XEWNA SOFÎ XELO Û ÇAR DEWLET

XEWNA SOFÎ XELO Û ÇAR DEWLET

Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar

Dibêjin, sofî Xelo merivekî xwedênas û bawermendekî xas bûye. Her şev dema radiket, li ser kêleka çepê radiza û destê xwe yê rastê jî dixist binê ruyê xwe.

Sofî Xelo, di piraniya şevan de xewnên ecêb didîtin.

Sibahekê zû ji xewê rabû û got Xemlêya malxweya xwe:

. Hito, taştiyeke xweş ji min re hazir bike, ez ê jî xewneke xweş ji te re bêjim.

Xemlê got:

. Hey belqityo, xewnên te jî tev xewnerojk in. Qey te dîsa 72 horî di xewna xwe de dîtine?

Sofê Xelo got:

. Na, na keçê. Xewna min ji dîtina 72 periyan xirabtir e.

Xemlê got:

. De ka bêje, ez ê du hêk ji te re bikelînim, rûnê nivişk û hingivê Berwariyan bidim te.

Sofî Xelo piştî taştê dev pê kir, pê re hin stêrk jî dibarandin û xewna xwe weha got Xemlê:

. Min digot, belkî Îslamistana Gewre ava bibe, lê xuyaye wê li vê Rojhilata Navîn tenê çar dewletên qirase ava bibin û wê ev dewletkokên wek hoçka leyztika Birê tev dê hole bêne malandin.

Hîqînî ji Xemlê çû û got:

. Wîh, li min rebenê! Belqityo, ev xebrojk in yan xewnerojk in?

Sofî Xelo got:

. Xemlê, guhê xwe bide min. Ev heftê sal in ku ez bi şev û rojan ebabet ji Xwedê re dikim. Îcar Xwedê wek xewn tiştan bi min dide xuyakirin.

Xemlê serê xwe rakir û berjêr kir, herwekî bêje min gelek car guhdarî li xewnên te yên wisa kirine, lê dîsa got:

. De ka bêje, bêje… Îro çi di tûrikên te de hebe, valeke erdê, ez bibînim.

Sofê Xelo dîsa dev pê kir û got:

. Erêêêê Xemlê. Wele ez di umîda xwe de feşilîm. Ha îro, ha sibe, wê çar dewlet ava bibin: Yek Eribistana Seûdî ye. Yek Dewleta Peyrewên Mûsa Pêxemberî ye. Yek Tirkiyeya Osmanî ye. Lê ez newêrim nave ya dib bêjim…

Xemlê qîr danê û got:

. Nebe ku dewleta çaran jî Şîestan be?

Sofî Xelo keniya û bilqînî jê derket, piştre got:

. Na, na wele. Ew dê bibe 72 piçik û parî.

Xemlê got:

. Lê kîjan e?

Sofê Xelo got:

. Heke ez ne xelet bîm, ew jî ya Kurdên Çiyan e.

Xemlê got:

. Xelo, çima tu nabêjî Kurdistan?

Sofê Xelo got:

. Keçê, pirî ku melayên mizgeftan bi xirabî behsa Kurdistanê kirine, ez newêrim navê wê bînim ser zar û zimanê xwe.

Xemlê got:

. Sofê Xelo, ne wa ye Xwedê di Qurana pîroz de behsa Imperetoriya MEDan kiriye. Ma tu newêrî behsa wê ayetê jî bikî?

Sofê Xelo dîsa got:

. Erê wele, min ha bi van çavên li serê xwe ew çar dewlet dîtin. De bila xwedê ya xêrê bike. Belkî hew êdî şêx û melayên me werin sêdarkirin.

10/ 02/ 2024. 21:38

 

XELAT