Çend têbînî li ser gotara xanim Leyla Zana
*Hozan Efrînî
Ji bo dîrokê, rola Mam Celal ya ji bo aştî û aramiya Bakurê Kurdistanê ku lîstiye pêwîste kok nayê ji bîr kirin.
Min baş guhdarî peyama xanima Kurd a siyasetmedar Leyla Zana kir û her çende ku gelek jihevketî bû, lê wateyê xwe da lê mixabin dema ku nave serok û serkirdeyên kurd ên ji dema berê û heya niha anî ser ziman û bi taybetî yên koça dawî kirine, lê navê kesayetiyekî herî xwedî rol û xwedî erk û xwedî proseya aştiyê ne anî ser ziman ku karîzmeyê kurd serok Mam Celal bû.
Tiştê here nexweştir jî ku dirêjahiya peyama xwe de, Leyla Zana behsa proseya aştiyê ya sala 1993`an kir û dîsan behsa rol û nave Mam Celal nekir.
Li vir ez jî çend pirsyaran arasteya xanim Leylayê dikim…
Gelo ewê ku proseya aştiyê û diyalogê di sala 1993`an de pêşkêş Tirkiye û PKKê kir kî bû..?
Gelo ewê ku proseya xebata sivîlî li Bakurê Kurdistanê dida pêş û piştîvaniya partiyên we ên diketin parlemana Tirkiyê kî bû.?
Gelo ew kesayetiya kurd ê ku herdem di xema parastina proseya aştî û aramiyê li Bakurê Kurdistanê kî bû..?
Ez tiştekî nabêjim û ezê tenê gotinên we yên berê ji xwendevan û şopênerên gotarên xwe re bînim ser ziman tako ev têbîniyên min li ser peyama we bête naskirin.
- Leyla Zana: Mam Celal ji bo Kurdan pencereyek berve cîhanê ye. Serok Mam Celal di navbera serokomarê Tirkiyê Turgut Ozal û Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê Abdulah Ocalan de navbeynkarî kir û nameyên herdu alî bo çareserkirina pirsa Kurd û aştiyê gîhandin hev.
Her weha xanim Zana di axaftina xwe de xema xwe bo têkçûna tenduristiya Mam Celal diyar kir û got: Eger Mam Celal niha di nava me de ba, wê bikariya barê ser milê Kurdan sivik bikra, bi rastî Mam Celal bo Kurdan pencereyeke bi rûyê cîhanê ye û xwediyê ezmûnekî mezin di warê dîplomasiyê de ye. Jêder (PUKmedia)
- Leyla Zana: Mam Celal ji bo azadiya Kurdan gelek hewl da….Parlementera HDPê ya Agiriyê Leyla Zana beşdarî şîna Celal Talebanî kir û ragihand: “Mam Celal ji bo azadiya Kurdan gelek hewl da, lê ji bo aramiya herêmê jî, bê navber xebateke mezin kir.” Leyla Zanayê got, “Ji bo ku aştî çêbibe em ji her kesê ku ked daye re mînetar in. Di demeke wiha de tekez divê em Mam Celal bi bîr bînin û heqê wî bidinê.
Di tevahiya jiyana xwe de ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê hewl da. (Jêder: Rûdaw-10-10-2017)
- Leyla Zanayê got, “Ji bo ku aştî çêbibe em ji her kesê ku ked daye re mînetar in. Di demeke wiha de tekez divê em Mam Celal bi bîr bînin û heqê wî bidinê. Di tevahiya jiyana xwe de ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê hewl da. (Jêder Gazete Duvarê 21-1-2024).
Êdî ez wek rojnamevanekî ku ji 2005`an ve di nava kar û xebatên rojnamegeriyê de me, ez neçar bûm van têbîniyên xwe ji bo we araste bikim taku dîroka me careke din naye larkirin û çewtkirin .
Ji ber ku em ji dest larbûn û çewtiya dîrokê ve dinalin û tiştên ku bi serê me hatine û hîn jî tên dirêj pê tê kirin.
Ez bi hêvî me ku hûn vê rastiyê ji me guhdar bikin û bipejirînin ji ber ku ev rastî wê ji bo doza me gelek girîng e. Pêwîste em rastiya biparêzin û xwedî lê derkevin. Di peyama we ya Newroza 2636ê kurdî û 2024ê zayînî de, larkirin û çewtkirina dîrokê hebû, bi taybetî kesayetiya wek serok Mam Celal ku we bi xwe ewende li ser axiftin û nerîn dane, di vê peyama han de ne hatiye bi bîranîn.
Ez wek Hozan Efrînî ji zarokatiya xwe ve navê hevjîna te rêzdar Mehdî Zana dibihîsim û jê hez dikim û ez ji te jî hez dikim û piştî ku te bi rêbanên kesk û sor û zer sunda parlemantiyê bi kurdî xwar, em bi kesayetiya te re gelek serbilind û serfiraz bûn û heya niha jî cihê te li cem me di asteke bilind de ye, lê ez nizanim ji bo çi te navê kesayetiya xwedî rol û erk ne anî ser ziman ku hûn ji me baştir wê yekê dizanin.

23/3/2024
XELAT
