KAZIMÊ COTKAR

KAZIMÊ COTKAR

Nivîskar: Salih Heydo

Zilamekî kurd ji bakurrê kurdistanê,devera Êlihê navê wî Kazim bû,di salên 1950 an de dihata binxetê,gundê Girhesar cotkariya hecî Birahîmê Elî Ûniskê dikir,lewra gundiya jê hezdikirin û rêz û rûmeta wî digirtin,çiku karê wî tekûz û durist bû û him jî oldar bû,lewra dema terektor ketin deverê û cotê qanitiran û gîsin hate hilanîn û ji kar ket,êdî Kazim bû ajokarê terektorê û kar-marê hesinê wan dikir,lê , gundiyan nizanî bûn ku Kazim li ser kîjan rêkê ye û di çi partiyê de ye? Lê roj li rojan ketin,meh li mehan ketin,sal li salan ketin,heya sala 2005 dihate gund.

Lewra gundiyan jê pirs û pirsiyarên rewşa kurdan û bakurrê kurdistanê dikirin,lê kazim qet milletperwerî û welatparêzî pêre tunebû û ne dilêşê kurd û kurdistanê bû?! Piştî ew naskirin ku hevalê Tanso Çîler e ,nema yekcar guh danê û ew rêz û rûmeta ku ji Girhesariyan didît hemî bû nifret û zikdirrî,nemaze dema taximê Fenerbexçe yê şepyê bi taximê Elmaniyayê re dilîst û Fenerbexçe bi binket di hingî de xortên gundiyan kêf û şahî kirin û ji Kazim re gotin: We xwe dît ne bê Elemaniya çi bi serê Taxima Tanso kir ne?!û pêre jî kola anîn û ji kêfan re dane destên hev û di bin destê xwe re şûşeyek dane destê wî.

Çawa şûşe jê re anîn hema Kazim yekser û bi hêrs li wan vegerrand û got: Rakin ez Qola we venaxum!Lewra bû reşê berçavên zarokan û hemî gundiyan û zarokên Girhesariyan hemî lê kom dibûn û li dora wî diçûn û dihatin,di bin çavan re lê dinêrîn û ew bi xinizî û bêbextiyê tometbar dikirin û henekên xwe bi ser û siketên wî dikirin û digotin: Ha Kazimê bêbext! Madem tu ne kurd î û ne dilêşê milletê xwe yî û tu hevalê partiya Tanso Çîler e,êdî tu li vê derê li çî xwe diger e?Ma tu nizane ku ew partî dijminê koka kurdaye,kanî ji me re bibêje tu bi çi rûyê tê gundê me Girhesar?

Û bi van gotinên tûj û serhevdeyan ew didane ber xwe û qeşmeriyên xwe bi wî û partiya wî dikirin,Her wiha carinan zilaman jî gotin didan rûyê wî digotin: Kazimê bêbext! Heger me ji pêşî de zanîba ku tu hevalê Tanso ye û dijminê miletê xwe ye ma me dihişt ku tu pêlî vî gundî bike? Heyfa nan û ava vî gundî ku te vexwariye,bi xwedê em pir di te de şaş çûn? Lê kanî ji me re bibêje  çima tu hevalê partiya Tanso ye?

Kazim jî li wan vedigerrand digot : Ez hevalê partiya Tanso me ji ber axê hevalê wê ye û ez jî hevalê axê me! Û zarok jî bi dû diketin û bi niçan û rexneyên tûj ew navno dikirin heya rê ji ber digirtin,lewra Kazim nema dizanî bû çi bibêje û çi bersivê bide,hema li wan vedigerrand û digot : De lawo,hema bera weke we be!

Xelat