Jivanê Kewê- Paşeroja Wergêranê

Jivanê Kewê- Paşeroja Wergêranê

Mijara xeleka bernama (Jivanê Kewê) ku li kanala Esmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin , vê carê li ser paşeroja wergêran bûye li gel nivîser û wergêr (Sadiq Salih).

 Nivîser û wergêr (Sadiq Salih) behsa dîroka wergêranê kir û diyar kir ku, dîroka wergêranê vedigere serdemên navîn, ew jî pêwîstiyek bûye ji ber ku civaka mirovahiyê bi zimanên cuda cuda diaxivin û dinivîsin ji ber wê yekê jî pêwîstî bi wergêranê hebûye di diroka mirovatiyê de daku civak aşna bin bi zaniest û ramanên hevûdu.

Sadiq Salih, amaje bi wê yekê jî kir ku, ji bo veguhêstin û têgihêştina raman û keltur û zanistê pêdivî bi hin kesan hebûye ku şarezabûne di zimanan û ji wan re hatiye gotin (wergêr) û gelek welat bi rêya veguhastina raman û zanistê berev pêşkeftinê çûnê.

Diyar jî kir, wergêr amrazek bûye jibo têgihêştinê nasnama netewî û nasnama kelturî, wergêrê roleka gelekî giring û çalak dîtiye bo vê veguhastinê. Her weha pirtûkên destpêkê ku hatine wergêrandin di diroka mirovahiyê de (Destana Gilgamêş û Tewrat û Incîl) bûye û nivîsîn di destpêkê de li Mezopotamiya destpê kiriye.

Her weha behsa curên wergêranê hate kirin û cudahiyên wê di navbera wergêrandina nivîsên yasayî û dadwerî û wergêrandina helbest û karên wêjeyî de.

Tevahiyê xelekê di vê lînkê de temaşe bikin:

https://www.gksat.tv/barnamakan_details.aspx?jimare=107

Sekoya Kurmancî