Diyaloga Nîştîmanî li Peymangeha `Bright` pêk hat
Bi beşdariya rojnamevan û sernivîskarê Xelatê (Hozan Efrînî) û cîgirê sernivîskar (Dawûd Çîçek) û destebijêrek ji siyasetvan û lêkolerên Kurd diyalogeke nîştîmanî ya berfireh li ser helwesta Kurdan di hevkêşeyên navneteweyî de li Peymangeha Teknîkî û Pîşeyî Bright a li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin.
Di vê dîyalogê de li ser guhertinên Rojhilata Navîn û derfet û metirsiyên li ser Kurdan gotûbêjeke kûr û eşkere hat kirin.
Di beşeke din ya diyalogê de behsa çawaniya reftarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û herwiha siyaseta Amerîka, Fransa û Almanya li hember Kurdan hate gotûbêj kirin.
XELAT