Neteweyên Yekbûyî û Krîza Nebûna Bawerîyê
Nivîskar: Dexîlê Şemo
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hefteya borî li jêr durişma “Nûveavakirina bawerîyê û nûve geşkirina hevgirtina cîhanî” civînên xwe yên salane birêve bir. Eger ev diruşm wêneyeke vê ajansa cîhanî di mejî û bîrmendîya xelkê cîhanê de biafirîne, dê bi wê watatyê be ku ¨welat, hikûmet û gelên cîhanê bawerî bi hev nîne û ne hevgirtî ye, yan jî eger li demekê bawerî hebe yan jibo yekgirtina gelan hebe, niha ew nemane.¨
Rêberên 4 ji 5 welatên endamên herdem di vê sazîya cîhanî de (Serokên Çînê, Rûsya, Fransa û serokwezîrê Birîtanîya) li civîna 2023’an amade nebûn. Eger ev jî wêneyekê di mejî û bîrmendîya xelkê cîhanê de biafirîne, dê bi wê watayê be ku vê sazîyê hez û nîyaza sîyasî nîne jibo çareserkirina alozîyên cîhanê û rawestandina şerên wêranker yên heyî.
Ev rastî di gotara Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres de li vekirina civînên Civata Giştî li 19 Îlonê xuya bû, dema wî ji rêberên cîhanê re got, "Cîhan hatîye guhertin, sazîyên me wek xwe mane. Em nikarin bi awayekî karîger pirsgirêkan wekî wan çareser bikin eger ew sazî ne rengvedana cîhana vê demê bin. Li şûna ku pirsgirêkan çareser bikin, ew xwe dixin jêr metirsîya bûna beşekî ji pirsgirêkê."
Ligel hemû bêbawerî û rexneyan ji gel, welat û hikûmetan, sazîya NY ji 193 welatên endam ji 1945ê were platforma tenê ye ku hemû gelên cîhanê digihîne hev jibo gotûbêjên sivîl debrarê pirsgirêkên hevbeş û vedîtina çareserîyên hevbeş da ku hemû mirovahî jê qezenc bike. Her ne be, 12 caran NY wek sazî, ajansên girêdayî wê yan karmendên wê, bi Nobel a Aştîyê hatine xelatkirin.
Erkên NY
NY çi hêzên çekdar nîne heta ku karibe biryarên xwe jibo rawestandina şer û nakokîyan cîhbicîh bike. Lê di şer û nakokîyan de, Sekretêrê Gişti yê NY navbeynkarîyê dike û herî zêde Civata Ewlekarîya NY dikare hêzên aştîparêz bişîne deverên navbera du alîyên, yan cezayan deyîne ser alîyekî.
Tevî ku ev alîyê lawaz yê NY e, erkên NY gelekî mezin hene di "pêşxistina hevkarîya navneteweyî di warên aborî, civakî, çandî, perwerdeyî û tenduristîyê de, û alîkarîya pêkanîna mafên mirovan û azadîyên bingehîn ji bo her kesî bêyî cudahîya nijad, cender, ziman û ol," li gor peymana NY.
NY zêdetirî 100 sazî hene, di nav wan de 30 rêxistinên mîna Bernameya Xwarina Cîhanî (WFP), Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO), Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ku bi piranî yekdengî li ser bername û xercîya wan heye, bi taybet dema karesatên xuristî diqewimin.
Lê ji ber mezinahîya karesatên van salan ji encamê şerên mezin, hişkayî, birçîbûn, erdhej û lehîyan ji alîyekî ve, û kêmahîya budceya wan sazîyan ji alîyekî din ve, NY nikare wan erkên xwe heta serî bibe û qurbanîyên wan karesatan rizgar bike. Eger çi her sal NY nêzîkî 56 mîlyar dolaran xerc dike, 41 mîlyaran lêçûna karên mirovanî û çalakîyên geşekirina pêşxistinê û 9 mîlyaran li ser erkên aştîyê, ji bilî bêş û baran li dema karesatên xwezayî.
Desthilata Veto
Rexneya herî bihêz ku li NY tê girtin jiber pêkhat û erkên Civata Ewlekarîya NY ye. Di vê civatê de 5 endamên mayînde hene: Amerîka, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransa. Ew her pên serkeftîyên Şerê Cîhanî yê Duyê ne û xwedî desthilatên mezin û mafê vetoyê ne. Her yek ji wan endaman desthilat heye rê li pêş her pêngavekê, anku biryarekê, bigire eger ne di berjewendîya wê de be. Dîroka NY jî dîyar dike ku kêm caran berjewendîyên wan welatan gihiştine hev. Wek mînak Amerîka gişt biryarên dijî Îsraîlê veto kirine. Rûsya û Çîn jî hertim biryarên bi piştgirîya Amerîka veto dikin.
Ji dema pesendkirina biryara Jenosîdê li 1948ê, bêtir ji 50 tawanên jenosîdê li cîhanê hatine encamdan, lê tim biryarên naskirina wan hatine veto kirin ya jî zimanê wan hatîye guhertin û hevoka jînosîd bûye “kuştina bi kom” yan “ramalîna nijadî.”
Eger Civata Ewlekarîyê şîyana derxistina biryareke yekgirtî li ser pirsên wiha mezin nebe, û Sekreterê Giştî Antonio Guterres bixwe bêje, ¨Cîhana me bi zêdebûna kêşeyên gerdûnî û alozîyên jeopolîtîk re êdî ne xwegirtî ye û em nikarin bi hevre bersivê bidin,¨ dê daxwaza piranîya endaman rewa be dema pêşnîyaza guhertina pêkhatên Civata Ewlekarîyê dikin bi berfirehkirina civat û serjinûve danîn erk û berpirsyarîyên wê.
Herî dawî serokê Tirkîyê Recep Tayyab Erdogan gote civîna 78emîn “Civata Ewlekarîyê dev ji garentîya ewlekarîya cîhanê berdaye û bûye meydana şerê stratejîyên sîyasî yên tenê pênc welatan.”
Berpisyarîya germbûna cîhanê jî dikevin stûyê çend welatên endamên herdem. Eger piranîya welatan hevbîr bin li ser pirsa jîngehê û krîza germbûna cîhanê, lê cûdahîyên wan yên mezin hene derbarê çareserîya vê krîza cîhanî û parvekirina berpisyaretîya parastina jîngeha cîhanê. Eve jibilî rastîya kû welatên dewlemend û sazkar mîna Çînê û Amerîka bêtir jîngehê pîs dikin li heman demê kû gelên welatên hejar û nepêşketî qurbanîyên karesatên xweristî ne.
Yek ji rêkên bersîngkirtina van renge alozî û zehmetîyên cîhanê, berfireh kirina Encumena Asayîşê bi zêdekirina jimara endaman. Li civînên evsal, Linda Thomas-Greenfield, balyoza Amerîkî li NY, bi dîplomatên welatên endam re şêwirê dike sebaret xwesteka zêdekirina şeş endamên dî. Ew dibêje, "ev beşek ji ajendeya Serok Joe Biden e ji bo rêz û rûmet li beşdarîya welatên pêşketî were girtin û wan gotina xwe hebe li ser asta navneteweyî."
XELAT