"Sal bi sal xwezî bi par…"

"Sal bi sal xwezî bi par…"

Nivîskar: İkram Oguz

Gotinên pêşîyan gotinên zêrîn in, ku ew jî ji rastîya wan tê.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî jî ji bo rewşa zimanê Kurdî ev gotina zêrîn bi kar anîye.

Şerefxan Cizîrî çend roj di Rûdawê da bibû mêvanê Hêwîdar Zana û di derbarê rewşa ziman û serlêdana ji bo dersa bijarte da diaxifî.

Wek tê zanîn serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî di roja 30ê Berfenbarê da dest pê kiribû û heta 12ê Sibatê jî didome.

Birêz Cizîrî di axaftina xwe da qala pirsgirekên ziman dikir û du tişt derdixist pêş.

Ji wan yek astengî…

Ya din jî kêmasî…

Gor nêrîna wî bêguman yên ku astengîyan derdixin pêş, dewlet û rêvebirên dewletê…

Xwedîyê kêmasîyan jî Kurd bixwe ne.

Ji bo astengîyan wiha digot; “Tedbîrên burokratîk ên ku ji xwe ra kirine wek rêbazekê sal bi sal bêhtir parzûnandî dibin. Her carê tiştekî lê zêde û kêm dikin. Berpirs gelek caran serlêdanan winda dikin.

Niha jî dest pê kirine kom bi kom çê dikin ku hewl didin zarok derseke din hilbijêrin. Em dibînin ku ji xeynî ya siyasî berxwedaneke burokratîk jî heye…”

Herwiha kêmasîyên kurdan jî wiha wiha tarîf dikir; “Her sal em dibêjin, sal bi sal xwezî bi par. Dema ku saziyên dewletê yên ku berpirs in di vir da durûtiyê bikin dê karê me jî hinekî zehmettir bibe.

Ji ber ku li aliyê din Kurd bi xwe jî di vî warî da ne gelekî xwedî hişmendiyeke birêkûpêk in. Hinek ji me li dijî wê ne, hinek guh nadinê, hinêk dibêjin Kurdî bi kêr nayê…”

Bi rastî mirov astengîyên ku dewlet derdixe pêş, fahm dike, lêbelê sedem çi dibe bila bibe kêmasîya kurdan nayê fahmkirin…

Loma ez kîngê di nivîs û axaftinên xwe da qala rewşa ziman bikim, ji bo Kurdî dibêjim zimanê li ber mirinê…

Bêguman zimanek çiqas qels û feqir be jî, di rojekî da ya jî di salekî da namire. Lêbelê dema ku ji alî xwedîyê xwe va neyê bi kar anîn, hêdî hêdî dihele û roj bi roj jî ber bi mirinê diçe.

Kurdî zimaneke dewlemend û xwedî bingeheke xurt e. Loma li hemberî kujerên xwe, bi sedsalan ber xwe daye û heta roja îro hatîye.

Lêbelê çerxa pişaftinê jî ne wek doh giran û hêdî, îro bi hêz û bi lez tevdigere, çi ber bikeve, di ser ra derbas dibe û dihincirîne.

Lêkolînên ku di derbarê rewşa Kurdî da tên kirin, ew jî bi mînakên jîyayî vê rastîyê li ber çavan radixînin.

Mirov di encama wan da bi zelalî dibine, ku li Bakurê Kurdistanê axaftina bi zimanê bav û kalan her diçe kêm dibê…

Jiber ku dê û bav zimanê bav û kalên xwe bi kar naynin…

Zarokên Kurd êdî bi zimanên dagirkerên xwe mezin dibin…

„Ronakbîr û rewşenbîrên Kurd“ bi zimanê ku pê perwerde bûne diaxifin û dinivîsin.

Ji dê û bavan, bipirsî, dibêjin ew di nav malê da û bi zarokan ra Kurdî diaxifin…

Ji ronakbîr û rewşenbîran bipirsî, dibêjin ji bo ku gelê serdest dengê wan bibihîse û gotinên wan fahm bike, ew ji zimanê xwe dûr disekinin…

Lê ji zarokên îro û xortên ku doh zarok bûn bipirsî, di bersiva wan a hevpar da malxirabî û xizanîya civakê bi zelalî dibînî…

Ku ew jî:

Kalik û pîrik: Kurd…

Dê û bav: Nîv-kurd…

Zarok: Bav-kurd in…

Sedem vê yekê ye, ku kîngê were rojevê, ez bi gilî û gazinên xwe yên ku êdî fayde nakin, dibêjim, zimanê li ber mirinê…

Lêbelê hinek heval û hogirên ku xwe evîndar û dilsozên ziman dihesibînin jî, ji bo vê gotinê nerazîbûna xwe nîşan didin û dibêjin, „tu çima peyva mirinê bi kar tînî…“

Bi rastî ez jî peyva mirinê sar dibînîm jê diqahirim, lê çi bikim, xwezila rewşa ziman cuda, ev tespîta min şaş bûya…

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî jî di axaftina xwe da bi gilî gazinên xwe yên ji dil, ji me ra negotiba; „Sal bi sal xwezî bi par…“

10.01.2024

ikramoguz@navkurd.net

XELAT