Bi kurtî wek xwênereke wêje û zimanhez

Bi kurtî wek xwênereke wêje û zimanhez

Nivîskar: Merwa Birîm

Di çaremîn pêşbirka helbesta Kurdî ya ciwanan de, ku HRRK lidarxistibû, piştî min dosêya helbestên beşdar kûr xwend, ez gelek dilinya bûm ku wêjeya Kurdî bi taybetî helbest, sibehine dûr ji pêşerojê dûrtir bi roniyeke pîroz vêdixîne, û helbesta Kurdî ya nûjen di asteke bilind de difire.

Helbesta xelata yekemîn wergitiye

 "MEFER JI TE TUNE YE"

Navnîşan xefikeke bi hosteyî hatiye vegirtin, dilê xwêner bernade, tevî peyva yekem Erebî ye, lê lîngelîngeke têvel ji hevokê derçû, ew jî dengê ku di kûrahiya ristvanan de xwe diveşêre, di hin helbestan de ketî ye, û di hindekên din de wek helbesta Diyala Elî bi zelalî bi hêminî dizêvire dilan:

Wek çawa valehiyê jiyana min dadigirt

Ez wisa bi te dagirtî bûm

Ev du malikên destpêka*

 Helbestê, ku du diberîtiyan lihev tîne, navnîşanê bi firehî şîrove dike, helbestvana me valehî bi tenê nehişt bi lez bi dagirtinê dorpêç kir:

*Dema derfet di destên min de nediman

Siya te ya dûr, ya ricifî xwe li min badida*

*Bostek di navbera min û te de hebû

Kelemek

Êşek û bîrek hebû*

Bi va şêweyî li seranserî helbestê, bîrdanka bi dilsoziyê hatiye avdan dike das, û tiştên navber diçine û di helbesta xwe de cardin diçîne:

Buharek di navbera min û te de mabû

 li pey Buharê dengê kenê te yê nîvçokirî

 temenê dozekê radigihand*

Bi kurtî Sofiya deşta Dêrka Hemko, peyv, hestên zelal û rast, zimanekî helbestî nazik, û wêneyên xweşik kirine aho û têr li mêrgên sipê çêrandine, û helbesta xwe bi teşiya serkeftinê ristiye:

*Hewş û qorzîkên malê timî navê te digotin

û bi xurtî derî li min digirtin

bablîsokê jêmayên te li ber min radixistin

û min jî xwe ji te re hildiweşand*

lewma mefer jê tune bû, lewma helbesta ji dil hatiye nivîsandin, cudahiyê nake navbera dildar û welatan.

Tenê peyva nîgaş şaş hatiye bikaranîn.

Rawestandineke min li gel

"BEZA BER BI AZADIYÊ VE"  jî heye.

 

XELAT/ Jêder: Hrrk Rojava