Giringiya Konferansa Ragihandinê ji bo Beşên din ên Kurdistanê
Nivîskar û Çavdêra Siyasî (Şino Hîranî) ragihand ku, xebata ragihandinê xebatekî gelekî giringe ku desthilata çaremîn û duyemîn konferansa borda ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê bi awayekî modern hate lidarxistin û biryarên baş hatine standinê.
Şino Hîranî bû mêvana (Bernama Xelata Kurmanca) ku li radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandin û bal kişand ser wê yekê ku, şêwazara kurmancî di ragihandinê de hatine paşguh xistinê ji bo wê jî di duyemîn konferansa borda ragihandinê de ew yek hate nîqaş kirin ku zêdetir di pêşerojê de ew dewlemendiya çandî û kulturî ya kurdan û kurmanca li her çar parçeyên Kurdistanê û her weha li Qefqasiya û sovyeta berê û gelek hunermendên navdar yên Kurd hene ku xelkê me li başûrê Kurdistanê nas nakin mirov dikare bi rêya van bernameyan de naskirinek giştî çêbike.
Ji aliyê xwe ve rojnamevan Hozan Efrînî bal kişand ser wê yekê ku niha malper û rojnameya Xelatê pêwendiyên baş li gel Kurdên li Qefqasiya û Sovyeta Berê çêkirine û kar û çalakiyên wan têne weşandin.
Di wê derbarê de mamosta Şino Hîranî bal kişand ser kultura dewlemend ya Kurdên Qefqasya li Gurcistan û Kazaxistan û Ermenistanê û diyar jî kir ku divê komcivînên berfereh bên amade kirin ji bo nêzîk kirina çanda kurdan.
Hozan Efrînî behsa serdana Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê komela Ronahî rêzdar (Zaza Kelaşov) ku mêvandariya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû kir. Zaza Kelaşov di axaftinên xwe behsa giringîdana Mam Celal bi Kurdên parçeyên dinê kir û daxwaza wê yekê kir ku YNK`ê dîsa weku berê giringî bide hemû kurdan.
Şino Hîranî jî behsa giringîdana Serokê rewanşad Mam Celal ji kurdên her çar parçeyên Kurdistanê kir û got, hêvîdarim rojname û malpera Xelatê zêdetir pêş bikeve û giringîdanek zêdetir were dayîn daku bi rêya wê çanda û kultura hemû kurdan bên komkirin û kurd nêzîk hevdu bibin.
Şino Hîranî tekez kir û got; Mam Celal serkirdeyekî hemdem û pêwîstiyek bû her weha xwedî doza gelê Kurdistanê bû li ser astê giştî, Mam Celal taybetmendiya xwe ew bû ku temsîla doza hemû kurdan bi giştî dikir, Mam Celal temsîla doza neteweyekê dikir ku jêre tê gotin netewa kurd.
XELAT
