Min çawa dest bi nivîsandinê kir?

Min çawa dest bi nivîsandinê kir?

Gelawêj Xanim ji me re çîroka destpêkirina xwe bi nivîsandinê bi vî awayî vedibêje.

Min çawa dest bi nivîsîna pirtûk û romanan kir… tê bîra min dema ez taze çûbûme dibîstanê min pênûs û defterên xwe rêz dikirin û min ji ber xwe ve li gel wan diaxivîm û min bi wan re şer dikir û li hev dihatim, diyare ez li şûna wan diaxivîm, ew diyar bû ku min ji zarokatiya xwe de hestê min yê romanê di nava min de hebûye min pir ji pênûs û defter û nivîsînê hez dikir, ji wî demî ve û heta dema ku ez mezin bûm min yekem nameya matmayîna xwe ji bo xanim Sebah ya stranbêj nivîsî ku bibû aktera sînema û yekem filîma xwe derxistibû bi navê (Al-Qelb Lehu Wahêd) min gelekî jê hezdikir û hertim stranên wê li ser devê min bû.

Dilê min jî gelekî xweş bû dema min dît ku nameya min di kovara (Sînema û kovara Kewkebî) ya Misrî de hatibû belav kirinê, gelekî kêfa min hat, her weha di temenê xwe yê biçûk de min yek roman xwend bi navê (Yewmiyat Naêb Fî Al- Aryaf) ya nivîskarê gelekî mezin yê Misrî (Tofîq Al- Hekîm) ku ez pir pê matmayî bûm bi şêwazê nivîsîna wî ku gelekî hêsan diçû mejî û derûnê xelkê û gelekî kêfa min ji şêwazê nivîsîna wî re dihat û jê fêrbûm, her weha ez matmayî bûm bi nivîsînên (Maksîm Gorkî) û gelekî bo dilê min bûn, çûnkî ez ji nivîsekê hez nakim ku her peregerafekê bixwînî divê bangî kesekî bike daku ji tere vebêjî.

Dûvre jî piştî nemana şoreşa Kurd di sala 1975`an û derbederiyê, me berê xwe da Londonê û beriya wê jî du caran bi penaberî li Îranê bûn, li wê derê ez fêrî zimanê Farisî bûm, ku ez pir keyfxweş bûm, çûnkî ez pir ji Îranê hez dikim, her weha wêjeya Îranê li cem min pir xweşe  û piştî wê jî min dest bi nivîsîna pirtûk û romanê kir, min bi xwe pirtûka (Dozên Îdarî) ya Ezîz Nasîn ji farisî wergerand kurdî, li Londonê em hinekî aram bûn û bê tirs me zarokên xwe şandin dibîstanê, piştî ku em hinekî bi ser xwe ve hatin zarokên me hûrbûn nedikarîn biçin dibîstanê û şiyana me ku em bi taksiyê hatûçûnê bikin tunebû, ji ber wê jî bilez û bez û bi zorê min xwe fêrî şofêriyê kir, her çiqas gotin ku li vir zehmete  lê belê min guh nedayê û ez netirsiyam, digel wê jî de Ingilîziya min baş nebû li wê derê li dibîstanê bi xwendinê em zêdetir fêr bibûn, lê belê xweşewîstê min bavê Hêro (mebest Îbrahîm Ehmed) pişta min girt û got, tuyê her fêr bibî, li dawiyê spas bo Xwedê zêdetirî 35 salan min li Londonê şofêrî kir.

Di gel wê de jî ku em hindekî aram bûn lê belê dûriya ji welat û xem û xefetên şoreşgeran li çiya û di bin êrişên balafirên şer yên hikûmeta Sedam de ku dilê me li cem malên pêşmergeyên qehreman û Mam Celal giyan û Hêro giyan bû, ku ewan jî her wek pêşmergeyan bûn, îdî hêdî hêdî pêrîşan bûm û ez her digiriyam bi taybetî dema ku faks û nûçeyên nexweş digihêştin destê me.

Bi rastî ji bilî ew xema dûriya ji welat û dilê min li cem pêşmerge û Hêro û Mam Celal bû, hestê xerîbiyê karîgeriya xwe pir li ser min dikir, ez her digiriyam û bi rastî çi rûdan û karesatek bi qasî xerîbiyê kujer nîne, ji ber wê yekê jî hinava min û derûnê min livîn û min yekem hestê xwe li ser kaxezê danî û ew jî ewbû ku min got, (Kurdistana min a delal ez piştî Xwedê perestê te me, ji bo te pir pêrîşanim, hestên min li cem tene, ti bajar û welat ti xweşî têde tune ye û ti hêvî nikarin yek kêlîkê te ji bîra min dûr bixin û tu her di bîra min dayî ey cihê bav û bapîrên min).  

Gelawêj Salih Fetah ku hilgirê naznavê Gelawêje, ji dayîkbûya 6 îlonê 1930`an li bajarê Musilê ye, ji malbateke kurdperwer û têkoşer û nîştîman perwer hatiye dunyayê. Eşîra bavê wê (Qûçebegê), ku yek ji eşîrên bi navûbang û resan û kevnar ya Bakûrê kurdistanê ye. Bapîrê (bavê dayîkê) ku efserekî dewleta Osmanî bû, di şerê cîhanê yê yekem de şehîd dibe. Xalê wê Mihemed ku hevalekî nêzîkî Ebdulkerîm Qasim bû, yek ji şoreşgerên şoreşa 14`ê temûzê bûye, xalê wê Hemze Ebdula mafperwer û siyasetmedar û damezrênerê Partiya Demokrata Kurdistanê û yekem sekreterê wê partiyê bû. Di sala 1947`an Gelawêj Xanim hevsergîriyê li gel bîrmend û nivîskar û siyasetmedarê mezin Îbrahîm Ehmed dike, Mam Celal ji ber hevsergîriyê digel keça wê ya mezin Hêro Xan dike ji berê zêdetir tevlî malbatê dibe, bi egera karê xwe yê siyasî û hevalîniya xwe ligel Hemze Ebdulah û Îbrahîm Ehmed gelekî xurt bû. Gelawêj Xanim xwediya nêzîkî 27 berhemane ku piraniya wan ji çîrok û romanin.

XELAT