ELÎXANÊ MEMÊ (1948-2016)

ELÎXANÊ MEMÊ (1948-2016)

Nivîskar: Dr. Eskere Boyîk

 

7 sal berê,  sala 2016 an meha mijdarê da Helbestvan û rojnemevanê meyî xweyî șuret Elîxanê Memê li bajarê Yêrevanê koça xwe ya dewî kir.

Elîxanê Memê sala 1948 a 6 ê meha Çile gundê Koşê /marza Aragasotnê, komara Ermenistanê/  malbeteke Kurdên êzdî da ji dayîk bûye. Xwendina navîn mekteba gundê xwe  da stendîye. Peyra para rojnemevanîyê ya fakûltêta fîlologîyê li ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê da xwendîye. Sala 1973 a ûnîvêrsîtêt   xilaz kirye. Ji pey xilazkirina xwendinê ra rojnema „Pîonêr kanç“, (Dengê Pîonêra), kovara „Hayastanî Aşxatavorûhî“(Xebatkara Ermenistanê ya jin) herd jî bi zimanê ermenî dihatin weşandin û Weşenxana „Xorhirdayin grox“ da xebitîye. Bîblîografîstê pirtûkxana Ermenistanê ya miletîyê bûye.

Elîxanê Memê li gundê ermenîya, li nav civaka ermenîya da mezin bûbû. Ji bo wê jî hîmlî ermenî dinivîsî. Hê salê şagirtîyê da helbestên wî rojneme û kovarên komarê da dihatin weşendin û wek helbestvanê xweyî pêşîroj hatibû naskirin. Paşê helbestên wî bi kurdî hatin wergerandin, wî jî hewl da bi zimanê dê binivîse. Dewyê bi herdu zimana jî dinivîsî.  Helbestvan bi xwe wa xumukur tê: ‘‘Wek kurd nivîsandina kurdî min ji xwe re wek wezîfeya sereke didît. Lê ji ber ku li gundê ermenya da mezin bibûm, kurdiya min zêde ne baş bû. Bi hewldaneke xurt demeke kin de fêrî ziman û helbestvaniya kurdî bûm’’.

Pirtûkên wî yên helbestan: destana „Kênas sov“ (Derîya jîyanê) sala 1983 a, ya bi navê „K‘ar“ (Kevir) sala 1983 a  û „ Arêvî Yêrkîr“ (Welatê tevê) sala 2004 a  “Nûra Zagrosê” 2009a bi zimanê ermenî hatine weşendin.

Bi zimanê dê sala 1989 a „Surra hisretê“ bervoka efrandinên nivîskarên Ermenistanê „Bahara Teze-3“ da, „Ax û nan“ sala 2004 a, Vê axryê jî berhema “Nûranî” li Yêrêvanê hatine weşendin.

Helbestên wî gelek zimana hatine wergerandin.

Dema xwendevan helbesten Elîxanê Memê dixûne, li bin her xetekê, her peyvekê da kurdîtîya wî tê xanê, xeyset, sifet, ruh, hest, felsefe yê evdê kurdin. Dilê wî da hisret û evin hebû berbi gel û weletê wî.

Van salê dewyê ji bo dibistanên gundê kurda pirtûkên ziman û edebyeta kurdî hazir kir.

Ji sala 1988 a endemê yekîtîya nivîskarên Ermenistanê bû, Salê 1990 da Serokê  beșa Kurdî ya Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê û  sala 2007 an da berpirsyarê sereke yê rojnema ZAGROS bû ku li Yêrêvanê bi zimanê ermenî û kurdî tê weșandin.

Heta dewya jiyana xwe bajarê Yêrêvanê da dixebitî û diefrand.

Weke ermenya ji Ermenistanê û gelê ermenî hiz dikir.

Elîxanê Memê

12.12.2016

XELAT