat zanîn, televîzyon jî ji yek kanalê dewletê pêk dihat, ku weşana wê jî reş û sipî bû.

Di mala cînarê me da televîzyon jî tune bû.

Radyoyek wî hebû, dengê radyoyê jî ti car nedihat birrîn.

Kîngê biçûyama mala wî, min ew li ser palgehê rûnişakandî didît…

Pişta wî li paldankê û lingên wî jî li ser palgehê dirêjkirî…

Guhê wî li dengê radyoyê, çavê wî ji li ser rûpêlên pirtûkeka ku di destê wî da…

Girîngîyeke zêde dida xwendinê û ji xwendevan û xwendekaran jî hez dikir.

Pirtûkek bixwenda û lê xweş bihata, pesnê wê dida ji kesên derdora xwe ra jî ew pêşnîyar dikir.

Ji hevparê pirtûkxaneya wî yek jî ez bûm.

Di dema xortanîya xwe da min gelek romanên klasîkên cîhanê ji pirtûkxaneya wî girtibû û xwendibû.

Cînarê me mirovekî çepgir û demokrat bû, lêbelê ji hêz û partîyan dûr disekinî û di nav sîyaseta rojane da cîh nedigirt.

Kîngê hevalên wî bihatana mala wî, ez jî diçûm, di civata wan da rûdiniştim û dibûm guhdarvanê sohbeta wan.

Sohbeta wan bi mijarên sîyasî dest pê dikir û kûr û dirêj dibû. Bi derbasbûna demê ra carinan deng bilind, gotin jî tevlihev dibûn.

Lê qêrîn û qîjîna wan a tevlihev zêde nedikudand, dengê xwe dibirîn û di cîhê xwe da bê deng û bê seda disekinîn.

Bêdengîya wan zêde nedikudand. Ji mêvanan yek ji nişkava dikenîya, dû ra sohbet ji nû va dest pê dikir, lê bi mijareke nû û bi ken û henek…

Di dawîya her sohbetê da mijara ku her carê bihata dubare kirin, ew jî ezebmayîna xwedîyê malê bû.

Heval û hemsalên wî henekên xwe pê dikirin û jê ra digotin; “Heyran salên te ji çilî derbasbûn û ber bi pênceyî diçin, tu mirovekî zana û jêhatî, bedew û li ser xwe yî… Xwedî kar û dixebatî. Li derdora te gelek qîz û jinên bî jî hene… Di nav wan da yeka ku gor dile te be, tune, tu pê ra bizewicî…”

Cînarê me di ber xwe da dikenîya, bi rûken bersiva pirsen li hev zêdekirî û dirêj yekoyek dida û digot; “Heyran, ez ji halê xwe razî me. Ji vê saetê şûnda ne dikarim derdê kesî bikişînim, ne jî kesek bila derdê min bikişîne…”

Yekî dengê xwe bilind dikir û digot; “Çima em derdkêş in?”

Cînarê me yê ezeb jî dîsa di ber xwe da dikenîya û bi rûkenîya xwe digot; “Na heyran, gotina min ne ji bo we, ez ji bo xwe dibêjim…”

Pirsên hevalên wî çiqas li hev zêde bibana…

Bersivên wî jî ewqas kin û kurt dibûn.

Jiber ku nedixwest mijara di derbarê zewac û ezebmayîna wî da zêde dirêj bibe.

Wek kin û kurt digot; “Ez ditirsim…”

Pirseke nû lê dihat kirin, ku gelo ew ji çi ditirse?

Bersiva vê pirse jî wiha dida û digot; “Ez ji nîv-zanayan ditirsim… Di civaka me da jinên zana û têgihîştî kêm in û ew li rûyê min mêze nakin. Lêbelê nîv-zana pirr in, ez jî li rûyê wan mêze nakim. Jiber ku ew serê merîya dixwin…

Biborin, li jîyana we ya rojane mêze dikim, tirsa min bêtir zêde dibe… Ger ku mîna we biroj li kar, her êvar û dawîya hefeteyê jî li mal û bi jina xwe ra derbasnekim, ez dê çima bizewicim!…”

Bi gotina wî ya dawîyê ra hevalên wî çend xulek kerr û lal dibûn û di cîhê xwe da bêdeng diman …

Dû ra bi tîqetîq dikenîyan û bi hev ra digotin; “dîsa te gotina xwe ya dawîyê got û kezeba me peritand…”

Bi derbasbûna dem û demsalan ra, çend sal berê min bihîst, ku ew cînarê me jî bi ezebîya xwe ji vê dinyayê xatir xwestîye û çû ye…

Li cîhê ku çûye, ji para wî ra çend hûrî ketine û di nav wan da yeka ku gor dilê xwe dîtîye ya jî hê nedîtîye, ez nizanim…

Lê ya ku tê zanîn ew e, ku êdî ne hevaltî ne jî cînartîya berê ma ye.

Têkilîyên civakî her diçe ji rojek berê xirabtir dibe…

Pîvana mirovatîyê, pere…

Zanîn û nezanîn jî tevlihev bû ye.

Civak di bin bandora serdestên nîv-zanayan da dinale…

Mirov ne dikare bi dile xwe bikene…

Ne jî dikare di ber xwe da bigirî…

 

30.11.2023

ikramoguz@navkurd.net

XELAT