Xetera Bêzewaciya Keçan

Xetera Bêzewaciya Keçan

Nivîskar û Lêkolînvan: Zeynelabidîn Zinar

 

Di serê vê sedsala Bîstûyekê de bi hezaran keçên Kurd di mala bavê xwe de mane û nezewicîne. Çendî ku gelek xort jî bêzewac mane, lê ne bi atara keçan in.

Min vê rastiyê bi lêkolînên xwe peyitandiye û dikarim bêjim ku bi sedhezran jî keç hene niha temenê wan di navber 40 û 50 salan de ye, hêjî nezewicîne.

Ev hawe xetereke mezin e ku li welatê me rûdaye.

Gelo sedem çi ye ku ewqas keç nezewicîne?

. Sedem aborî ye ku keç nazewicin?

. Gelo xort nemane ku ew keç nazewicin?

Çendî ku nasnameya min kultur e û ez bi babetên din re zêde têkildar nabim, lê ev bêzewaciya keçan jî wek netewe xetereke mezin e li pêşiya welatê me.

Eger ew sed hezar û zêdetir keç zewicî bûna, niha zarûkên wan li dora 600 û 800 hezarî ciwanên me yên 10-20 salî hebûn. Ha ev hawe, valahiyeke mezin afirandiye.

Bêzewaciya keçan ne tenê gelşên malbatî derdixîne holê, lê gelek gelşên civakî jî bi xwe re tîne.

Min lêkolîneke berfireh li ser vê meselê kir. Sedem ne ew du pirsên ku li jorê hatine kirin in. Sedem tenê yek tişt e:

. Di van 20 salên dawîn de keç zêdetir dixwînin.  Kîjan keça ku dixwîne jî, xwe bi nirx û mezin dibçne. Piştî xwendinê jî kar bi destên wan nakev û piraniya wan di mala bavê xwe de rûdinên. Çavê wan li xortekî xwedîkar e ku were wan bixwaze. Rewşa jiyanê jî destûr nade ku yekê xwedîkar bi yeke bêşol re bizewice. Ha wisa xort li karê xwe yê rojane berdewam dibe û keç jî di mala bavê xwe de dikevin ber destê jinbiran û jiyaneke bi kul û azar didomêmînin. Ha ku dibînin temenê wan digîje salên 40 û 50.

Çend sal berê min ji keçeke 50 salî pirs kir ku çima ew nezewiciye, weha gote min:

. Xortê ku min ew dixwestin, nedihatin û ez nedixwestim. Yên ku wan ez dixwestim jî, ez bi wan qayîl nedibûm. Ha wisa ez mam û mam. Êdî piştî salên pêncî ez bi kêrê mêran nayêm.

Min 15 sal berê got keçeke 35 salî:

. Ji xwe re bizewice. Eger niha tu nezewicî, wê piştre yekî jinmirî û bi rih û şaşik were te bixwaze. Tu jî dê mecbûr bimînin û pê re bizewicî.

Salek berê min bihîzt ku ew keç bi yekî jinmirî ku di temenê bavê wê de bû re zewiciye.

Gotina dawî dixwazim bêjim ku divê keç ji bo zewacê xortan nexin tengasiyê.

Bav û kalên me gotine: Jin taca serê mêrê xwe ye!

Keçeke ku pêşeroja xwe bisêwire, divê zûtirîn dem bizewice û xwe bike çavkaniya jiyanê.

Bêguman Kurdistan, hemû welatên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Cîhana Îslamî hêj negehaye wê radeya ku jin karibin xwe bi tena serê xwe ragirin û aboriya xwe bi dest bixin. Ji ber ku têgehandina zilamên van welatan bê bingeh e û sergêjiyên bêteşe ji jinan re çêdikin.

Bêguman di van 200 salên dawîn de, qîmet û rûmet ji bo jina Kurd nehêlane. Her ku diçe jî, wê bêrûmettir dikin û herdu nigên wê xistine ferek sol.

Di vî warî de gelek gotinên Pêşiyên Kurdan hene.

Straneke folklorî jî li ser keçên ku bi vîn û daxwaz dizewicn, weha gotiye:

Bila dil bi dil be

Bila tûrikê parsê li nava mil be

Bila pars tunebe, tûrok jî qul be

Bila doşeka binê merin erda hişk be

Bila balgîvê ber serê meriv kevir be

Bila asîmanê bala jî lihêfa meriv be…

Xwedayê mezin deriyê teng li her kesî fireh bike û keçên bêzewac jî bi dilê wan bide zewicandin…

20/ 07/ 2024. 12:13

XELAT