Ulysses

Ulysses

Nivîskar: İkram Oguz

Di destpêka meha Adarê da min dest bi xwendina Ulyssesa James Joyce kiribû…

Her roj kêm zêde 50-60 rûpel xwend, di nav bîst û çend rojan da dawî lê anî û xwendina wê qedand.

Ji piranîya navên bîyanî, bûyerên zêde û axaftinên dirêj, carinan mijar di hişê min da tevlihev dibû û li paş xwe va vedigerîyam.

Carinan jî ji dirêjahî û hurgulîya vegotina Joyce westîyam, çavên min qerimîn û di cîhê xwe da xilmaş bûm…

Lê dîsa jî min dest ji xwendina wê berneda, bi sebr û tahamûl berxwe da û heta dawîya pirtûkê hatim…

Pirtûk ji alî Kawa Nemir va hatîye wergerandin, di nav weşanên Avestayê da û li Stenbolê hatîye çapkirin.

Ulyssesa James Joyce romaneke modernîst e û berhemek ji berhemên herî girîng ên edebiyata modernîst tê hesibandin.

Joyce di pirtûkê da tenê qala rojeka ku li Dublînê derbas bûye, dike, ku ew roj jî roja 16ê Hezîrana 1904an e.

Lehengê romanê yê sereke Leopold Bloom e. Bloom wê rojê, ji danê sibê va ji mala xwe derdikeve, di nav kûçe û kolanên Dublînê da rastî heval û hogirên xwe tê. Ew û hevalên xwe bi hev ra digerin, li gelek cîyan rûdinên, diaxifin û roja xwe derbas dikin. Ev bûyerên ku Joyce di vê pirtûkê da kûr û dirêj vedibêje, ew jî ji axaftinên ku wê rojê di navbera Bloom û hevalên wî da derbas bûne, pêk tên. Herwiha çavdêrîyên Bloom ên wê rojê û fikr û nêrînên wî yên di derbarê wan da…

***

Di van salên dawîyê da heta ku ji destê min were, ez berhemên ku bi kurdî hatine nivîsandin dixwînim, ku ew jî bi zêdeyî çîrok û roman in.

Çîrok û romanên ku ji alî kurdan va û bi Kurdî hatine nivîsandin zêde, lêbelê wergerên ji edebîyata cîhanê jî kêm in.

Bê guman berhemên ku bi zimanê merîya hatibin nivîsandin, mijar û lehengên wan nas, vekotina nivîskaran jî li merîya xweş tê.

Ger ku di mijarê da navê Kurd û Kurdistanê derbas be…

Qala mêranî û mêrxasîya kesayetîyên dîrokî were kirin…

Ser da jî mirov xwe ya jî parçeyek ji jîyana xwe tê da bibîne, edî li huner û hostayîya nivîskar jî, li rêkûpêkbûna ziman û vegotina nivîskar jî nanihêre…

Lê kîngê mirov romanek ji edebîyata cîhanê, romaneke klasîk ya jî weke Ulyssesa ku wek modernîst tê binavkirin bixwîne û bi romannivîsîya Kurdî va bide ber hev, wê gavê mirov ji hunera romanê û vegotina nivîskar a hostayî ya ku wê hunerê çawa xemilandîye, bi hêsanî dibîne.

Alîyek wek baxçeyên ku tê da gul û sosinên rengareng û bi ahengek hatine çinandin, xûya dike û bi reng û bedewîya xwe merîya ber bi xwe dikişîne, alîyek jî wek xozanên ku ji avê bêpar mane û zuha bûne, di nav gîhayê palax ta darên merîcekê ku bi rût û tazîbûna xwe tê da dirêj bûne, xuya dike û merîya ji xwe dûrdixîne.

Loma ji bo pêşveçûna zimaneke mîna zimanê Kurdî bindest û bêxwedî ma ye, qasî nivîsandina bi wî zimanî, wergera ji edebîyata cîhanê jî pêwîst e.

Jiber ku nivîsandina kesên ku bi zimanê xwe dinivîsin, peyv û hevokên ku di wan da cîh digrin, gor xewn û xeyalên wan û bi zanbebûna wan va sînordar e.

Lêbelê werger ne wusa ye, berhema ku tê wergerandin, bi peyv û hevokên zimaneke din û bi xewn û xeyalên nîvîskareke bîyanî va hatîye xemilandin.

Pêwîst e, wergervan beranberîya wan peyv û hevokên ku bi zimaneke din hatine sazkirin û hunandin, bibîne û di cîh da jî bi kar bîne.

Ji bo wergereke bi serkeftî jî du tişt pêwîsit in:

Yek, dewlemendîya ziman…

Ya din jî huner û zanebûna wergervan e.

Di wergera Ulyssesê da jî mirov dewlemendîya zimanê Kurdî û asta hunera Kawa Nemir jî bi hêsanî dibîne. Herçiqas di hevoksazî û bikaranîna zimanê wergerê da hinek kêmasî hebin, ew jî bi rewş û pirsgirêka zimanê Kurdî va girêdayîne. Jiber ku di bikaranîna zimanê Kurdî da hê yekitîyeke bi rêkûpêk cîh nagre. Loma her nivîskar û wergervan gor zanîna xwe û bikaranîna rewşa herêma xwe, ji xwe ra rêyek dîtîye û tê da hespê xwe dibezîne…

Wergera ji zimanên dewlemend û ji berhemên nivîskarên xwedî huner, zimanê ku ew berhem lê tên wergerandin jî dewlemend dike û dixemilîne.

Çend hevokên ji Ulyssesê, ku mirov bitenê di wergerê da dikare bibîne:

„Bi bêvila wî digirt û soz û bext dida wî wek parîyê serê sominê nanê genimî yê dimsa bi rengê zêrîn têdayî bide wî…“

„Nanê bi kelkelk û rûnê nivişkî û pîrzoleya goştê nerme yê berxan a qelandî ya sosa pamodoran lêkirî dixwarin û qaldikirin…“

Ya jî hevokeke wiha dirêj û watedar; „ Ew Gerty bû, ya kû bi bizmarên sertopik va salnameya Goxandê ya Mr Tunneyê xwedîyê dikana feqîyan û zerzevatan bi dîwarê wî cîyê vedikir, ew cîyê ku wê çu caran ji bîr nedikir û herdu hefteyan carekê kloroto kelsê tê dida, da ku paqij bimîne, ew wêneyê serdema zêrîn di kîjanî da camêrekî xort ê di ber kirî cil û bergên ku wê hingê wan li xwe dikirin û şewqeyekî sêgoşeyî dayî serê xwe di pencereya çaxuçatû ra bi hewayê siwarçokîya zemanê berê baqek kulîlk pêşkêşî hezkirîya xwe dikir….“

Herwiha ez di nav rûpelên Ulyssesê da rastî gelek peyv û gotinên ku min di zarokatîya xwe da bihîstibû û ji bîr kiribû, hatim.

Ji wan peyv û gotinan çend mînak, „xirxope, timtêl, bizûz, qorzî, wêrtas….“

„Devqîçê devşorbe…“

„Berde binê te erde…“

„Berê gul bû, baranê lê kir şil bû…“

„Babavo te jî qûna xwe şûştibû dabû ser pûngê…“

„Bi salan û mehan careke bû mêvanê xalan, ew jî bi kulzikî û gazinan…“

Di vê wergerê da jî mirov bi hêsanî dibîne, ku zimanê Kurdî zimaneke xwezayî û dewlemend e. Ew dewlemendî jî bi saya zargotina kurdîya ku bi kilam û stranên dengbêjan, herwiha bi çîrokên çîrokvanan heta roja îro hatîye û wenda nebû ye.

Mixabin gor vê dewlemendîyê, edebîyata nivîskî, bi taybetî jî romannivîsîya Kurdî hê nû ye û di destpêka xwe da ye.

Ji sedeman yek bindestîbûna ziman be, ya din jî bi hest û helwesta nivîskarên kurd va girêdayî ye.

Dibe ku ji dewlemendîya zargotinê be, Kurd zêde diaxifin û guhdarî dikin, lêbelê zêde naxwînin. Gor nêrîna min piranîya nivîskarên Kurd jî zêde naxwînin, lêbêlê zêde dinivîsin…

Bê guman nivîsandina bi Kurdî bi tena serê xwe kareke pîroz e.

Le divê mirov wî karê pîroz jî bi zanînê va bixemilîne, ku ew jî bi bi xweninê va gengaz e.

Salan berê min ji rexnegirekî Tirk bihîstibû…

Di axaftineke xwe da qilf û henekên xwe bi hinek nivîskarên Tirk kiribû û wiha gotibû; „Sê romanan bikirrin û bixwînin. Piştî xwendinê ger ku hûn bibêjin ku ez jî dikarim romanek wisa binivîsim, dest ji xwendinê berdin û romana xwe binivîsin. Bawer bikin, ku romana we ya yekemîn ji her sê romanên ku we xwendîye çêtir nebe, ji wan xirabtir jî nabe…“

Ez kîngê dest bi xwendina romaneke kurdî bikim, ev gotina rexnegirê Tirk tê bîra min. Ez jî hercarê di ber xwe da dikenim û bixwe jixwe ra dibêjim, „camêr ev gotina xwe ji Tirkan ra gotîye, lê xûya ye, Kurd jî ji temîyên wî bêpar neman e…“

Yaşar Kemal jî di daxaftineke xwe da ji bo nivîskarîya xwe gotibû, ku ew berî nivîsandina her berhemeke xwe, ji bilî pirtûkên curbecur hercarê sê pirtûkan dixwîne…

Ji wan pirtûkan yek „İlyada“ ya Homeros, yek jî “Şahname” ya Firdevsi bû ye…

Min ev gotin û navê her sê pirtûkan jî ji devê wî guhdarî kiribû, lêbelê ew pirtûka din kîjan û berhema kî û kê bû, nehat bîra min…

Dîsa bi gotina Yaşar Kemal, „nivîsandina bê xwendin jî, mîna nanê tisî ye, zik jê têr bibe jî çav birçî dimîne…“

Loma kurdên xwe wek nivîsikar bi nav dikin û bi taybetî jî romanan dinivîsin, divê ew jî berî nivîsandina her berhemeke xwe, çend romanên sereke yên ji edebîyata cîhanê bixwînin, ku têbigihîjin roman çî ye û bi tewneke çawa tê nivîsandin…

Bê guman Ulyssesa James Joyce jî ji wan çend romanan yek e…

27.03.2024

ikramoguz@navkurd.net

 

XELAT