Jiyana Bavê Selah bi kurtî
Nivîskar: Şêrzad Efrînî
Bavê Selah di sala 1952an de li gundê Gurda, herêma Efrînê ji dayîk bûye. Di destpêka zaroktiya xwe de fêrî stranan dibe. Diya Bavê Selah ew fêrî stranan dikir ji ber ku wê gelek stran ji bavê xwe ( Îbramê Tirko ) li ezber kiribûn, bandora dayika wî gelekî lê bibû û her wiha li gundê Gorda Oda dengbêjan hebû li wir gelek dengbêj dihatin û sitran digotin.
Dema temenê Bavê Selah dibe 9 salî, ew her roj diçe gundê Kora ji bo ku fêrî Amûra tembûrê bibe li ber destê Adîkê.
Wek ku tê gotin Bavê Selah di demeke kurt de fêrî tembûrê dibe, Bavê Selah bi rengekî fermî dest bi strana kir û di şahiyên gundê xwe de û li herêmê wî stran û şevbihêrk li dar dixistin.
Ji ber ku rewşa diravî ya Bavê Selah ne baş bû, ji gundê xwe Gorda bardike û berê xwe dide bajarê Helebê û li wir dest bi karê hesinkariyê dike.
Li Helebê di sala 1984 de Bavê Selah tevlî Koma Armanc dibe û bi hevalên xwe re yên di Koma Armanc de dest bi tomarkirina kasêtan dike û di kasêta 4 çaran de Bavê Selah dastana Delal tomar dike û gelekî deng dide.
Wek ku tê zanîn Bavê Selah ji bilî stranan, helbestan jî dinivîsîne. Tevî ku tu dezgeh tinene ku kultûr û destanên kevnar biparêzin û binivîsînin, Bavê Selah her çend sala kasêtek tomar dikir bê ku tu kes alîkariya wî bike.
Bavê Selah di jiyana xwe de çend caran tê binçavkirin û wî dixin zindanê. Cara dawiyê 2 heyvan di zindanê de dimîne.
Bavê Selah seredana Ewropayê jî kirî û li Ewropa gelek konser û şevbihêrk li dar xistine, herwiha li welatin din wek : Libnan, Urdin, Rûsiya, Îmarat û kurdistana başûr û bakor li şahî û newroza beşdar bûye Jiyana Bavê Selah û rewşa ku ew tê re derbas bûye gelekî zehmet bû lê pir bihêz bû û ne diwestiya.
Bavê Selah gelek stran û kasêt tomar kirine wek, Delal, Cebelî, Şêx Seîd, Dewrêşê Ebdî, Xec û Siyamend, Gênc Osman, Heycanê, Bavê Koroxlî û gelek stranên folklorî dane sitranbêjan.
Bavê Selah komek zarokan damezrand û kasêtek ji wan re tomarkir bi navê ( Koma perwane )
Her wiha Dîwanek wî yê helbesta jî heye bi navê ( Landika min)
Bavê Selah di roja 14, 7 , 2016 an de koça dawî dike li bajarê Efrînê û wî vedigerînin gundê Gorda binax dikin.
XELAT
