HIZIRÎN

HIZIRÎN

Nivîskar û Lêkolînvan: Dilawerê Zengî

Hinekan hizirîn wekî her tiştê ku hişê hişmend dike pênase kirine. Ev di nav de pêvajoyên bîrbirin, jimartinên têgihiştinî, bîranîna tiştên wekî jimareyek têlefonê yan berhevkirina wêneyek berçavkirî ya ji paşerojê, û hwd. Di heman demê de tê destnîşan kirin, ku hizirîn danûstendinek navxweyî ya bitîr û berfireh e, ku destûrê dide yekgirtina agahdariya ku ji hêla mêjî ve hatî lêhûrbûn kirin.

Hêjayî gotinê ye ku bîranîn tijî valatî ye, mirov bi bînahî, hestkirin, bîhinkirin, çêjkirin û guhdarîkirinê tijî dike. Eger ji kesekî re wêneyek hindikahî nixumandî were berçav kirin; ew ê pêvajoyek hizirkirina bilez bike, da ku xwediyê wêneyê nasbike, ka gelo xwediyê wêneyê yek ji hevalên wî yên nêzîk e yan na?. Lê heke wêneyê yekî baş nenas be, dê demek dirêjtir bigire, ku ew bi her cure û şêweyek di bîranînê de parastî were berhev kirin.

Di dawiyê de, tê destnîşan kirin ku pêvajoya hizirkirinê, pêvajoya berhevdana bîranînên hilanîn e, çi bi agahdariyên nû yan jî bi bîranî-nên din ên hilandî re.

Hizirîn li gorî kesayetiyê cuda ye

Dema ku hin rastiyên berçavkirî, di heman şert û mercan de û li ber çavên mirovên cihê pêşkêş dikin, her yek ji wan dê encamek cuda ji yê din derkeve, reng e ku hizirîn mijarek kesane ye û ji bo pirtir wêne zelal bibe; heke du qutiyên yekem sor û ya din zer, ji çend kesan re tê nîşandan û ji wan tê xwestin ku di sindoqê de komek kertên sor û zer rêz bikin. Piştre di nav kertan de kertek henesorî dîtin, hin kes wê biramin ku henesorî berhema berhev-kirina zer û sor e û dê wê têxe yek ji du sindoqan, û yên din dê biramin ku rengê henesorî di yek ji wan de nayê dabeş kirin, û encam ev e ku bi rastî bersivek rast tune.

Hest, hizir û kirin

Hizirkirin di hestên cuda û kirinên rojane de tevlêbûn û asteng dike; Pêşî hest tê, pişt re hizirîn û paşê kirin. Gava mirov ji çûna cihekî nîşankirî ditirse, wê yekê hest dike, paşê li ser dihizire û paşê biryar dide ku neçe.

Stûnên hizirkirinê

Gelek stûnên hizirkirinê hene, ji wan:

Rastî: Rastî tenê ew e ku her mirov dikare di wî de birame, ji bilî rastiyê nikare tiştekî din birame, bi gotineke din nikare di ne tiştekî de birame.

Hest: Hest pênc in; bihîstin, dîtin, bihin, çêj û destdan, ji ber ku ew dixebitin ku rastiyê bi rengek berçavkirî bi mêjî veguhezînin.

Mêjî: Mirovê hişmend û saxlem tenê ew e ku dikare tiştan bi hev ve girêbide, bi kesên din û bi rastiyan re têkiliyê deyne.

Agahiyên berê: Ew hemû tiştên ku hest ji mêjî re veguhestibû, û mêjî ew hilanîbû, û ev yek hemî wêneyên dorhêl û rastiyan bi cudahiyên wan re nimandî dike, wekî ku berê ji bo veguhestina wan hest xebitîbû.

Gelek celebên hizirkirinê hene, ji wan:

Hizirkirina serpêyî: Ev hizir dema ku mirov pêvajoya ramanê nede ber xwe, anku li ser dernakeve û hemû stûnên ramanê tê de temam nabin. Ew rastî di dirûvê xwe yê rastîn de naguhere û tevahiya wêneya ku hatî destnîşan kirin veguhezîne, an tenê bi hestek ji hestên din ve girêdayî ye. Ew agahdariya berê ya pêwîst ji bo ravekirina rastiyê nayne û rastî û agahî bi hev ve ne girêdayî ne.

Hizirkirina kûr: Ew di naverokê de berevajî ya serpêyî ye, reng e ku ji her çar aliyên stûnên hizirkirinê ve rastiyê dorpêç dike; ji ber vê yekê ew gelek caran baş li rastiyê dinêre, û dixebite ku wê ji her alî ve bizivirîne, dûv re dîsa lê dinêre, û kûr di bîrê de digere, da ku agahdariyên berê yên ku bi rastiyê ve girêdayî ne bigire.

Hizirkirina têgihiştinê: Ew li ser girêdana rastiyê bi rastiyên din ên ku pê re têkiliyek heye re dixebite, û ew pir kûr dirame.

XELAT