Konê Reş vê sibê nivîsiye…

Konê Reş vê sibê nivîsiye…

Doh, digel çend mêvanên xerîb, çûm serdana gora Seydayê Cegerxwîn.. Wan pirsa navê; Cegerxwîn û zarokên wî ji min kirin? Min navê zarokên wî ji wan re dot û li dor navê wî min wiha got; dibe ku navê xwe ji helbestek Melayê Cizîrî girtibe, ewa ku dibêje; "Lewra ceger li min bû xwîn..".

Belê vê sibê, ez li vê ferhenga wî (Ferhenga Kurdî/ Bexdad 1962), vegeriyam, min dît ku wî wiha nivîsandiye: (Cegerxûn; ya Cegerxwîn, navê min e. Nav û dengê min e. Di vir de daxwaz ji (Ceger), dil e, ne cerg e. Dilbixwîn, Dilbirîndar.. Lê, ji destê kê bûme Cegerxwîn? Li dîwana min reqem (1) yek temaşe bikin. Tenê dem dikarî bidî zanîn.. ji dîwana Seydayê Xanî ev nav min standiye; Memê Cegerxûn. Bi erebî "Cerîh Elqelb", navê xwediyê pirtûkê ye).

Wêne: Ez û zarokên Cegerxwîn: rehmetiyê Kesra/ Keyo, Azad, Suad/ Bonye, Rojîn, Gulê û neviya wî Hozana Mîro, di festîvala Cegerxwîn de li Hewlêrê/ 2008.

XELAT