Werbêjek Li Ser Peyvika Romanê

Werbêjek Li Ser Peyvika Romanê

Nivîskar: Zeynelabidin Zinar

 

Ev demeke dirêj e ku ez li ser peyvên kurdiya kurmancî kar dikin.

Nivîsandina min a bi kurdiya bi tîpên erebî, di salên 1963-64an de dest pêbûye.

Ferhenga ku ev e 22 sal in li serê kar dikim, peyvên wê ji 90 hezarî bihurîne.

Piştî derketin û geşemendiya Facebookê, ji xwe ez pêrgê gelek peyvan dibim ku hêj nû pê dihisim.

Bi rastî peyvên kurdiya kurmancî wisa zêde hene ku meriv lê şaş dibe.

Yek ji wan peyvan jî peyvika ROMANê ye.

Peyvikan ROM, ROMÎ, ROMAN û ÛRIM çendî ku dişûfin êkdu, lê wan xwe di stranên Folklora Kurdî de û hem jî di Klasîkên Kurdî de jî bi cih kirine.

Gotineke Pêşiyan weha heye:

. Roj disekine, ROM nasekine.

Ehmedê Xanî:

ROM û Ereb û Ecem temamî

Hemyan ji me ra dikir xulamî.

Melayê Cizîrî weha gotiye:

Ew şepala şox û şeng e, kafira ROM û Freng e.

Şêx Eskerî Axtepî:

. Mûnewwer kir Ecem, ROM û heta ÇîN

Şêx M. Can Axtepî:

Her mêrê di wan de ejdiya ye

Nêv ROM û Ereb wekî çiya ye.

Straneke Evînî ya Folklorî:

. Eyşoka ROManî…

De îcar em ê vegerin ser naveroka peyvê:

Peyvika ROMANê, ji bira peyvên dupeyvî ye û ji RO + MANê afiriye.

Di ferhenga kurdiya kurmancî de wateya ROyê ev e:

. RO/m. a) Lirêçûn, b) Kanî, ça û çemê ku ava wan bêsûd diçe, c) Tiştê ku mirov sûd jê nabîne, d) Xisar, zerer:  Dema yek xisar dike, dibêjin: Bi ava ro ve çû.

Peyvika MANê jî weha ye:

. Man/m. a) Meriv, mirov, b) Ji bo piranetiyê ku li cihekî ne: Gêyo û birayê xwe çûn, lê Rostem û kurê xwe li virê man û neçûn.

Bi kurtî ger ku bête gotin wateya peyvika ROMANê ev e:

. Ew kesên ku bê cih û war in, hertim digerin û gera wan jî bê sûd e.

Bi hêviya lêkolînine berfireh li ser peyvên gumanbar…

Her şad û serfiraz bin…

01/ 02/ 2025

XELAT