Kemal Seydo: Divê gelê me li dijî tawanan dengê xwe bighînin cîhanê

Kemal Seydo: Divê gelê me li dijî tawanan dengê xwe bighînin cîhanê

Berpirsê komeleya karûbarê Rojhilata Navîn bo berevanîkirina li netewên gef lê xwarî ya ser bi komeleyeke mafê mirovan ya Almanî ye (Kemal Seydo) di hevdîtinekê de li gel Radyoya Gelê Kurdistanê bi germî radyoya Gelê Kurdisanê silav kir û got; Ez gelekî ji Silêmaniyê hez dikim û silavên min ji hemû xelkê Silêmaniyê re heye.

Amaje bi wê yekê jî kir ku ew zêdetirî 20 salane li wê komeleya Mafê Mirovan ya Almanî de kar dike ku di heman demê de berpirsê dosyaya Rojhilata Navîne bo parastina netewên gef lê xwarî ye, her weha di dema dawî de serdana Bexda û Şengal û Duhok kiriye û li rewşa kêmnetewan û olên deverê vekolîn kiriye bi taybet rewşa (Mindaiye Sabîe) her weha rewşa xelkê Şengalê û Êzidiyan ku rastî zulm û zora terorîstan hatine.

Di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku di çarçoveya gera xwe serdana Rojavayê Kurdistanê û navçeyên wê kiriye û bi xwe şahîdê wê yekê bûye ku di encama êrşên dewleta Tirkiyê gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane , her weha herî dawî di encama êrîşa balafirên bê mirov yên Tirkiyê de 2 welatiyên jin yên Kurd û 2 kesên ji ola Suryanî jiyana xwe ji dest dane.

Derbarê wê yekê de ku çima civaka navnetewî li hemberî van êrişan bêdengin? Kemal Seydo got; Tirkiye rolek giring dilîze û giringiyek xwe ya ciyopolîtîk heye li cîhanê û navçeyê  ji ber wê jî hem Rûsya û hem jî Amerîka dixwazin Tirkiyê razî bikin. Aşkira jî kir ku, armanca êrşiên Tirkiyê ya sereke tirsê bixine nav xelkê me li Rojava daku dev ji warên xwe û deverên xwe berdin û koç bikin û daxwaza Tirkiyê ya serekî jî (Rêveberiya Xweser) aloz bibe û têk biçe û herêmên Rojavayê Kurdistanê ji Kurdan vala bibe.

Kemal Seydo, anî ziman ku,wan mijara êrşên Tirkiyê gîhandiye parlemana Almanya û nivîsek jî gîhandine parlemanê daku dengên xwe bighînin cîhanê, lê eger (NATO) berjewendiya xwe li herêmekê tune be behsa tawanên li wê deverê nake, lê tişta ku ji Kurdan tê xwestin ku bêdeng nemînin.

Berpirsê karûbarê Rojhilata Navîn bo berevanîkirina li netewên gef lê xwarî, bi rêya Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê daxwaza wê yekê ji Rêveberiya Xweser û kesûkarên qurbaniyan kir ku dewa û giliyên xwe li ser berpirsên dewleta Tirk yan ew grupên çekdar ku tawanan li dijî xelkê pêktînin rakin dadgeha navnetewî her weha pêwîste Rêveberiya Xweser lobiyekê li Ewropa çê bike daku dawayan û giliyên xelkê bike belge û rake ji dadgehên navnetewî re û her weha di serî de jî yekdengiya aliyên Kurdî pêwîste di vê derbarê de.

Di dawiya axaftina xwe (Kemal Seydo) tekez li wê yekê jî kir ku, divê her tiştê pêwîste em bikin bo parastina Rêveberiya Xweser û di heman demê de jî em kêmaniya Rêveberiyê ji rayadarên Rojava re aşkira bikin çûnkî kêmasî Rêveberiyê lawaz dikin û pêwîste em xort bihêlin.