NAV  di Zimanê Kurdî de (Kurmanciya jorîn)

NAV  di Zimanê Kurdî de (Kurmanciya jorîn)

Nivîskar û Zimanzan : Deham Ebdulfetah

 

((Tiştekî ji min re bibêje,

Lê bila bi zimanê te be..

Reng e  ku ez tê neghêjim,

Lê bila, ji zimanê te be..!!))

                           Yelmaz GUNEY

 

Pêşgotin

  Em dizanin ku , zimanê her gelî, nîşana taybetiya hebûn û nebûna wî ye, ne tenê alaveke derbirîn û ragiyandinê ye. Reng e (belkî) ev pênasî, li ser asta jiyana mirovekî (weku kes), ne cîgirtî be, lê weku taybetmendiyeke netewî, bêguman rastiyeke rewa û zelal e.

Bextereşiya zimanê Kurdî bû, ku li dirêjahiya demê, derfeteke dîrokî li ber venebû... jîngeheke rizgar, bi dest neket ku karibe tê de perwerde û geş bibe.

Tevî wê bextereşiyê jî, zimanê Kurdî tûşî gelek kelem û astengan bûye. Bi destên zordariyê, berbend û qedexe bûye. Di tarîşevên bêxwedîtiyê de, paşguh û bertalan bûye.

Lê, di gel wê reşiyê tevî jî, vî zimanê resen karîbû, di asêgehên çiyayên Kurdistanê de, xwe ji bişavtin û windabûnê biparêze. Hebûna netewa Kurd jî bi hebûna xwe re biparêze.

Rewşenbîrên Kurd, ji mêj ve haydarî giringiya zimên û rola wî ya netewî bûbûn. Bi wê bîr û baweriyê jî, hewl dan ku li ser zimanê xwe rawestin û hindekî wî vejînin.

Ji encamên wê hewldanê, çend pertûkên rêzimanî ji me re dînan. Reng e, ku ew berhem kurtebir bin, yan jî ne li gora xwestekê bin. Lê, li gora rewş û derfetên wê serdemê, ew berhem cihê nirxdariyeke giranbiha ne. Danerên wan jî, cihê rêz û rûmeteke bêhempa ne.

Ji dema Mîr Celadet Bedirxan ve heta nuha gelek sal derbas bûne. Lê hîn jî rêzimaneke li gora xwesteka dema me, nehatiye holê. Çi  pertûka rêzimanî, ku van salan hatiye der, bi piranî, li ber siya rêzimana Celadet Bedirxan, Reşîdê Kurd û yên dîtir hatiye amedekirin û sînorên wê kurtebirriyê û wan kêmasiyan jî, neşikandiye.

Bêguman, asteng û arîşeyên (aloziyên) zimanê me gelek in. Ji pirbûna şêwezarên Kurdî heta parçebûna Kurdistanê, sedên aloziyan di wê navberê de, beranberî me û zimanê me têne der.

Lê dîsan jî ev nabin behane ku em di gerrîneka bêhêvîtiyê de, dest ji xwe berdin û li bendî bişavtina zimanê xwe û windabûna nasnameya xwe ya netewî bimînin.

Bêguman, gelek pirsgirêk û arîşeyên zimanê me, bêyî dezgehin netewî yî fermî çareser nabin. Lê gelek ji wan jî, bi hişmendiya zanyarne Kurdperwer û behremend (mewhûb), çareser dibin.

Bi vê nêrînê, em karin li xwe vegerin, zimanê xwe ji zingara rojgarên bindestî û bêxwedîtiyê pak bikin, nasnameya xwe ya netewî bi zimanekî tekûz û jîndar rapêçin. Hingê, em ê (weku neteweyeke xweser û navnas) karibin, bi serbilindayî xwe nêzî civaka navnetewî bikin, xwe pê bidin nasîn û bidin pejirandin.

Hingê jî, em ê bi xurtî karibin doza maf û xwestekên jiyaneke rûmetdar, bo xwe û mirovantiyê bikin. Wê çaxê, dengvedana doz û gaziyên me, dê li asteke dûrtir û berfirehtir pêl bide. Balkêşiya dengê me jî, dê kûrtir û xurtir be...!

Bo vê bîr û baweriyê, min gelek çalakiyên xwe, yên torevanî û civakî paşguh kirin û çalakiyên di warê zimên û rêzimanê de, min dane ber xwe û ji xwe re kirine kar û bar.

Bi vê bîr û baweriyê  jî, min di vê pertûkê de xwest ku ez ji çarçewa rêzimaneke kurtebir û gelemper dûr kevim. Bo vê egerê jî, min babeta “Nav” tenê, kiriye mijara vê pertûka xwe.

Li dûmahiya vê gotinê dixwazim çend xalên pêwîst berçav bikim:

1-Bi nêrîneke rêzimanî ku navlêkirinên van mijarên jêrîn ji celebên navan in:

a-Cînav (bernav).

b-Hevalnav (rewş, rengdêr)

c- Hevalkar(nîrên cîgehî û deman).

ç-Jêderên karan (rader).

d-Navên jêderî.

Ev her pênc beşên bêjeyan, ku dikevin ber taybetmendiyên navan, ne ji mijara me ne. Lê dema pêvajoya şirovekirinê pêwîstî bi wan hebe, hingê li gora wê pêwistiyê, dikevin rojeva lêkolînê.

2-Hinek navlêkirinên mijarên rêzimanî, ku ji hêla Mîr Celadet Bedirxan hatine binavkirin, wek (Lêker, kirar), bi berfirehî belavbûne. Bi dîtina min ev herdû nav ne li cî ne. Di vê pertûkê de min li şûna (lêker) gotina “kar” xebitandiye. Lê (kirar) bi wateya (kirde, kara), min kiriye “kara”.

3-Tu karê rêzimanî (nemaze rêzimana Kurdî) bê kêmasî nîne. Lê, bi amojgarî (şîret) û rexnegiriyê, şaşî rast dibin û kêmasî jî sergihayî dibin. Ziman û torevaniya me , bêyî nirxandin û rexnekirin, tu caran nagihêjin qonaxa xwestekê.

Vêca, hêvî ew e ku çi serinc û têbînî  derbarê vê pertûkê hebin, gerek berçav bibin. Çi bi nivîskî, çi bi devkî.

Lêkolînên li ser ziman û rêzimana Kurdî, mijareke netewî ye. Ev mijar bi alîkariyeke komelî û tevayî rastir û zengîntir dibe. Bo vê egerê jî, rexnegiriya çalakiyên rêzimanî erkekî netewî ye, ji her zimanzanekî kurdperwer tê xwestin.

Amûdê- 20/2/2003

XELAT