ROJAVA- Binpêkirina Mafên Mirovan

Serokê Rêxistina Mafê Mirovan ê Efrîn- Sûriyê (Îbrahîm Şêxo) roja çarşemê 17/9/2025 ji bajarê Tebqa ya bakûr û Rojhilata Sûriyê bû mêvanê bernama Rojava ya Kenala Gelê Kurdistanê .

Di wê hevdîtinê de binpêkirina mafên mirovan li Sûriyê û revandina jinên kurd ji aliyê komên çekdar ên ser bi hikûmeta vegûhêz a Şamê ve hatin gotûbêj kirin ku heta niha metirsî li ser mafên moirovan heye.

Îbrahîm Şêxo bal kişand ser binpêkirinên komên çekdarê yên di bin bana desthilata nû ya Sûriyê li hemberî pêkhateyên Sûriyê û her weha binpêkirin ku hîna li Efrînê jî li hemberî kurdan berdewam in.

Bernama Rojava taybet bi bûyerên germ ên li Rojavaya Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojamevan Hozan Efrînî  ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamvan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjmêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

XELAT