Li Qamişlo Festîvala Kurte Çîrokê Birêveçû

Li Qamişlo Festîvala Kurte Çîrokê Birêveçû

Rojên 8-12/6/2024 li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, 9`emîn festîvala kurte çîrokên Kurdî birêveçû.

Helbestvan û çîroknivîs (Can Îbrahîm) ku yek ji beşdarvanên pêşbirkê bûye ji rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihandiye: Ez yek ji 35 çîroknivîsan bûm, min beşdarî di festîvalê de kiriye. Lîjneya nirxandinê ji her çar parçeyên Kurdistanê bûne.

Can Îbrahîm da zanîn ku, îsal 3`ê xelat pêşkêşî kesên serkeftî hatine kirin, ku xelata yekemîn bi qasî 3`ê milyon lîreyên Sûrî bûne pêşkêşî (Mîdya Berekat) ku ji Efrînê hatibûye hatiye kirin , xelata duyemîn jî bi qasî 2 milyon lîre bûne ji bo her yek li (Kerem Tek Oglu ji bakûrê Kurdistanê û Vejîna Kurdî ku xelkê Efrînê bûye) hatiye pêşkêş kirin. Her weha xelata sêyem jî bi qasî milyonek lîreyên Sûrî bûye pêşkêşî çîroknivîs (Aram Elî) hatiye kirin.

Can diyar jî kir ku her çiqas wî xelat nebiriye jî lê kêfxweşe ku îsal beşdarî festîvalê bûye ku gelekî berfireh û dewlemend bûye.

 

Jêder: Kurdistanî Nwê

XELAT