Kurteçîrok
Nivîskar: Dilawerê Zengî
Kurteçîrok cureyekî wêjeya nûjen e ku temenê wê yê wêjeyî dused salî derbas nake. Bi destpêka sedsala bîstan re, ew bû beşek ji wêjeya kurdî û dest bi vegotina hunereke nû kir ku behsa hest û hêviyên mirovên sade dike. Kurteçîrok vegotineke kurt ji pexşanê ye û di kurteçîrokê de dirêjiyeke taybet nîne. Lê rêza peyvan di navbera 1500 û 3000 peyvan de ye. Taybetmendiya diyarker a kurteçîrokan ew e ku ji bo yek rûniştî were xwendin. Di kurteçîrokan de jî kesayetî, hevrêstin û bûyerên di kurteçîrokê de di demeke kin de mezin dibin. Ji ber vê yekê dibe ku ew tenê yek amadekar û çend bergeh û dîmen hebin.
Çavkaniyên çîrokê
Cureyên berhemên çîrokî ji aliyê çavkaniyan ve li ser çîrokên jîwerî û çîrokên aşopî têne dabeşkirin. Çîrokên jîwerî bûyerên xwe ji jîweriya civakê û rê û şêwazên jiyana mirovan digirin. Lêbelê, çîrokên aşopî bûyerên xwe ji aşopa dûr û ji nerastiyê digirin. Gelek pirsgirêkên civakî, jîngehî û zanistî dikarin bi çîrokan werin çareserkirin.
Serişteyên nivîsandina çîrokê
Ji bo nivîsandina çîrokê gavên taybetî hene ku divê werin şopandin, ew jî ev in:
Bi mebesta ku hûn zanibin mirov kurteçîrokek çawa dinivîse hem jî gava ku pêwîst be têbîniyên girîng ji bo çavkaniyê digirin, gelek kurteçîrokan bixwînin û nas bikin.
Hilbijartina biyava çîrokê, li berçavgirtina şiyana nivîsandina nivîskar û bûyerên wê divê berhema sawêr û aşopa nivîskar be.
Ji bo çîrokê armancek danîn ku rêza bûyeran li ser wê ava bike.
Divê nivîskar jî pêşgotinekê ji çîrokê re binivîsîne, piştre danûsten-din û bûyeran rêz bike.
Baş naskirina zimanê kurdî û azîneyên wî yên zimanî û wêjeyî.
Ji reftarên pîs û xerab ên di civakê de heta ku dibe xwe dûr bixin, û divê bê zanîn ku ew şaş in ku nivîskar neçar be di çîrokê de behsa hin ji wan bike.
XELAT
