Gerekê bêne parastin

Nivîskar: Dr. Eskerê Boyîk
ROJAVAYÊ KURDISTANÊ, di salên heyîtiya xwe yan dijwer da, gavên pir hêja, wêrek û xurt di pêșdabirina rewșenbîrya kurdî, parastina ziman û çanda netewî da avîtin …
Ȋdarên perwerdê, xwendinê ji despêkê heta yên here bilind Kurdî bûn.
Kadirên netewî yên asta here bilind dihatin hazirkirin… Edebyet, rojnemevanî, hunermendî, tîatro, sînemevanî, weșenvanî... ketine ser rêya netewî.
Hîme deshilatdarya perwerde, çand û rewșenbîrya netewî bi ruh û zimanê dê hate danîn… Ûnîvêrsîtêt, Akadênya…
Eva xewna gelê Kurd ya bi dewranan bû.
Dagerkiran, bi dewranan ev rê li ber gelê Kurd birî bûn, ku evdê kurd tim cahil bimîne, warê rewshenbrî da jî koletya wan bike...
Hêzên kurd, yên îro bi biryar, gerekê vê pêvajoya hevdîtina da li Șamê , bi xurtî wan destanînan xweyî derkevin û biparêzin.
21.12.2024
XELAT