Ji Heysivê heta Stockholmê

Ji Heysivê heta Stockholmê

Nivîskar: Îkram Oguz

Ev, navê pirtûka Kazim Budak e. Pirtûk ji bîranînên Budak pêk tê û di sala 2015an da ji alîyê weşanxana Apec, lı Stockholmê hatîye weşandin.

Bîranîn, beşek ji edebîyatê ye. Lê ji beşên edebîyatê yên din cudatir, bîranîn bi awayekî belgeyên dîrokî, civakî û sîyasî ne.

Jiber ku di bîranînan da bûyerên ku di serê xwedîyê bîranînan da derbasbûne û ya jî lê şahidî kirîne, cîh digrin. Xwedîyê bîranînan herçiqas dîroka xwe ya şexsî nivîsandibe jî, ew bi awayekî parçeyek ji dîroka civaka wî ne. Bi tecrûbe û çavderîyan qasî ku jîyana xwe tîne ber çav, ewqas jî rewşa civaka xwe jî bi pirralî tîne ziman û digihîne nifşên nû.

Di civakên bindest da zimanê gel qedexe, edebîyata nivîskî jî paşketî û qels e.

Loma nivîskar û rewşenbîr û sîyasetmedarên ku di civakên bindest da dijîn, bîranînên xwe nanivîsin û tenê bi nas dostên xwe, heval û hogirên xwe ra parve dikin, ku ew jî bi demê ra difirin û wenda dibin.

Di nav Kurdan da jî nivîsandina bîranînan kêm in. Yên hatine nivîsandin, ew jî pirranî bi zimanê Tirkî, Farisî û Erebî ne.

Bîranînên ku ji alî sîyasetmedarên Kurd va bi Tirkî hatine nivîsandin, ew jî di bîranînên xwe da bi rewşa siyasî û bi bûyerên xwe yên sîyasî va mijûlin. Xwe wek dêw ên heftserî dibînin û tenê qala xwe dikin. Di bîranînên xwe da jî di ser pozê xwe ra ne kesî ne jî tiştên ku ji derveyî wan qewimîne, dibînin. Loma bîranînên wan jî yekalî, mîna nanê tisî bê tahm û bê avî ne.

Qasî ku dizanim, jînanîgerîya Cegerxwîn, bîranînên Osman Sebrî û çend kesên din bi Kurdî hatine nivîsandin, ku ew jî ji Kurdên binxetê ne û bîranînên wan jî di vî warî da mînakên herî berbiçav in.

Ji Kurdên Bakur yê ku bîranînên xwe bi Kurdî nivîsandîye, ez bawerim tenê Kazim Budak e.

Kazim Budak jî sîyasetmedarekî Kurd e, lêbelê di bîranînên wî da gelek bûyerên bi qewimandina xwe piçûk, lê bi wateya xwe giranbûha cîh digrin. Mirov di bîranînên wî da xizanî û belengazî, astengî û zehmetîyên demê dibîne, ku ew jî reng û dewlemendîyek cuda didin bîranînan.

Heysiv, bi navê wê yê din Mezra Budan, li qiraxa Çemê Gêxîyê-Perê û girêdayî nahîya Moxindîyê ya Dêrsimê ye. Jîyana Kazim Budak ji Heysivê dest pê dike, xortanîya wî li nav navçe û bajarên Kurdistanê û Tirkîyê, navsalîya wî li koçberîye, Stockholmê derbas dibe.

Kazim Budak di destpêka bîranînên xwe da dibêje; „Mîna gelek Kurdan dema ji dayîkbûna min jî nediyar e. Li gorî di nasnamê da hatîye nivîsîn 20ê Çile ya paşîn, meha yêkê sala 1944an da li Heysivê ji dayîk bûm e…“

Dûr û dirêj qala dema zarokatîya xwe ya ku di mezrayek piçûk da derbas bûye dike. Navên lîstikên ku wê demê lîstine, ku îro ji alî gelek zarok û xortan va nayê zanîn, tîne ziman û rewşa wê demê li ber çavên merîya radixîne.

Di derbarê zarokatîya xwe da dibêje: „Dinya me tenê der û dora gundê me bû. Em bê xem bûn û ji rewşa xwe razî bûn. Meh û sal li pey hev zû derbas dibûn. Mîna zarokên îro leyîstokên me tunebûn. Em, zarokên gund bi hev ra li ser bêderan, zivistanê jî di axur û goman da dilîst. Lîstikên me yên sereke jî, çavçirtonek, kap, keradirêj, simsimikî, gog, birr û hwd, bûn. Me di wan salan da ji mezinan çîrok guhdarî dikir û di derbarê kirin û kiryarên dewletê yên li serê gelê Kurd hatibûn kirin, dibihîst. Mîna Tarta Şêx Seîd, Seîd Riza û berxwedana Alê Gax…“

Budak, dibistana seretayî li gundê Hulmanê dixwîne, ku herdu mezrayên bi navê Heysiva jêrîn û ya jorîn girêdayî Hulmanê ne. Di heft salîya xwe bi çend zarokên hemsalê xwe va herroj ji Heysivê bi rê dikeve û peyatî tere dibistanê û piştî nîvroyê jî şûnda vedigere, ku navbera Heysiv û Hulmanê 4-5 km ye.

Di derbarê dema xwe ya dibistanê da dibêje, „Me qapût, kincên taxim û gîzme nas nedikir. Di serma û seqema zivistanê da jî, ji bin ra ji cawê sipî derpêyekî dirêj û jor ra jî kirasekî dîsa ji caw û mîntanekî kevn bêtir li ser me tiştekî din nebû. Di lingê me da goreyên rîs û çarixên ji çermê dewar dihatin çêkirin, hebûn. Di baranê da em şil dibûn, me mecal nedidît ku em xwe zuha bikin û bi kincên şil diketin dersxanê û heta dawîya dersê rûdiniştin…“

Piştî pênc salan dibistana seretayî diqede. Birayê wî yê mezin, Mistefa, li Xarpêtê xwendekar e. Rewşa malbatê ji bo xwendina du kesan a li bajêr bixwînin, dest nade. Sedem wê yekê ji bo xwendinê tenê şansekî wî he ye, ku ew jî qezençkirina azmûna ji bo dibistanên leylî ne. Ji bo dibistana leşkerî û mamostetîyê serî lê dide. Mixabin ji bo beşdarbûna azmûna dibistana leşkerî rapora bêqisûrîya fizîkî û xweşhelîyê pêwîst e. Ew jî divê li nexweşxaneya leşkerîya li Erzirum ya jî li Amedê bê girtin.

Ew zarokekî 12 salî, rê dûr, kesê ku karê xwe bihêle û pê ra biçe jî nine. Bavê wî bi hesabekî gilover heqê rêya çûyîn û hatina wî, ji bo 4-5 rojan heqê otêlê û xwarina wî pereyek kêm dide wî û di berbanga sibeyekê da bi rê dike. Ji heysivê heta Kovancîyan 30 km peyatî di nav daristan û newalên kûr da derbas dibe û dimeşe. Ji Kovancîyan bi erebê dice Xarpêtê, ji Xarpête jî li Tîrenê sîwar dibe û dice Amedê. Li Amedê hefteyek derbas dike, lê karê wî naqede. Di berika wî da 2,50 pere tenê ji bo heqê rêya wî ya vegerê dimîne. Ew û çend hevalên di rewşa wî da ne, biryar didin ku herin Şaredarîya Amedê û alîkarîyê bixwazin. Terin şaredarîyê û derdê xwe ji memûrek ra tînin ziman. Memûr wan li erebeyekê sîwar dike û dibe xweytîxana şaredarîyê bi cîh dike. Çend roj şûnda kare wî diqede, memûrê şaredarîyê bilêta wî ya tîrenê jî jê ra digre û wî bi rê dike. Êvarê tîren ji Amedê bi rê dikeve û saet 6ê sibê da digihîje Xarpêtê. Ji tîrenê peya dibe û bere xwe dide garaja Kovancîyan, bi erebê tere Kovancîyan, ji wir jî dîsa 30 km peyatî dimeşe û saet 18ê êvarê da xwe dighîne ber derê malê.

Budak di derbarê vegera xwe ya malê da wiha dibêje; “Dema ku dê û bavê min ez li ber derî dîtim, gelek kêfxweş bûn. Xuya bû, derengîketina min ew kiribûn fikaran û bawerîya xwe ji vegera min birîbûn…”

Tam 55 sal şûnda, di sala 2011an da ew û lawê xwe Zinar dixwezin ji Stockholmê bifirin Amedê. Dîya wî nexweş dikeve û ew mecbûr dimîne û berî plankirina xwe tenê bi rê dikeve. Berîya çûyînê ji Zinar ra dibêje; “Zinar tu 17 salî yî, ziman dizanî û tene jî dikarî werî.”

Dû ra qala çîroka çûyîn û hatina xwe ya Amedê, ku di 12 salîya xwe da bi çi zehmetî çûye û hatîye, dike…

Zinar li çîroka wî guhdarî dike û jê ra dibêje; “Bavo, hûn 11 xwîşk û bira bûne, loma kalik û pîrika min tu ji çav derxistine û tu tene şandine. Usa nebe meriv zarokokekî 12 salî çawa dişîne rêyek wusa dûr…”

Ser vê yekê ew jî ji Zana ra dibêje; “Ger ku tu nikarîbî tene werî ezê jî te ji çav derbixînim…”

Budak azmûna dibistana leylî ya ji bo mamostetîyê ya li Akçadaxê qezenç dike. Di sala 1962an da dibistanê diqedîne û di eynî salê da li gundê Mîralî ya Çoligê dest bi kare mamostetîyê dike. Dema eskerîyê tê, eskerîya xwe wek mamoste li gundekî girêdayî Antakyayê dike û vedigere. Mamostetîya wî ya li gundên herêmê çend sal dîsa didome.

Si sala 1968an da azmûna Enstîtutî ya Gazîyê qezenç dike û dibe xwendekarê zanîngehê. Di wan salan bayê sosyalîzmê rabûye û li seranserê dinyayê belav bûye. Ew ba li Enqerê jî lê dixe, Kazim Budak jî xwe di nav kar û barê şoreşgerîyê da dibine. Di çalakîyan da cîh digre, bi gelek rêvebirên xortan yên wê deme ra dibe heval û bi wan ra çalakîyan lidar dixe.

Di sala 1969an da DDKO tê damezrandin, ew jî wek xwendekarek Kurd dibe endamê DDKOyê û di xebat û çalakîyên komelê da cîh digre.

Di dawîya salên 60î da ji bo şoreşgerên Tirk çûyîna kampên Flistînê nîşaneya şoreşgerîyê ye. Dilê Kazim Budak jî ji bo çûyîna Filistînê lêdixe. Daxwaza xwe bi çend hevlên xwe ra parve dike, ew û sê hevalên xwe, biryar didin ku ew jî bere xwe bidin Filistînê û karê xwe yên etrnasyonalîstîyê bînin cîh. Ji bo çûyînê amadekarîya xwe dikin, li kesên ku heta wê rojê çûne û hatine digerin û dixwazin ji pratîkên wan tecrûbeyan bigrin. Di derbarê daxwaza xwe ya ji bo çûyîna Filistînê Budak wiha dibêje; “Rojek ji rojan em sê heval li Ulusê bi Mistefa Kemal Çamkiran ra hatin ba hev, ku ew jî çûbû Filistînê hatibû û xwedî tecrûbe bû. Me pirs jê pirsin, wî jî bersivand. Piştî pêwendîyek dirêj Mistefa li min vegerîya û got; ‘Nebe ku tu li wê derê qala pirsgirêka Kurdî bikî, jiber ku ew ji Kurdan hez nakin’. Piştî ev gotina wî, min jî got, madem ew ji Kurdan hez nakin ez çima ji wan hez bikim û herim alîkarîya wan bikim. Min li wir biryara xwe da û dest ji çûyîna xwe ya Filistînê berda…”

Hevalên wî berê xwe didin Filistînê, Budak jî li Enqerê dimîne, di sala 1971î da Enstitûya Gazîyê diqedîne û di demsala payîzê da jî li Erqenîyê dest bi mamostetîyê dike. Cunta 71î li ser texte û ew jî mîna gelek şoreşgeran para xwe ji zordarîya cuntayê digre û tê girtin. Piştî berdanê ji Erqanîyê sirgûnî nav bajarê Amedê dibe û li lise ya Baxlarê mamostetîya xwe didomîne. Lê carek navê wî derketîye û dewlet pêsîra wî bernade, di sala 1973an da careke din li Amedê tê binçavkirin. Rûbirû îşkence, tade û zulmê dibe, dîsa tê berdan.

Li Amedê di damezrandina Töb-Derê da cîh digre, di sala 1975an da tayîna wî derdikeve Dêrsimê û li wir şaxa Töb-Derê ya Dêrsimê saz dike û dibê serokê komelê.

Di wan salan da, di nav kar û barên xwe yên sîyasî da firsenda zewacê dibine û dizewice. Budak di derbarê zewaca xwe da jî wiha dibêje; “Ji bo mahra fermî em bi çend hevalan ra çûn û derketin hizûra hakimek jin. Dema ku li belgeyên me meze kir, li min vegerîya got, ‘Kazim Budak di bine her kevirekî da tu derdikevî…’ Min jî bersiva wî da û got, hakime xanim di bine keviran da kare min tune, ez li ser erdê, serokê Töb-Derê me û nuha jî dixwazim bizewicim.”

Di sala 1976an da dest ji mamostetîyê berdide û li Şaredarîya Amedê dibe midûrê îqtisadê. Di sala 1977an da, di hilbijartinên şaredarîyê da Mehdi Zana wek berendamê serbixwe beşdarî hilbijartinê dibe û bi rêjeyek mezin Şaredarê Amedê tê hilbijartin. Kazim Budak jî hevalek ji hevalên Mehdî Zana ye û piştî hilbijartina wî jî, karê xwe yê li şaredarîyê didomîne.

Salekî şûnda ji şaredarîyê îstifa dike û di sendika Genel-İş ya şaxê 7an da wek perwerdekar dest bi kar dike û li navçe û bajarên herêmê karkeran perwerde dike û bi wan ra şev û rojên wî derbas dibe.

Piştî Cunta ya 12ê Îlonê ew jî mina gelek Kurdên şoreşger û welatperwer zar û zêçên xwe li paş xwe dihêle û derbasî binxetê dibe. Bi salan li bin xetê dimîne, lingekî wî li Beyrûtê, lingekî wî li Başûr û Rojava ye. Kar û xebata xwe ya sîyasî li wir jî didomîne. Di destpêka 1984an da derbasî Swedê dibe û li Stockholmê bicîh dibe.

Li Swedê jî jîyana wî naguhure. Armanc tekoşîna ji bo miletek bindest be, mirov li ku dibe bila bibe, karê merîya zêde, bar jî giran dibe. Loma mala Kazim Budak li Stockholmê ye, lêbelê lingekî wî Rohilata Navîn, lingekî wî jî li Rojavayê Eurpayê ye.

Dem diguhure û bi guhartina demê ra rewşa Kazim Budak jî tê guhartin. Piştî 24 salan şûnda, di Nîsan a 2004an da cara yekemîn vedigere welatê xwe…

Di navbera, Ji Heysivê heta Stockholmê, da bûyer û bîranînên ku mirov jê sûd bigre, gelek in, lê belê bila ew jî ji bo xwendina pirtûkê bimînin. Ez bawerimyê ku bixwîne, ewê ji bîranînên bi Kurdî jî tama zimanê xwe bigre…

ikramoguz@gmail.com

 XELAT