Alim û Astronomê Kurd Îbrahîm Heqî
Nivîskar: Baqî Berûkî
Îbrahîm Haqî sala 1703 yan li Erzirom Hesenqelê hatîye dinyayê 9 salîya xwe de ji bo perwerdeya medresê berê xwe dide navçeya Tillo girêdayî Bajarê Sêrtê li cem ÎSMAÎL FEQÎRULLAH dest xwendina xwe dike.
ÎBRAHÎM HEQÎ mirovek gelek jîrek û xwendevanek başbû ji ber wê Seydayê wî ÎSMAÎL FEQÎRULLAH gelek jê hes dikê û bi awayekî teybet bi wîre eleqedar dibe xwendina xwe ya ilmî cem ÎSMAÎL FEQÎRULLAH diqedîne dixwazê vegerê welatê xwe lê seydayê wî destur nade û dibêje li cem min bimîne, heya wefata seydayê xwe li cem seydayê xwe dimîne û ilmê xwe gelek pêşde dibe û di warê astronomîyê de li ser hesabê sal û meh roj û şev heyv û stêran de lêkolînekê dike piştî seydayê wî wefat dike, xebata xwe hinek din pêşde dibe lê ji ber çûyîna seydayê xwe gelek diqehire û dibêje ez ê çawa bikarim heqê seydayê xwe li ser xwe rakim ewqas ewî ked û emekê dayî min.
Wê nevberêde xebata xwe ya astronomî didomîne ji bo hesabê heyv û stêran meh û salan bike daîm dîçe serê zinarekî qasî 3 km ji Tillo dûr niha jêre "Qeletul ustat" tê gotin xebata xwe didomîne bi pergêl û tepsîyên bakir ku wî bixwe çêkirîn xêz dike û xebata xwe pêşde dibe şevekî dimîne wê derê heta sibê şeveq derdikeve li şeveqê dinêre û ji dûrve li meqbera seydayê xwe dinêre ji xwere dibêje ez ê tiştek wisa çêkim dema şeveq serê sibê derkeve ew şeveq cara ewil bide li ser kêla seydayê min û ew şeveqa nede li ser kêla seydayê min min ew şeveq navê û dikeve li nav liv û tevgeran, hesabê roj meh û salan dike lê dinêre salê du cara şev û roj dibin yeksan yanî dibin wekî hev ne lehzeyek zêde ne kêm.
Ew herdu roj jî 21ê Adarê û 23ê Îlonê ne li ser wê zinarê dîwarekî ava dike û kulekî lê dihêle û li ser qebra seydayê xwe jî qubeyekî ava dike minarekî çêdike kulekî li minarê jî dihêle quleki qasî sih santima fireh li qubêjî dihêle pergalek welê ava dike salê du rojan wextê serê sibê tav derdikeve qasî 3- 4 deqîqan dide kêla li ber serê seydayê wî û ew pergal heta roja îro jî dixebite, em îro çûn me ew pergal bi vîdeo û wêneyan kişand û em çûn muzexaneya wî me çend wêne jî ji wan alavên ewê ewî bi xwe bi destê xwe çêkirîn û hesabê astronomîyê roj û şev meh û salan hesab kirîn û xêz kirîn me kêşan û li jêr parve kirin.
Normal di muzexanêde girtina wêne û vîdeo yan qedexe ye lê ji ber berpirsîyarê muzexanê nasbû û hevalê min bû mala wî ava destur da me çend wêne kişandin. Keremkin wa lê jêrin temaşe bikin.


XELAT
