Jenosîda Geliyê Zîlanê
Nivîskar: Celal Orhan
Di dîroka gelê me da 12-13ê Tîrmeha 1930’î rûpelek reş e ku bi êş û kederê dagirtî ye. Komkujiya Geliyê Zîlanê, ku li bakurê Erdîşê, li parêzgeha Wanê pêk hat yek ji qirkirinên herî hovane ye ku li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Di vê jenosîdê de, bi dehhezaran Kurd, ji zarokên di dergûşê bigire heta kal û pîrên 90 salî, bi awayekî girseyî hatin qetilkirin. Gundên herêmê hatin şewitandin, talankirin û wêrankirin. Li gorî çavkaniyên fermî yên wê demê, herî kêm 15,000 mirov hatin kuştin, lê li gorî şahidên herêmî ev hejmar gelekî zêdetir e.
Ev komkujî di çarçoveya Serhildana Agiriyê de bi fermana Qaşo û di bin serokatiya artêşa wê de hate kirin. Leşkerên Qaşo bi piştgiriya hêzên hewayî û mîlîsên herêmî, êrîşên li ser sivîlên bêçek pêk anîn. Jin, zarok û extiyar bi awayên herî zalimane, bi şewitandin, bi xencerên serê tivingan û bi awayên din ên hovane hatin kuştin. Qaşo Bi hêzên xwe ve 15,000 Kurd li Geliyê Zîlanê hatine komkirin û qetilkirin, 44 gund hatin şewitandin û xirakirin lê ev tenê perçeyek ji rastiya tal e.
Geliyê Zîlanê bû şahidê bêdengiya cîhanê li hemberî vê karesatê. Lê belê, êş û birîna vê jenosîdê di dilê gelê me da hê jî zindî ye. Pêwîst e zindî jî bimîne!
Dengbêjên me bi kilamên xwe ev trajedî di bîra kolektîf a gel de zindî hiştine. Vekolîner û nivîskarên wekî Nihat Gultekîn, Mehmet Sadik Varli, Ordîxanê Celîl hwd. bi berhemên xwe qala vê jenosîd û qetlîam ê kirine, da ku ev bîranîn ji neslan bo neslan bê parastin.
Ev komkujî ne tenê êrîşek li dijî mirovahiyê ye, lê di heman demê de nîşana berxwedana gelê Kurd e. Ji bo ku ev êş dîsa dubare nebin, em soz didin ku em ê tu carî van rûpelên reş ji bîr nekin û ji bo edaletê têbikoşin. Komkujiya Geliyê Zîlanê, di dîroka serdestan de rûpeleke reş e, lê di dilê me de bîranîneke zindî ya berxwedan û serbilindiyê ye. Zîlan tu carî naye qebûlkirin û jibîrkirin. Bi rêz hurmet rûmet bibîr tinim, ruhê wan şad cihê wan buhişt a baqî be..
12.07 20205
Entakya/Xetay
XELAT
