Raporek li ser rewşa kurmancî

Raporek li ser rewşa kurmancî

Nivîskar: Silêman Demir

 

Zimanê me kurmacî, li ser bingehê kar û jîyana gundan û koçeriyê ava bûbû. Ji salên 1960î pê ve hêvî, derfet û alavên jiyana gelek kurdan hatin guhertin; gelekan ji ber feqîrî û zordariyê, bi hêviya peydekirina jiyaneke xweştir, ji gundan û bajarokên ku jiyana wan jî wek a gundan bû, bar kirin bajarên mezin. Hin çûn heta nav tirkan.

Wê koç û barkirina kurdan gelek salan bêrawest dewam kir û demografiya welatê me hat guhertin; kurdan bajar mezin kirin. Kurmanciya me ya ku ne bi perwerde û xwendinê ava bûbû, bi wî awayî li ba wê girseya kurdan, ku ji salên 1970 pê ve êdî gelek milyon bûn, ji jîngeha xwe dûr ket, ew rehên jiyanê yên rexd li bajaran zû qut bûn û herifîn. Lewra kurnmaciya kar û jiyana gundan û a jîyana li bajaran li hev nedikirin. Û wê gavê zarok zû fêrî tirkî bûn û bi tirkî qise kirin, mezin jî ketin qahwan û li hevalên nû geriyan. Ji ber ku her hinan ji wan ji devereke cuda hatibûn, bi devokên cuda qise dikirin, zimanê wan ê qisekirinê û ji hev famkirinê bû tirkî; li taxên kurdan jî bi alîkariya gotinên tirkî, bû kurdiyeke xerabe ya bi gelek gotinên tirkî. Bêyî ku gelek sal derbas bibin, wî zimanî bandora xwe li ser zimanê gundan jî kir; li gundan jî xelkê dest pê kir û bi wî zimanê bajarî qise kirin. Li hin bajaran kurmanc û zaza pêrgî hev bûn û yekser bi tirkî peyivîn.

Ew barkirina kurdan a bajaran bû sedema ku çelqeke neyînî, ango pêleke hejandinê li zimanê me bikeve; ji ber ku xwendin û perwerdeyî bi kurdî tune bû, ziman ji rehên xwe ve hejiya. Sîyaseta dewletê ya asîmîlasyonê û şerê bêber ê xwedêgiravî ji bo kurdan ê ji salên 1984an pê ve, ev yek kûrtir û xerabtir kir. Lewra wê demê îcarê gelektir kurdên ku bi ziman û jiyana gundan qaîl bûbûn û li gundan mabûn jî reviyan bajaran; gelek jê reviyan heta hêla tirkan. Wê gavê û bi wê yekê, bingehê karên proseya têkbirina kurdan temam bûn; êdî kurd, ziman û welat ji hev de ketin.

Mixabin bi vê yekê re jiyaneke bê ser û ber derket ber kurdan; kurd ji civatbûnê de ketin; man ji xwe re me re; û helbet zimanê jiyaneke wilo jî, bê ser û ber e. Jiyan û zimanekî wilo, bandoreke neyînî li hêza mejî a afirandina ramana rast û peydekirina rêya rast jî dike; ango kurd, ne ji hêla zimên tenê ve hatin lawazkirin û tazîkirin, lê ji hêla rêxistina civatî û mejî ve jî hatin bêçekirin. Bi min, loma jî hin xêrnexwaz, karin kurdan wek pez bidin dû xwe û bi vir de û wir de bibin. 

Jiyana kurdan a di vê rev û barkirinê de, çi û kurmanciyeke çawa derxist ber me: mixabin ji hêla wateya felsefî û dîrokî ve xerabûn û bêaramiyeke metirsîdar ket şiyana me ya fêrbûn û bikaranîna zimên-kurmancî. Ev, ew e ku kurd niha nema karin stûnên zimên ên bingehîn, 1-ên fêrbûn, qisekirinê û fonolojîyê (telafuz), 2-gramatikê (rêzimanê), 3-semantikê (dîtina hêza watedariya gotinê û peyivînê), 4-pragmatîka zimên (hêza bikaranîna zimên a bi bandor) baş û rast bi kar bînin. Ev têgeh, stûn û pêdiviyên fêrbûn û bikaranîna zimanan ên unîversal in, ango gerdûnî ne û pêdiviyên hemû ziman, miletan û kesan in. Mixabin bi wê çelqa ku li zimanê me ket re, em wek milet daxistin ast û halê kesên ku ji çêbûnê ve xwediyên wê kêmanîya disgrafî ne.

Gava rewş ev be, rastî jî wek li jêr e: gava em mirov dipeyivin ya jî dinivîsin, ferq nake em kurd in, ereb in, rûs in ya jî Îngiliz in, em bi bingehîn sisê fonksiyonên, ango karên bi zimên bi kar tînin: ew jî ev her sisê ne: 1- gotin û ragihandina agahdariyan, 2- hişyarkirin û xwestin, 3- ragihandina his û hestan.

Li tirkiyê mixabin niha hindik kurd karin vê hêza zimên, a ku min li jor rave kir, bi kar bînin. Lewra niha piraniya kurdan bes tenê karin xwe bi kurdî bidin famkirin û ne zêdetir. Lê piraniya kurdan li tirkiyê zimanê tirkî wek zimanê qisekirina rojane bijartine û bi tirkî qise dikin; zimanê sûk û bazaran, tirkî ye. Bajarên me yên mezin û navdar, zimanê wan tirkî ye. Çend navçeyên me heta sala 2014-15 an hîna kurd bûn, jîyan bi kurdî bû, lê xwestin wan jî bi şerê xendekan ê li nav bajaran têk bibin. Niha 95% zarokên di temenê berî dibistanê de, bi kurdî nizanin, lewra dê û bav wan fêrî tirkî tenê dikin. Ez dibihîzim û dibînim ku hêviya wan di kurdî de nemaye. Dibêjin; me mala ji bo kurdî û kurdbûnê xerab kir, bes e. Bidin aqilan bê 20 salên din wê rewş çawa be. Zarokên Bitlîsê ên wek van zarokên ez niha bahsa wan dikim, niha mezin in, bi tirkî tenê zanin û dibêjin ku ew tirk in. Lewra li wir û gelek deverên din, xelk zûtir bi zarokên xwe re bi tirkî axivîn, ew bi zimanê tirkî mezin kirin. Li tirkiyê rewş ev e; û kurdan zimanê xwe hiştine ji ûjdanê dewletê û vê dîrok û vê rewşa dijwar re. 

Min di salên lêkolînên van bûyerên di derbarê zimanê me de, ev kêşe dîtin û bihîstin. Lê ez dîsa jî bi temamî ne hêvîşkestî me. Hêviya min bi xwe di derbarê jiyandin û parastina kurmancî de, di başûrê welatê me de ye. Lewra kurd li wir xwediyên desthilata siyasî ne, ew civatê wek dewletekê bi rê ve dibin; û kurmancî li Behdînan zimanê jiyanê ye; serok û rêvebirên herî xwedî bandor ji wir in û kurmanc in. Ev ji bo pêşeroja kurmancî derfeteke zêrîn e; lê em niha li wir çi dibînin; gel hîna bi kurmancî qise dike, lê rêvebir û rayedarên civatî û siyasî dest ji kurmancî berdane û bi soranî qise dikin; lê hêvî dîsa li wir e; lewra karîn û derfet li wir in. Bila gotina min a di derbarê soranî de şaş neyê famkirin, bila soranî xurt bibe, bila geş bibe, xurtbûna soranî ji berjewendiya me ye, lê bila kumancî têk neçe; dendika vê gotina min ev e. Lê mixabin yeka ku siyasetvan dikin, tê wateya ku kurmancî ji rewacê tê derxistin; û loma jî wê wek li bakur bê serê kurmancî, ango heta bîst salan, wê li bakur zimanê civatê bi temamî bibe tirkî û li başûr jî bibe soranî. Û ev, tê maneya ku kurmancî têk diçe û zazakî jî bi xwe re dixe. Bi hêviya ku serok û siyasetvanên me vê yekê ji bîrê nekin.

Lê gotineke kurdan heye: dibêjin; heger derd hebin, derman jî hene. Divê derman ji bo vê yekê jî hebin. Lê bi kesan û teke kesan ev derman nayên peydekirin û gêşkirin. Divê em kurd di vê derbarê de gelek salên dahatûyê hesab bikin û bibînin û diyar bikin bê çi tiştên neyînî ku dikarin bibin û çi jî karên ku divê ji bo zimên bên kirin hene. Divê sazî vê yekê bikin; divê dewlet vê yekê bike, ew dewlet, başûr bi xwe ye, divê dewleta Başûr vê yekê bike; divê ew saziyan ava bike, bide destê zanayên vê yekê û vî karî bide ber wan, da ku ew li bakur û başûr li rê û dermanên parastin, rizgarkirina û geşkirina kurmancî bigerin. Ev kar, karekî lezgîn e.

Tirkan berî sed salan zimanek ava kirin. Çawa kirin: dezgeha zimên ava kirin, zana jê re peyde kirin, armanc ji wan re eşkere kirin û gotin de fermo tirkî ava û tekûz bikin. Wan û dewletê bi hev re ew kar dan ber zana û nivîskaran, dan ber kompanî û bankan û xebat geş kirin. Ew karê wan niha hîna jî berdewam e.

Desthilata Başûr dewletek e, heger ew dewlet karekî wilo li başûr û bakur nede ber xwe û destpêkirin, parastin û rizgarkirina kurmancî, bi me nivîskaran tenê, ne pêkan e, nabe.

Herî dawî; niha em bi zimanê xwe hene, heger zimanê me here, em jî tune ne. Heger kurmanc li başûr bibin soran jî, welatê wan dimîne; lê heger kurd li bakur bibin tirk, tiştekî wan namîne û kurd li hemû deveran lawaz dibin.

Sibata 2026an li Dihokê

Kovara Zimanê Dayîkê 6

 

Xelat