Keçek  Êzîdî

Keçek  Êzîdî

Nivîskar: Taha Xelîl

 

Keçek  Êzîdî...

Wênekêş tên.. wêneyên tozê li ser pora min dikşînin..hin jî wêneyê lingê min yê xwas..

Wênekêş tên ji min dixwazin ku ez rawestim hinekî.. êz gelekî radwestim ..

Wênekêşê TV. Ji min dixwazin li ser Hîmekî rawstim beranberî Rojê.. da çavê Kamîra wî nekeviyê de..dibêje rûne.. ez rûdinim.. dibêje rabe ..ez radibim..dibêje bimeşe..ezê ji paşve wênayan bikşînim..bise.. here… were..û li dora xwe dibînim çawa Zilam direvin min bi tenê dihêlin..û nikarim bigrîm..!Heta " Pismamê min yê ku li Almaniya dimîne li mi ne pirsî "  ..

Ez keçek Şingalî me " Hemawiya min winda bû.. tenê va Taûûsê min di bin çengê min de ye.. û kes wî nabîne…….

Ez keçek Şingalî me û kes birînên min nabîne.. ne jî  wêneyan ji wan re dikşine

 

XELAT