"Mam Celal xizmeta her çar perçeyên Kurdistanê kiriye"

"Mam Celal xizmeta her çar perçeyên Kurdistanê kiriye"

 Nivîskar: Nazlî Osman

Raste Mam Celal Talebanî serokkomarê Êraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû, tenê di xizmeta kurdên başûr de ne bû, di xizmeta kurdên çar perçeyên Kurdistanê de bû û ti carî cudakarî ne xistiye nava kurdên ti perçyên din ên Kurdistanê.

Ez wek kurdekî Rojavayê Kurdistanê dibînim ku rola Mam Celal di handana kurdên Rojavayê Kurdistanê bo destpêkirina tevgera siyasî de gelek mezin û berçav bû û ev karîzmeya ne dûre ji kesayetiya Mam Celal  ku hemû jiyan xwe di xizmetkirina doza gelê kurd de qedandiye.

Her heya niha jî em li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî sûd ji siyaset û rêbaza rewanşad serok Mam werdigrin ku siyaseteke nerim û rastgo ye.

Di nav kurdên Rojavayê felsefe û nêrînên Mam Celal bilind têne nirxandin û bûne ezmûn di perwerdekirina nifşên siyasî ên nûh de ku dibêje li pêş her tiştekî dive mirov nasname û neteweya xwe biparêze ji ber ku bi wê dikar xwe bi cîhanê bide naskirin.

 

XELAT