14`mîn salvegera Koça dawî ya Aam Tîgran

14`mîn salvegera Koça dawî ya Aam Tîgran

Salvegera 14`mîn ya koça dawî ê hunermendê Kurdistanê bi regez Ermenî Aram Tîgran e.
Di roja 8-8-2009`an de, hunermendê navdar yê Ermenî û Kurdistanî nemir Aram Tîgran koça dawî kir.

Aram Tîgran hunermendekî bextewere. Ji ber ku wî di nava civakê de dilxweşî pêk aniye û mirovên hunerdost bi can û dil ji wî razîne. Hunera wî bi hezek bêdawî di nava gel de hatiye pejirandin.

Kilamên Aram yên evîndariyê rewşa sosyolojî û kilamên siyasî jî rewşa siyasî ya gelê Kurdî didin nasandin. Mamosteyê me Aram Tîgran bi pirensîbên xwe yên exlaqî û kesayetiya xwe ya bilind jî di nava Kurdan de xwedî rûmet û hurmeteke bilind e.

Aram kurê Tîgran Melîkyan di sala 1934'an de li Qamîşlokê di nava malbateke hejar de hat dinê. Karê xwe yê hunerî bi evînek tijî his û xweşî ji temenê 18 saliyê di nava dewat û şahiyên Kurd û Ermenyan de da destpêkirin. Bavê wî di karê stran gotinê de pir ew teşwîq kir ku riya hunerê bidomîne. Sala 1966'an bi malbata xwe re hatin Ermenistanê û heya sala 1985'an di Radyoya Êrîvanê de mîna xebatkarekî fêrmî xebitî.

Di sala 1990'an de wek penaber hat Ewropayê. Di roja 8ê tebaxa 2009'an de li Atînayê (serbajarê Yewnanistanê) miriye.

 Ew li ser têkilîya xwe ya bi zimanê kurdî jî wiha dibêje:

“Bavê min di 1915an da Komkujiya Ermeniyan bi rêya kurdan ji kuştina hatiye rizgarkirin.

Ji bona wê jî hertim ji min re wiha digot: Kurê min qedir û qîmetê gelê kurd zanibe, kurdan ji bîr meke.”

Sekoya Kurmancî- Hozan Efrînî