EHMEDÊ XANÎ- KESAYETA BI KURTÎ 1651 - 1707... Beşa .1

EHMEDÊ XANÎ- KESAYETA BI KURTÎ 1651 - 1707... Beşa .1

Amedekar: Mahir Taha

EHMEDÊ XANÎ

KESAYETA BI KURTÎ 1651 - 1707

DESTPÊK

Dema me ev nivîs hêj amade nekirî, me bi dehan pirtûk, belge, tez û gotar ên di derbarê vê mijarê de bi baldarî di ber çav re derbaz kirin. Di derbarê vê mijarê de, me ligel gelek nivîskar û lêkolînerên pispor hevdîtin pêkanî. Armanca me bidestxistina agahiyên di van belgeyên nivîskî de û pejirandina encameke gelemperî bû. Xebatên di derbarê Ehmedê Xanî de hatine kirin, divê bi giştî û yekpareyî li ser bê şêwirîn. Heke tevahiya van xebatan bi hev re hate berzkirin, mijar dê di nava gel de kelecanekê bide û dibe ku veguhere hêzeke çandî ya manewî. Bîyografiya Ehmedê Xanî bi temamî hêj nehatiye nivîsîn. Çîroka jiyana wî, ji aliyekê ve bi tenê ji nivîsên wî pêk tê. Tê dîtin ku xwîner û lêkolîneran ketine nava hewldanekê ku di nava demê de aliyên kêm ên çîroka jiyana wî dagirin û temam bikin. Bi saya ragihandinên ji nifşan a vegotinên nivîskî û devkî, em Ehmedê Xanî li gor demên berê baştir dinasin. Ya herî girîng jî lêgerîn û lêkolînên di derbarê vê mijarê de roj bi roj bi pêwendiyeke mezin zêde dibin û berdewam dikin Em tevahiya van xebat û kedên di vê qadê û mijarê de hatine dayîn gelek bi nirx û hêja dibînin û tevahiya kedkaran bi rêzdarî û spasdarî slav dikin. Ji bo zarokên xwe û nifşên pêşerojê, ji bo ku em di derbarê Ehmedê Xanî de agahiyên zelal û berfireh ragihînin em ber bi rêwîtiyeke xweş û şanaz de ne.

PÊŞKÊŞÎ

Dema ev pirtûkçe dihate amadekirin, hestên em ber bi lêhûrbûn û lêkolîna li ser Ehmedê Xanî ve dibirin bi tenê ev bû. Ne ji heyraniya şexsî ya derbarê zanayê Kurd û ne jî pêwendiya malbatî û lêzimtiyê ye. Hêvî û ramana me ya bingehîn ew e ku xêliya nezanînê ya di derbarê mezin û qedirbilind Ehmedê Xanî de bê rakirin, ev zanayê me yê hêja ji aliyê zarok, ciwan û nifşên pêşerojê ve bê nasîn û di vê hêlê de hewldan çêbibin. Tevî ku di derbarê Ehmedê Xanî de gelek tişt hatine gotin û axaftin jî, ew hê jî kêm tê zanîn û nasîn Bi rastî ne bi tenê ji aliyê me ve , Ehmedê Xanî di erdnigariya me de jî zêde nayê zanîn û nasîn. Hê bêtir ji aliyê hinek derdoran ve di çarçoveyeke teng de tê nirxandin. Wekî ku hinek derdor wî tenê bi nasnameyeke olî didin nasîn, hinek derdor jî van têgihiştinan wekî daneyên bingehîn dipejirînin û dixwazin etîketa ’oldariyê’ pêve bikin. Lêbelê Ehmedê Xanî, ramanwerekî piralî ye, wî li herêma me heta ku li dinyayê ji lêkolînên zanistî ku ji bo feylezof û ramanwerên ku encax bibin şagirtên wî hatine kirin bêtir tişt heq kirine. Ehmedê Xanî, xem û kedera vê axê ye. Ew hiş û hêviya zindî, xwediyê deng û gotinên pêşerojê ye ku ji beriya sedhezar salan derbasî sedhezar salên piştî xwe jî dibe ye. Ew nirxekî xweserî vê axê ye ku di bin roj, ax û xwezaya vî welatî de gihaştiye û jiyaye. Ew xwecihiyê vî erdî ye, dêrînî û rûmet e. Ehmedê Xanî axa vî welatî bi xwe ye. Pêwîste ku têgihiştînên çewt, pirsgirêkên zaravayî û zehmetiyên fêmkirina di berhemên wî de vê rastiyê veneşêrin; divê li ser navê wî enstutî, weqf bihatina vekirin û di vî warî de bibûya mijarên lêkolînên zanistî . Ev kesayeta rêzdar divê bigihe naskirineke layiqî navê xwe û bi taybetî jî nifşên nû, zarok û ciwanên me divê wî ji her alî ve nasbikin û lêgerînan li ser bikin. Ev pêwîstiyeke li ser navê dewlemenbûna fikir û ramana dinyayî ya mirovantiyê ye jî. Ne bi tenê ya me û gelê me ye. Ew zanayekî ku hesta wî ya edaletê bi pêş ve çûye û li hemberî neheqiya bê bertek û bêdeng nemaye. Xanî, xwediyê helwesteke rexneyî bûye, li hemberî xeletî û kêmasiyan ji rexnekirinê paş ve gav neavêtiye. Kesayet û gotina wî yek bû, xwediyê sekn û kesayeteke bi rûmet e. Di jiyana Xanî de xem û fikara wî ya herî mezin, nexwendin û bê perwerdehiya gelê kurd bû.. Ji ber vê bi qasî baweriya xwe ya olî, bawerî bi çanda kurd û zimanê kurdî aniye û ji bo ku hişmendiya gelê kurd bi pêş bixe mirov bi awayekî zelal dibîne ku wî berhemên xwe bi kurdî nivîsîne. Wî sedemên vê jî di berhemên xwe de diyarkirine. Ehmedê Xaniyê ku di serdema xwe de kesayeteke herî navdar û rêzdar bû, di tevahiya jiyana xwe de di heman xetê de dijiya û kesayeteke kêmxuya bû. Heta dawiyê dilsozê bawerî û nirxê xwe bû, di vê oxirê de hemû zehmetî didane ber çavê xwe. Di vê serdema ku xebatên dîroka Kurd û Edebiyata Kurd zêdebûne, maf û azadiyên gelê Kurd têne nîqaşkirin û di vê dema fenomenên pirçandî girîng hatine dîtin, me bi armanca ku destekê bidin hafizeya kolektîf a Kurd, pirçanditî wekî nirxekî bê pejirandin û belavkirin me dixwest ji zarok û ciwanên xwe re jiyana wêjevan, ramanwer, zanayekî civakî yê wekî Ehmedê Xanî bidin nasîn û vegotin. Bi van hest û ramanan me amadekirina vê pirtûkçeyê wekî peywîr dît. Hêviya me ew e ku em bibin pêlekanek û îlhamek ji bo fêmkirin û hînbûna Ehmedê Xan.

BEŞA I.

Jiyana Wî

Ehmedê Xaniyê ku wekî helbestvan, mutesawif, ewliya û ramanwer tê zanîn û nasîn, bêguman dema qala edebiyata kurdî tê kirin yekemîn ê tê bîra mirov ew e. Ehmedê Xaniyê di serdema xwe de helbestvanê herî mezin e, berhema wî ya Mem û Zîn a bi celeba mesnewî hatiye nivîsîn, bi tenê ji aliyê wî û ji aliyê edebiyata kurdî ve girîng nîn e, ew berhema herî girîng a edebiyata dîwanê ye jî. Lêbelê divê em vê jî bidin zanîn, heke ew bi tenê wekî wêjevan bê zanîn û nasîn ew ji kêmnasîna wî ye. Di derbarê jiyana Ehmedê Xanî de nêrînên cuda hene. Li gorî çavkaniyên herî zêde li herêma Colemêrg /Çelê ji gundê Xanê bûye, tê gotin ku girêdayî eşîreta Xanî an jî malbata Xaniyan bûye. Li gor nêrîna giştî li Bazîdê ji dayik bûye, li vê derê jiyaye û çûye rehma xwedê. Di sedsala XVI.de ji herêma Colemêrg/Çel koçberbûye, di demekê li derdorên Wan, Elbak, Xoşeb, Payîzava û li Westana Wanê maye û herî dawiyê jî li Bazîdê bicih bûye. Di çavkaniyan de jî xuya dike Xaniyê ku endamê eşîreta Xan e di H.1061/M.1650-1651 de li vê navçeyê (Bazîd) hatiye dinê. Agahiya di derbarê wî de ku em herî zêde baweriya xwe pê tînin ev e. Her wekî ku ew bixwe jî di dawiya berhema Mem û Zînê de mêjûya ji dayikbûnê wekî hicrî 1061 diyar dike. Beyta di derheqê wî de wiha ye: Lewra ku dema ji xeybê fek bû Tarîx hezar û şest û yek bû Xanî, ji malbateke xwedî kevneşopiyeke ilmî perwerde bûye. Babê wî Mela Îlyas alimekê medreseyê bû. Navê diya wî Gulnigar bû. Ji bilî Ehmedê Xanî û Mela Qasim sê keçên Îlyas Beg jî yên bi nave Perî, Gulîzer û Kitan hebûn û ev di qeydên Osmaniyan de hatine destnîşankirin. Birayê Xanî Mela Qasim jî ji kevneşopiyeke medreseyê dihat. Xanî perwerdeya yekemîn ji babê xwe girtiye. Piştî mirina babê xwe li ba birayê xwe Mela Qasim perwerdeya xwe domandiye. Xaniyê ku perwerdeya yekemîn ji babê xwe û ji birayê xwe girtibû, perwerdeya xwe li Bêgiriya Wanê di medreseya Gulgûn de berdewam dike Her wiha di lîsteya sala 1661 ê ya vê medreseyê de navê Xanî jî derbas dibe. Alaaddin Seccadî di berhema xwe ya bi navê “Mêjûy Edebî Kurdî” de diyardike ku Xanî, li Xelat, Riha û li Bedlîsê jî perwerdehî dîtiye. Piştî li van bajaran perwerdehiyê dibîne û vedigere Bazîdê, tê texmînkirin ku diçe Cizîrê serdana mîrektiyên wê deverê û di demeke dirêj li wê herêmê dimîne. Ji bo perwerdehiyê diçe Bexda, Sûrî û Misrê. Tê gotin ku piştre ji bo ku peywira xwe ya hecê pêkbîne derbazî Hîcazê dibe. Xanî, di demeke kurt de zanîna xwe bi pêş ve dibe û li herêmê navdariya wî zêde dibe. Hê di 14 saliya xwe de dest bi nivîsîna berhemên xwe kiriye. Herwiha tê gotin ji bo ku hevdîtinê bi padîşahên Osmaniyan re bike diçe Stenbolê. Lê di derbarê vê de nêrîneke gelemperî nîn e. Yên di derbarê Xanî de lêkolîn kirine, hemfikirin ku Xanî nezewiciye û ji ber vê jî qet zarokên wî çênebûne. Ev rewş di qeydên medreseya Gulgun de jî ku Xanî li wê medreseyê peywir girtibû tê fêmkirin. Tê gotin ku Xanî, ji Molla Camî yê ku li Xoşebê di medreseya Ataiyye de mûdeserî dikir îcazet stendiye. Piştî jiyana xwe ya perwerdehiyê vedigere Bazîdê û li wir medreseyeke bi kurdî vedike û heta dawiya jiyana xwe di medreseyê de dersan dide. Wekî ku babê wî Îlyas, katibê dîwanê bû û birayê wî Mela Qasim jî katibî dikir, Xanî jî wekî wan katibî dikir. Tê gotin ku dema Qesra Îshaq Paşa di sala 1674 an de dihate çêkirin Xanî dua dikirin. Tevî ku tê zanîn Xanî li vê Qesrê katibî kiriye jî, lê nayê zanîn ka çend salan li vê qesrê peywîrdar bûye. Ji aliyê hinek lêkolîneran ve, tê gotin ku Xanî mêjûya mirina xwe di sê helbestên xwe yên cuda de bi hisaba ebcetê aniye ziman û mêjûya di kevirên gora wî û di helbestên wî de vê gotinê piştrastdikin. Van lêkolînerên ku ev mijar aniye ziman û beytek ji van helbestan wiha ye: Xanî beske were wîsal, pir zêde kir te evqa sal. Roj xwe tul’û daye îsal, bextê xaşî (roj bi reş hat) Tîpên di gotina helbesta “roj bi reş hat”de derbasdibin ku Xanî di derheqê mirina xwe de gotine li gorî hisaba ebcetê li rastî mêjûya M.1121/H.1707-1709 ku li ser kevirên gora wî hatine nivîsîn tên. Xânî, li Bazîda ku lê hatiye dinê çûye ser dilovaniya xwedê û li vê derê hatiye veşartin. Tirba wî li Bazîdê li kêleka Qesra Îshaq Paşa, di mescîda xwe de ye û ev mescîd jî ji gel re vekiriye. Eşîreta Xanî Mark Tykes di xebata xwe ya bi navê “The Kurdish Tribes of the Ottoman Empire” (Eşîretên Kurd ên Împaratoriya Osmanî) de behsa hebûna eşîreteke bi navê Xaniyan dike ku li derdora bakurê Xoşebê ne. Her wiha Mehmet Emîn Bozarslan jî vê eşîretê, wekî eşîreta Xaniyan şîrove dike û dibêje Xanî ji vê eşîretê ye. Tê zanîn ku nasnavê Xanî ji gundê Xan hatiye wergirtin an jî ew endamê malbata Xaniyan bû ku ew nasnav lê hatiye danîn. Mîrektiya Xanî; ji aliyê malbata Xaniyan ve li sêgoşeya axa Colemêrg, Çelê û Beytûşebap (Elk) ê hatiye avakirin. Pênc bav û kalên Ehmedê Xanî li vê herêmê mîrektî kiriye. Navenda vê mîrektiyê ku ji sê gundan pêk dihat ”Xana Sê Gundan” piştî koçberiya bi darê zorê ya 1617 an bê xwedî dimîne û dibe gundekî ji rêzê. “Xana Sé Gundan”,di roja me de girêdayî navçeya Çelêya Colemêrgê ye û ev cih wekî Deşta Xanî/Deşta Xan/Deşta Xaniyan tên binavkirin. Deşta Xanî ew herême ku bi navê Newala Xan, Geliyê Xan û Robarê Xan tê binavkirin Di derbarê malbata Xaniyan ku me li jor jî qala avakirina mîrektiya wan kiriye, agahiyên di derheqê vê de di qeydên arşîwa Mîrektiya Bazîd a Osmaniyan de hene. Babê Ehmedê Xanî Îlyas Xanî, di beşa dawiyê ya berhema xwe ya bi navê ’Qissa Şem’un de dema xwe û malbata xwe dide nasîn, vê mijare jî hildide dest. Mîr Abdurrezzak Xanî h.860;m. 1485 de Mirektî kiriye. Ji bilî Mîr Abdurrezzak Xanî, ji bav û kalên Ehmedê Xanî Mîr Hemedan Xanî, Mîr Salih Xanî, Mîr İmadeddin Xani, Mîr Hesen Xanî, Mîr Silêman Xanî, Mîr Rustem Xanî jî li herêmê mîrektî kiriye. Tê zanîn ku Îlyas Xaniyê kurê Şêx Eyaz Xanî, birayên bi navê Azemşêr Xanî, Şêx Elî Xanî û Şêx Yusuf Xanî jî hebûne Qebra Îlyas Xanî û mizgefta wî bi xwe daye çêkirin a bi navê Şêx Îlyas Camî li navçeya Westan a girêdayî Wanê li gundê Şetwanê ye. Dûndeha Îlyas Xanî bi kurê wî Mela Qasim û bi neviyê wî Şêx Muhamed Xanî berdewam kiriye. Xaniyên din jî ji qewmên birayên Şêx Îlyas Xanî Yusuf Xanî, Azemşêr Xanî û Elî Xanî ne. Mela Qasım Xanî, li herêma Amukê ku girêdayî navenda Wanê ye, bi pereyên xwe erdekî mezin û berfireh dikire û malbata Xanî li vê derê ji bo perwerdehî û hîndekariya ciwanên kurd bi navê Zaviye û Kuliya Mela Qasim medreseyeke mezin ava dikin. Di dema niha de ji vî cihê ku bi navê Mela Qasim Xanî tê bîranîn û li kêleka gola Wanê ye gundê Molla Qasim tê gotin. Mela Qasim li gundê bi navê wî tê bibîranîn, Molla Qasim ê gorbihûşt bûye. Di qeydan de jî heye ku kurekî Mela Qasim ê bi navê Muhamed û sê keçên wî yên bi navê Şahnaz, Perwîn û Şirîn jî hene. Kurê Mela Qasim, Muhamed Xanî pênc kurên bi navê Şêx Hesen, Şêx Mîrza, Şêx Ebubekir, Şêx Tahir û Şêx Xalid hebûn. Şêx Hesen li Westanê, Şêx Mîrza li Elbakê, Şêx Ebubekir li Colemêrgê û Şêx Tahir jî li Gozeldere(Xoşeb)ê çûyîne ser dilovaniya xwedê 1616 an di rêwîtiya (şer) Revanê de ji ber neheqiya mîrêmîran ê Wanê yê dewleta Osmaniyan Tekelî Mehmet Paşa ku li Mirê Hekkarî Mîr Yehya û leşkerên kurd hatiye kirin, Tekelî Mehmet Paşa ji aliyê Apê Ehmedê Xanî Azemşêr Xanî ve li nêzîkî gundê Zernakê di şerekî mezin de tê kuştin. Azemşêr Xanî û 72 hevalên ku pêrene jî di vî şerî de tên kuştin. Ji ber vê bûyerê malbata Xanî û eşîreta Xanî axa xwe diterikînin û neçar dibin ku koç bikin. Malbata Xanî û eşîreta Xanî ji herêma Colemêrgê derdikevin belavî Wan, Elbak, Westan, Payîzava, Bazîd, Bedlîs, Çewlig, Cizîr, Xoşeb, Şemzînan, Gever, Amediye, Amed, Erzerom, Muş, Duhok, Zaxo, Karakilise, Silêmaniye, Ormiye, Tehran, Simnan û Suriyê dibin. Piştî bûyera Azemşêr tê jibîrkirin, beşeke Xaniyan vedigerin herêma Elbak û Colemêrgê. Lêkolînerê rêzdar Abdullah Varlı jî, di berhemên xwe de nivîsiye ku eşîreta Xaniyan ji herêma Colemêrg /Çelê ber bi bakur (Serhed) ve koç kirine. Di derheqê belavbûna hinek cihên Xaniyan ev qeyde di destê me de hene: piştî 1700 an li gorî hinek gotinan, ji eşîreta Xaniyan li derdora Bazîdê 300, li Xoşeb û derdora wê 1500, li Ebak (Xavesor û Zernak) û derdora wê 1700, li Colemêrgê jî 4000 xane hene. Her wiha ji eşîreta Xaniyan nêzî 1000 kesan jî koçî axa Surî, Îran û Iraqê kirine.

 

Berdewamî heye…

XELAT