XEZAL

XEZAL

Helbest: M. Emin Aslan

 

 

Min ji Xezalê pirsî

Gelo èslê te çî ye

Got ji netewa arî ye

Bi welat Şengali ye

Bext û çarenûs ev e

Me ne roje ne şev e

Mişexetî bi lez û rev e

Heroj helê me ev e

Xezala çol û çîya

Her li şikeft û banî ya

Nêçîrvan ji çar alî ya

Bi hewla ruh direvî ya

Devê wê li çêr ê

Çavê wê li bazdan ê

Guh li guhdarî yê

bûyer derê meydan ê

Ji Şengl û zagraosa

Heta deşta heran è

Ji gelîyê mûxan ê

Hete etegê Sîpan ê

Ji gelîyê laleş ê

Heta kermaşan ê

Nêcîrvanan bi seda

Tajî tûle berdan ê

 

XELAT