Her meh nêzî 20 hezar geştiyar serdana Muzexaneya Amedê dikin
Muzeya Neteweyî ya Amedê di mala dîrokî ya malbata Cemîl Paşa de ye, ku di sedsala 16an de hatiye avakirin û di sala 1881`an avahiya wê hatiye fereh kirin. Di sala 2015'an de weke Muze û Arşîva Neteweyî ya Amedê hatiye bikaranîn.
Her sal gelek geştyar ji Kurdistan û deverên din serdana wê dikin. Her tûrîstek ku bixwaze hemî beşên muzeyê bibîne,Divê hefteyek bidome.
Muzexane ji 40 jûreyan pêk tê û çend beşên cuda dihewîne, ku ji bo destnivîs, tiştên dîrokî û arkeolojîk hatine veqetandin.
Rêvebira mûzexaneya Amedê Zeynep Yaş ji rojnameya Kurdistan Nwê re got: Muzeya Neteweyî ya Amedê li mala Cemîl Paşa ye ku di sedsala 16an de hatiye avakirin û ji sê beşan pêk tê. Di sala 1881 de, beşek din hat zêdekirin. Herwiha mezintirîn xanî ye li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê û li ser 2 hezar metrekare hatiye avakirin. Berê dora 80 ode hebûn lê niha tenê 40 ode mane. Di sala 2015an de li Amedê wek muzexane hat vekirin û ez yek ji damezrînerên vê muzexaneyê me.

Zeynep Yaş got jî: "Muze li ser ansîklopedî, arşîvên bajêr û giştpirsiya dîrokî ya Amedê hatiye avakirin.
Nêzî 2000 berhemên dîrokî û destnivîsên li ser Amed û gelê wê hene. Di arşîvan de baweriya qedîm a gelê Amedê, perwerde, çand, huner, folklor, amûrên muzîkê, amûrên çandiniyê, pîşesazî û nûjeniya gelê Amedê û pêşketina bajêr tê vegotin. "
Yaş diyar jî kir ku, bûyerên dîrokî yên li bajêr qewimîne. Beşek ji muzexaneyê ji bo arşîvên malbata Cemîl Paşa hatiye veqetandin û dîroka malbata wan vedibêje, ku di pêşketina bajêr de rolek girîng lîstiye.
Muze dîrok û çanda hemû gelên ku li Amedê jiyane bê cudahî vedibêje.
Her weha Zeyneb Yaş dibêje jî: Her meh nêzî 20 hezar geştiyar ji Kurdistan, Tirkiye û welatên din serdana Muzeya Neteweyî ya Amedê dikin. Ji bo pêşwazîkirina geştiyaran me hemû hewldan kir û ji ber ku muzexaneyeke geştiyariyê ye ji bo Şaredariya Amedê xizmeteke bêpere ye.
Dîroka hin destnivîsan zêdetirî çarsed sal in. Her destnivîs û materyalên dîrokî yên di muzeyê de xwedî agahiyên xwe yên dîrokî ne û bi zanistî tê qebûlkirin.Malbata Cemîl Paşa jî gelek piştgirîya me dikin.
Hêjayî gotinê ye ku malbata Cemîl Paşa ji eşîra Ezîzîn e û pismamên malbata welatparêz a mîrên Bedirxaniyan in. Ji girava Botanê koçî Amedê kirin. Ev malbat di sedsalên 19 û 20an de bi kurdayetî û piştevaniya doza kurdî li Bakurê Kurdistanê dihat naskirin. Nêzîkî sê caran ji malên xwe hatin koçberkirin.
Di sala 1927an de di avakirina Komeleya Xuyîbûn û çend rêxistinên din ên Bakurê Kurdistanê de cih girtin. Ekrem Cemîl Paşa, ji ber meqamên xwe, bi salan li Şamê û herêma Dirbêsî ya Rojavayê Kurdistanê penaber bû. Li Rojavayê Kurdistanê karê bijîşkî dikir û alîkariya nexweş û hejarên Rojavayê Kurdistanê dikir.

XELAT
