Hin Kurd XIRABIYA HERÎ MEZIN LI ÇANDA KURDÎ DIKIN

Hin Kurd XIRABIYA HERÎ MEZIN LI ÇANDA KURDÎ DIKIN

Nivîskar û Zimanzan: Zeynelabidîn Zinar

Di van salên dawîn de piştî ku ev Medyaya Elektronîk derketiye holê, piraniya Kurdan  her yekê ji xwere rûpelek vekiriye û çi di Facebookê de, çi di YouTube û Istagramê de bin, nivîs û vîdeoyan bi Zimanê Tirkî diweşînin. Ew naverokên ku têne weşandin jî, ji sedî sed berhemên Çanda Kurdî ne.

Dema meriv ji wan dipirse jî, dibêjin: ”Bila Tirk zanibin ku Çanda Kurdî dewlemend e.”

Ev bersiva wan a wek mesela UZUR JI QEBEHETÊ MEZINTIR, xirabiya herî mezin e ku bi Çanda Kurdî dikin.

Ev şaşî û xirabî ne tenê kurdên ji rêzê dikin, herweha gelek nivîskarên Kurd jî mixabin dest pê kirine û nivîs û pirtûkên xwe wedigerînin tirkî.

Ew şaşî û xirabiyên ku têne kirin, Kurdan didehfîne ku ew nivîsên kurdî nexwînin, île jî bila bi tirkî bixwînin! Herweha derfet jî amade dike ku Zimanê Kurdî ber bi qelsbûnê ve here û vaye diçe jî.

Çend sal şûnde jî wê Saziya Zimanê Tirkî ev tiştên ku bi tirkî hatine weşandin berhev bike û bi navê ”Çanda Tirkî” wek pirtûk biweşîne. Çewa ku ji salên 1940î hetanî 1960î ku Saziyê 715 pirtûk ji Çanda Kurdî û wekî din neteweyên cuda wergrtine û wek pirtûk çap kirine, dê van jî bi navê xwe çap bike.

Ew kurdên ku berhemên Çanda Kurdî bi zimanê tirkî diweşînin, ew xirabiya herî mezin bi Çanda Kurdî dikin. Bila ew wergera berhemên tarîx bi tirk bikin, bila danasîna xwezaya welatê xwe bikin, sûdmend e.

Kesên ku wan karan dikin, atara wan dibe we vê mesela ku dibêjin: ”Hem ji dêrê bûye, hem ji mizgeftê bûye” dibin.

Gotina dawî ev e:

. Ey kurdên ku hûn van xirabiyan bi Çanda Kurdî dikin!

Bes e, ji Xwedê bitirsin, lewra Çanda Kurdî jî ayetek ji Ayetên Xwedayê mezin e. Êdî dest ji van xirabiyan berdin.

. Eger hûn berhemên Çanda Kurdî bi Zimanê Kurdî diweşînin, pir baş e. Lê eger hûn bi zimanê biyanî biweşînin, hûn dibin rûreşê herdu dinya.

Bi hêviya dersberdana ji xirabiyên wisa…

17/ 07/ 2024

XELAT