Mam Celal li parlemana Tirkiyeyê

Mam Celal li parlemana Tirkiyeyê

Mezintirîn partiya Kurd li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bi boneya 7`mîn salvegera koça dawî ya Serokê rewanşad Mam Celal Talebanî ji nava parlemana Tirkiyeyê peyama xwe şand û giyanê rewanşad Mam Celal silav kir.

Serokê fraksyona DEM Partiyê Sirrî Sakik di parlemana Tirkiyê de axivî û got: Mam Celal apê Kurdana û yek ji giringtirîn kesayetiyên siyasî ên Rojhilata Navîne û weku serokomarê Êraqê jî rola xwe ya serekî hebûye û sedemek giring bûye ji bo berqerarbûna aştiyê li rojhilata navîn.

Tekez jî kir û got: Mam Celal hemû jiyana xwe wek pêşmerge li çiyayên Kurdistanê derbas kir û li dijî stemkarî û faşîzmê tekoşîna xwe berdewam kiriye û piştre jî wek serokomarê Êraqê rola xwe lîstiye ji bo aştiyê ku di sala 1993an her yek li (Mam Celal û Turgut Ozal) endazyarê qonaxa agirbestê bûnê.

Sirrî Sakik bi vê boneyê Mam Celal bibîr anî û silavên xwe ji bo giyanê rewanşad şandin.

 

XELAT