WATEYA SÊVA SOR

WATEYA SÊVA SOR

Nivîskar: Zeynelabîdîn Zinar

 

Îro kesek bi navê TAMARA FATIEVA pirsa sêva sor ji min kiriye û weha gotiye:

(Ez hîvî dikim Hûn gotina "Min sêva sor neşandibû pey te" şîrove bikin.)

Spas ji bo Tamarayê…

Pêşî hin agahdarî li ser xêvê bidim:

Di Çanda Kurdî de cihekî sêvê ê taybetî heye.

Di stranên folklorî yên evînê de jî, hertin evîndar bi sêvê hatiye şûfandin. Ji vê zêdetir jî, ji bo ku keçikê maç bike dibje ku ”min gezek li sêvê da…”

Gotineke Pêşiyan jî weha heye:

”Keç sêva li serê darê ye. Kê jêhatî be, ji xwe re tîne xwarê.”

Siva Sor, di rastiya xwe de roj e.

Di kurdî de sêvek jî heye ku jê re SÊVA MEXEKREŞ tê gotin. Ev sêv, ya evîndara ye.

Lê pirsa ku gotiye: "Min sêva sor neşandibû pey te" jî wate ev e:

. Dema kesên here malekê û xwediyê malê, yan jî kebaniya malê naxwaze ku ew kes hatiye mala wan, kesê hatiye jî nazî û sergiraniyên xwe dike, bi piranî kebaniya malê dibêje:

. Ma qey me sêva sor şandibû pey te ku tu hatî? Di ser de jî tu van nazî û sergiraniyên xwe dikî.

Lê li şûna gotina Sêva Sor, li hin herêmên Kurdistanê ”Nanê Bi Rûn” jî tê gotin:

Li şûna ”Ma qey me sêva sor şandibû pey te ku tu hatî?” de, kebaniya malê dibêje:

. Ma qey me nanê bi rûn şandibû pey te ku tu hatî?

Kurd hin caran nanê tenûrê yê germ wek xêr li malan belav dikin.

Dema Kurd xêrekê belav dikin, bi piranî nanê bi rûn çêdikin û belav dikin.

Dema rûnê malê dixin nava nanê tenûrê, pir xweş dibe.

Îcar hin caran dema yek piştî demek dirê diçe malekê, kebaniya malê dibêje:

. XACIRGATekî bavêjin ber nigên wî…

Me li jorê got ku SÊV roj e, RÛN jî asîman e û roj di nava rûn de dikeve tevgerê û lewliba dibe.

Sibehê jî, em ê li ser RÛN binivîsin.

 

Silav û serkeftin…

22/ 02/ 2024. 17:14

 XELAT