MELE SEYÎDXAN Û HECÎ

MELE SEYÎDXAN Û HECÎ

Berhevker: M. Emin Aslan

Sal 1988 e. Elektirik nû hatîye. Li welat gundî tesîsatê malên xwe didin kêşandin. Mele Seyidxan li gundên Qereyazyê karê tesîsatê elektirîkê dike. Hecîyek zor tima dibêje:"mele ka karê me yê elektirîkêjî bike, heqê te çibibe ezê bidim te." Mele Seyidxan tesisatê hecî dikişîne û hecî heqê wî nadê. Zor diçe tê, pere ji hecî dernaê. Salek di sere derbasdibe. Rojek mele Sedîxan diçe mala hecî. Li derî dide û diçe hundur. Hecî di nav nivînadaye. Bê merhebatî dibêje:"mele tu tiştê waha zanî; tilya min zor werimîye. Ka mêzeke!" Zingin ji serê mele tê. Tilya wî digrê û dide nav destê xwe û rasto çepo lê mêzedeke. Bi xef dibêje: "Ka ez derdek bêderman têxim canê hecî. Hemî perê min nade. Hecî, malamin xerabe, sed yazıx û sed Korayî, ez ji tere bêjim "tu netirse tu kansêrî!" Divê bi lez û bez tu tilya xwe bidî jêkirin. Ger na ewê bavêje cîgerê te ú te bikuje!" Hecî ji ber timatyê naçûye doxtor. Dema hecî dengê mirinê dibîhîze, panikdibe û bi lez û bez gazî zarên xwe dike: "kuro ka gazî birayên min bikin! Bi lez û bez motorê qoşkinin!

Min bibin doxtor. Ez zor halxerabim." Zarok tevdîra hecî dibînin. Hinek kincê wî hazirdikin, hinek motorê tînin... Mele dibêje:"halê hecî zor xerabe. Rengê miryan pêdikeve. Ez bawerim ji vî derbê xelasî tune." Mele dibêje û ji hundur difizirîne û derdikeve derê malê. Bi xwe ji xwe re dibêje:"bawerkim derbê ji te girt. Min xemek xist dilê te. Teqez tu bi vî xemê dimrî. Madem te pere min neda. Pere ne ji min re nejî ji tere. Ez naxum bi wî xwirdî. Teqez tuyê bimrî bi wî derdî. Hecî diçe û nazivire.

 XELAT