`Yekemîn Jina Kurd Bi Elfabeya Kurdî Latînî Nivîsandiye`

`Yekemîn Jina Kurd Bi Elfabeya Kurdî Latînî Nivîsandiye`

Nivîskar: Konê Reş

Îro (01.06.2024), 32 sal di ser Koçkirina Rewşen xanim Bedirxan re derbas dibe, bi min xweş e ez van kar û xebatên wê bi we bidim naskirin:

Mîrzade Rewşen Bedirxan wek rewşenbîreke Kurd a jin; ew yekemîn jina kurd e ku bi elfabeya Kurdî latînî nivîsandiye û alîkarî bi kurmamê xwe Mîr Celadet Bedirxan re kiriye.. Nexasim di kovara Hawar de. Hem jî bi navtêdan û dehifdana wê û Mîr Celadet, nivîskarên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can hatine holê.. Di sala 1955'an de bi Dr. Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Dr. Nûrî Dersimî, Hemîdê Hecî Derwêş komeleyeke bi navê (Komela Vejandina Çanda Kurdî), li Şamî damezirandine.. Û ew yekemîn jina Kurd e di astê Kurdistanê û sirgûnê de, ku di sala 1955'an de, rêveberiya dibistana (Leyla Elexyeliye), li Şamê kiriye.. Û yekemîn jina Kurd e ku di sala 1957'an de, li paytexta Yûnan/ Atina Ala Kurdistanê a Rengîn di konferansa dijî imperialismê de bilind kiriye:

1 – Bîranînên jinekê: Ev pirtûk ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û di sala 1951 de li Şamê çap kiriye.

2 – Bîranînên keçek mamoste: Ev pirtûk jî, ji ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û li Şamê çap kiriye.

3 – Evîna min û Jana min:Ev pirtûk jî, ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û li Şamê çap kiriye.

4 – Çend rûpel ji wejeya kurdî: Ev pirtûk di sala 1954 an de çap kiriye wek wefadarî ji bîranîna mîr Celadet Bedirxan re.

5 – Nameya Gelê Kurd a Goran, Şam 1954

6 – Nameyek ji Mistefa kemal Paşa re: Ji tirkî wergerandiye erebî û di sala 1990 li Şamê çap bûye.

7 – Doza Kurdî: ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û di sala 1990 deli Şamê çap kiriye.

8 – Bîranînên Salih Bedirxan, Şam 1991

Wê bi zimanê kurdî, erebî û tirkî dinivîsand û dikarîbû bi zimanê fransî û ingilîzî bi peyve wek yekî fransî û ingilîzî..

Konê Reş, Qamişlo, 01.06.2024

XELAT