Elmas Xan Jineke Dengbêj ya Dêrîn
Nivîskar: Bahadîn Robar
Elmas Xan jineke dengbêj ya serdema ku dengbêjên weke Seîd Axayê Cizîrî (Seîdê Hemo), Meryem Xan, Mihemed Arif Cizrawî û Nesrîn Şêrwan li Botanê weke komstêrka geş a li asîmanan wisa geş dibûn û şewq û ronahiya xwe didan cîhanê, welê geş dibû û şewqa çand û ziman û hunera kurdî di dengbêjiyê de kom dikirin û li her çar aliyên welêt berbelav dikirin de ew jî bûbû stêrek ji wan stêrkan û ronahiya dengbêjiya Botanê gihandiya heta Radyoya Bexdayê û her çar aliyên cîhana serdema xwe. Li ser jiyana Elmas Xanê agahî û zanyariyên zêde di destê me nîn in, lewre em ê hewl bidin bêyî ku agahiyên şaş bidin, xwe bigihînin şopên jiyana dengbêja hêja û navdar Elmas Xanê.
Di pirtûka ji hêla nivîskarê lêkolîner Hurşît Baran Mendeş ve li ser jiyana Meryem Xanê hatî nivîsandin (Meryem Xan, Hayati, Sanati ve Şarkilari) de di rûpela 91’ê de di derbarê Elmas Xanê de wiha dibêje; “Elmas Xan an jî bi navê xwe yê din Elmas Mihemed, di sala 1894’an de li bajaroka Dêrgulê ya bi ser parêzgeha Şirnexê ve hatiye dinê. Navê bavê wê Mihemed û navê diya wê Asya ye. Gelek kesên lêkolîner Elmas Xanê weke keçmama (dotmam) Meryem Xanê dizanin an jî wisa didin xuyakirin, bes di vê mijarê de zanyariyek teqez di destê me de nîn e, lê belê li gorî lêkolîna ku me kirî lêzim û xizmên Meryem Xanê gotin ku Elmas Xan ne lêzima wan e. Elmas Xan di dema Fermana Fileyan (1915) de bi malbata xwe re (ji Botanê) bar kiriye û çûye navçeya Zaxo ya bi ser parêzgeha Dihokê ve bicih bûye û dest bi jiyanek nû kiriye.” Dostaniya malbatî di navbera malbata Elmas Xan û binemala Yûsif Şemdîn Axa de hebûye. Malbata yûsif Şemdîn Axa bi eslê xwe ji Bakûrê Kurdistanê bû û maqûl û xuyayiyên Zaxoyê bûn. Wê demê Iraq di bin desthilatdariya ingilîzan de bû. Dema mala wan li Zaxo ye, ew gelek kesên giregir, rayedar, rewşenbîr û dengbêjên ku ji Bakûrê Kurdistanê ji ber sedemên siyasî reviyabûn an jî ji ber xizaniyê çûbûn wir nas dike. Gelek caran li mala wan bi mêvanan re şevbihêrk tên gerandin, Elmas Xan jî guhdarî dike. Ji bo çand û kelepora xwe ji bîr neke gelek kilam û stranên bav û kalan berhev dike û distire.
Di sala 1926’an û şûnde di warê hunerî de qala Elmas Xanê û Meryem Xanê tê kirin. Ev herdu jinên Botî li xerîbiyê hem li hev, hem jî li çand û hunera kurdî xwedî derdikevin. Pêşengî û serkêşiya jina kurd di hêla çandî de dikin.
Piştî di sala 1939’an de di radyoya Bexdayê de Êzgeha Pişka Kurdî tê vekirin ji hêla rayedarên wê ve bangewazî tê kirin ku ew ê kesên di vê hêlê de şareza û jêhatî bigirin kar. Ev herdu jinên kurd jî serî li rêveberiya radyoyê didin û serlêdana wan tê pejirandin. Elmas Xan weke bêjer yanî pêşkêşvan û Meryem Xan jî weke stranbêj dest bi kar dikin.
Ev herdu hunermend û dengbêjên Botî yên navdar di Radyoya Bexdayê de pir tên ecibandin û dibin xwedî risteke sereke û pêşeng ji bo çanda kurdî . Wan bi hev re di warê berhevkirina stran û kilamên kurdî gelek kar û xizmet kirine.
Zeynep Yaşa ku lêkolînên wê jî li ser jiyana Elmas Xanê hene dibêje; “Elmas Xan di sala 1894’an de li gundê Xargulê (Kumçati) navçeya Qilava (Uludere) ya navçeya Şirnexê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Navê diya wê Asya ye û yê babê wê Mihemed e. Navê wê yê hunerî Elmas El Kurdî, Elmas Xan û bi navê Dayîka Hunera Kurdî tê naskirin.” Li gorî lêkolîna ku min li ser jiyana Elmas Xanê kirî, ji bilî şaşiya ku Zeynep Yaşê gundê ku Elmas Xan jê ji dayîk bûye yanî “Dêrgul” weke “Xargul” nivîsandiye û weke gundê Qilebanê daye nişandan, zanyariyên din hemû rast in. Lewre Dêrgul gundê Şirnexê ye û 20 km dikeve başûrê rojavayê Şirnexê ku li ser riya di navbera Şirnexê û Cizîrê de ye. Di heman demê de li hêla başûrê gund Çiyayê Cûdî û li hêla rojava jî Çiyayê Gabarê heye. Min ji gelek kesên ji bajarokê Dêrgulê pirsiyara Elmas Xanê kir, lê mixabin ji ber ku ew ji mêj ve ji Dêrgulê derketiye û şêniyên gund piraniya wan ji gundê derdorê hatine li wir bicih bûne û beşeke girîng a gundiyan jî di wê serdemê de koçer bûn lewre ew zêde li Dêrgulê nediman ji ber vê yeke jî me kesekî ku wê û malbata wê nas bike peyda nekir.
Li gorî hin lêkolînerên ku serê xwe li ser vê mijarê êşandine dibêjin piştî Elmas Xan çend salan li Zaxo dimîne berê xwe dide Mûsil û li wir dijî. Elmas Xan li Mûsilê çend bandên (kaset, plaq) dengbêjiyê derdixe. Piştî demekê vê carê Elmas Xan berê xwe dide bajarê Bexdayê û li wir dest bi jiyanek nû dike. Li wir bi serbazekî ingilîz re dizewice. Keçeke wê ya bi navê Hasîbe Çêdibe. Piştî çend salan peywira mêrê wê yê ingilîz diqede û dibêje Elmas Xanê em biçin Ingilîstanê. Elmas Xan çûna Ingilîstanê napejirîne û dibêje; teqez ez ji welatê xwe dernakevim û bi te re nayêm. Mêrê wê çi dike û nake nikare Elmas Xanê qanih bike û bi xwe re bibe. Mêrê wê bi tena serê xwe diçe Ingilîstanê. Piştî demeke dirêj Elmas Xan bi zilamekî ereb yê bi navê Hecî Ebd Îsmaîl re dizewice. Ji xwe re xaniyek gelek xweş dikire û jiyana wê pir xweş û geş derbas dibe. Deriyê mala xwe ji dengbêjên kurd re vedike û pevre xizmeta hunera kurdî dikin. Elmas Xan mala xwe weke Mala Dengbêjan bikar tîne û heta dawiyê deriyê mala xwe ji dengbêjên weke Mihemed Arifê Cizrawî, Hesen Cizrawî û Seîd Axayê Cizîrî, Nesrîn Şêrwan (Şirnexî), Tahir Tofîq, Elî Merdan, Meryem Xan û Fewziye Mihemed re vedike. Ew gelek alîkariya madî û manewî bi dengbêjên kurd re dike. Mala xwe weke dibistaneke dengbêjiyê bi kar tîne.
Dengê Elmas Xanê hemû taybetiyên Botanê di xwe de dihewand. Xwediyê dengêk tenik, zîz û zelal yê ku guhdar mest dikirin bû. Qirikeke wê ya nerm, senfonik, herîkbar û pêlpêlî hebû. Stranên evîndarî û folklorîk distira. Bi Meryem Xanê, Hesen Cizîrî û gelek dengbêjên din ên kurd re duqolî (düet) kiriye û bûye stûneke mezin ya konê dengbêjî û çanda kurd. Em ê li vir cih bidin strana Hatim Besta Beleka ya ku wê bi xwe çêkiriye.
Hatim Besta Beleka
Hatim Besta Beleka
Hey lê lê û hey lo lo
Ciwana mala bavê min
Êvar e dema heneka
Hey lê lê û hey lo lo
Êvar e dema heneka
Bûka mala bavê min
Min yar dît li nav rezî
Hey lê lê û hey lo lo
Min yar dît li nav rezî
Ciwana mala bavê min
Dile min bir û dizî
Hey lê lê û hey lo lo
Dile min bir û dizî
Bûka mala bavê min
Bejna wê dara bî ye
Hey lê lê û hey lo lo
Bejna wê dar bî ye
Ciwana mala bavê min
Ji ramûsana re sor bî ye
Hey lê lê û hey lo lo
Ji ramûsana re sor bî ye
Bûka mala bavê min
Birca Belek Botan e
Hey lê lê û hey lo lo
Birca Belek Botan e
Ciwana mala bavê min
Diparêzin ji dil can e
Hey lê lê û hey lo lo
Diparêzin ji dil can e
Bûka mala bavê min
Elmas Xan demek dirêj di Radyoya Bexdayê di Beşa Kurdî de bernameya hunerî pêşkêş dike. Dema di radyoyê de dixebite pêşengiyê ji gelek kesên hunermend re dike ku di Radyoya Bexdayê bixebitin û dengbêjiya kurdî bikin. Mirov dikare bêje; ev qas pêşketin û navdariya dengbêjên li mala wê mane bi saya serê wê ye, ji bilî rêdana mala xwe wê karên burokratîk jî kirin ku ev kesên navborî di Radyoya Bexdayê de dan xebitandin û dengê wan da bihîstin. Lêkolînera dengbêjiyê Zeynep Yaşa ku lêkolînek berfireh li ser jiyana Elmas Xanê kiriye wiha dibêje; “Di pêzanînên di derbarê Elmas Xanê de dihatin gotin ku dotmama Meryem Xanê ye û wê gelek stranên kurdî ji hunermendên wê demê yên weke Meryem Xan, Hesen Cizîrî, M.Arif Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Fewziya Mihemed û hwd. berhev kirine û bi comerdî deriye mala xwe ji bo hunermendên ku riya wan li Bexda ketî vekiriye, li Radyoya Bexdayê Êzgeha Kurdî jina kurd ya yekem bû ku bêjerî (spiker) û rêveberî kiribû.”
“Ez di sala 2010’an de li ser mezatekî li rastî vê pîlaqê hatim ku li ser wiha dinivîsand: Stran Xelîlo (Xelîlê Qazî) bû, li berê “Lorke Lorke” li ser kataloga wê şirkete ya sala 1928’an cî digirt. Ev şirketa pîlaqan ya almanî bû ku di sala 1917’an li Ewropa dest bi tomarkirina pîlaqan kiribû û şopdarê şirketa Gramafonê bû. tomarkariya vê şirketê li Iraqê di sala 1920’an de hatibû qeydkirin ku li seranserî Rojhilata Navîn û heta em dikarin bejin qeydê dengê jina kurd ê yekem bû ku li pîlaqan hatibû tomarkirin. Li ser vê pîlaqê stranên “Xelîlo (Xelîlê Qazî) û Lorke Lorke” bûn ku ev herdu stranên Diyarbekirê bûn. Wê paşê gelek stranên wekî Qemerê Dînê, Qumrîkê, Hêlî, Teyrê Teyran, Nêrî Nêrî, Gulşênî, Dayê Rebenê, Memo, Heylo Delal, Lêlê Êmo, Meşa Wedrdekê, Xeftano li ser pîlaqan tomar kirine. (Zeynep Yaş, Kovara Dilop, hejmara pêşî ya sala 2019’an)
Dema ku Elmas Xan di Radyoya Bexdayê de dixebitiya bi Hesen Cizrawî re du bandan (plaq) dadigire û bi vî awayî dengê xwe digihîne hezkiriyên xwe û dilxwazên dengbêjiya kurdî. Dengbêja hêja stranên weke ‘Hey Nêrgiz, Qumrîkê, Hatim Besta Beleka, Rihana Min, Lêlê Kinê û Gulşênî distire û di demek kin de di dilê gel de dibe kesek qedirbilind û êdî navê wê jî li kêleka kesên weke Mihemed Arifê Cizrawî, Hesen Cizrawî û Seîd Axayê Cizîrî dihêt nivîsandin.
Elmas Xan heta dawiya emrê xwe li Bexdayê dijî. Bênavber 14 salan di Radyoya Bexdayê de dixebite. Bi sedan stranên kurdî yên klasîk û gelêrî berhev dike. Ji sala 1957’an û şûnde êdî nema li Radyoyê dixebite, bes dengbêjiya xwe berdewam dike. Di şevbihêrk, civat û şahiyan de hunera xwe pêşkêş dike. Di salên emrê wê yê dawiyê de çûn û hatinên dost û hevalan çênedibûn û wê jiyanek tenêtî derbas dikir. Elmas Xan di meha çile ya sala 1974’an de li payîtexta Iraqê li Bexdayê li semta El-Lawî El Hîlwe, li taxa El-Dûriye koça xwe ya dawî dike û li Gorîstana El-Minteqeyê tê spartin ji axê re.
Hin Stranên Ku Elmas Xanê Stirane
Meşa Ordekê
Ay Delal
Qemerê Dînê
Hey Nêrgiz
Lêlê Kinê
Hatim Besta Beleka (wê çêkiriye)
Qumrîkê
Gulşênî
Lêlê Êmo
Sêva Ticara
Rihana Min
Dayê Rebenê
Nêrî Nêrî
Hêlî Teyrê Teyran
Memo
Heylo Delal
Xeftano
XELAT