EZ HEME

EZ HEME

 Nivîsîn: Merwan Berekat

Li her sibehê berî ku lêvên gulan ji xunavê ziwa bibin, berî ku bilbil awazên xwe ji semaya şaxên daran re dubare bikin ez giyanê xwe ji memikên royê dimêjînim. Belê, tu kes nikare ji min re bibêje tu tune yî.

Pişta xwe didim zinarekî ne livok, cîgera xwe ji bayê tazî hênik dikim û nihrînên xwe wekî meqesokên baskazad li çiya û daristanên Kurmancistanê difirînim. Belê, tu kes nikare ji min re bibêje tu bê welat î.

Bi stran, sirûd û helbestan şevên nexweş dikenînim. Dîwarên ku sih û xewnên min li ezber kirine, ji bêdengiya salên tevizî vediciniqînim. Belê, tu kes nikare ji min re bibêje tu hestşewitî yî.

Di nav tarîtiya feleka rûbadayî de, ez her wekî birûska tofana pêşîn çîk didim, dijenim û wekî roniya dureya ezelê dibirûsim û dibim golvedana hebûn û jiyanê. Belê, tu kes nikare ji min re bibêje tu xewneke jibîrkirî yî.

Dibe ku birînên min ji geliyên çerxan kûrtir bin, dibe ku êşên min ji kevirê aşên hêrandina serdemên seqayî girantir bin. Dibe ku keserên min ji qirpikên volkanan bişewatir bin. Ez mîna hêz û hêrsên çemê Ferêt her wekî xwe diherikim. Tu kes nikare ji min re bibêje tu ji berê demeke beravêtî yî.

Di nav lêvên birîna bajarekî talankirî de... Li pey darbesta pakrewanan a ku bi kulîlkên nemiriyê û taca rûmetê xemilandî... Li nêzîkî sînorên mayînkirî û nîvpayî, ez ji hilma axa ku ji bêhna gênim têr jiyanê ji devê mirinê direvînim. Belê, tu kes nikare ji min re bibêje tu vînqurmiçî yî. Belê, ez heme, heme û her heme.

 ..................

EZ HEME (2)

Li ser sînorê bajarekî biskşewitî, di her kêlîkekê de bêhtirî carekê dimirim û ji nû ve dibim cîkên zindîbûnê. Her çîkek dibe şoreşeke hebûn û hebûnê.

Tu kes nikare ji min re bibê

tu mirî yî...

Di hemêza roj û şevên ku bi bêhna kizirîna termên xewnan têne pêçandin, di her xulekekê de bêhtirî carekê kevokên jiyanê ji devê xefikên canêstînên dilkor direvînim.

Tu kes nikare ji min re bibêje

tu tenê bi ser derdên xwe hol dibî.

Di zikê konekî dawçiriyayî û stûnkurmî de, bi sîngê demên mirûztirş û watepûç digirim û resteçep vediçengînim. Bi çengelên vîna xwe ya çiyayî nêçîra dêwên jiyanxwer dikim.

Tu kes nikare ji min re bibêje,

te serê xwe daniye ser balgiyê xemsariyê.

Sekoya Kurmancî