Malbeta meye rewşenbîrî ya Kurdên Ermenistanê /1920-1990/
Nivîskar: Eskerê Boyîk
Ew malbeta di nava 60-70 sala da hatibû avakirin, bi kêmasî û destanînên xwe heykelekî netewî yê bêqelp bû, fênomên bû, yekîtîke paqij bû, ku degme li nav civaka kurdî da hebûye û wê hebe…
Ew ji eşîretiyê, xwemezinkirna fêodaliyê, ji fanatîzma olê, partîvaniyê, qelpiya ji pij gel û weletê xwe ji bo kara şexsî, dûr bûn. Her kesî cîyê xwe zanibû û weke hêza xwe karê xwe dimeșand. Raste sistayê nevsî hebûn, lê ew sistayî jî dijî daxweza tomerî, kara gelê me, weletê me û xwenaskirna netewiyê nî bûn.
Ew sistayî ji hale aborî û tengaya goveka meydana teng ya karkirina me dihatin. Meydana ku wur ji bo rewșenbîrya me çê bûbû ji hereketa meye kûltûrî, ҫandȋ-rewşenbîrî ra pirr teng bû. Neheqî, dilsarî, xeyida li nav me, hîmlî ji wan mecalên teng û kêm dihatin.
Li cîyê vala, welatê xerîb, nava dijweryên jiyanê da, li nav hewake ne ewqas xweş, rem û giraniya sansora duqet da ev malbet gihîşte bilindaya, gelek nexş û nîgarên wê bûne xemla birca çand û zaniyariya netewa Kurd.
Ez pîşt xwe binhêrim, heval-hogirên xwe teva jibîr tînim, hemû jî bi helalî, bi emek, kar û barê xwe (yek zêde, yek kêm) hêjayî bîranînê, hurmet û qedirgirtinê ne… Ez ji sala 1961 ê heta 1993 a di nav wê tevgerê da bûm.
Ermenistan heremeke sovêtê ya biçûk bû. Kurdên wê komarê jî hîmlî kompakt li çend nehiyên nêzîkî hev da dijîtin, hemin gundên Êzidyan nêzîkî hevin. Bawarkî teva hev nas dikirin. Șîn-șayê hev bûn. Dema bûyarek çê dibû di nav seheta da dicivyan, digihîșrin hev.
Wek malbetekê bûn. Maqûltî, ciwamêrî, dilgermî, hizkirin hebû, qedirê hev digirtin Çi deste kê dihat alî hav dikirin.
Dilsarî û neheqî jî hebûn. Ew jî di nava malbetên “ kivș” da bû, ji bo „deshilatdaryê“ û weșena berheman. Hevalên meye bi emir di aliyê weșena berheman da tim neheqî li me gênca dikirin. Rê ne didan. Berê berhemê xwe çap dikirin. Gelek berhemê hêja wusa jî nehatin weșendin…
Dewletê ji bo weșena her pirtûkekê honarar* dida. Sedemê sereke ev bû. Eger „bêxweya“ wan pera nîbiya, gelek dibe nêzîkî „Qelem û șayîrtiyê“ jî nebûna. Helbest biha bûn, ji bo wê ji „helbestvanê“ me pir bûn.
Komarê da çend ciyê xebatê seva kurdan hebûn û eger cîk vala dibû yan cîkî nû didan, berê ewil ahilên me pê dihesyan, nas-dostê wan „jorê“ pir bûn û ji bo merivê xwe destê xwe didane ser wî cî, em hew pê dihesyan yekî xwe lê dane rûniștin. Nedinhêrîn ew hêjaye yan na…
Çend xisûsiyên wê civakê yê sereke hebûn:
-endemên wê civakê, biçûk-mezin anegorî zanîn û hêza xwe xebatçî bûn, șev-roj bê hêvșandin kar dikirin.
- li hindava kara gel, Kurd û Kurdistanê da dilê kesî da tu qelpî, nexwezî tunebû.
-fanatîkê dîtina welatê xwe bûn.
-xewna teva azadiya welêt bû.
-parezerê ziman û çanda kurdî bûn, xêncî kurmancî me bi hevra û wan ocaxa da, malê xwe da tu zimanê din xeber nedida.
-welathiz bûn, olperest, eșîrperest nîbûn, berê nave welet û netewê bû pașê bawari, ol…
-civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedirê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zȇde bû.
-çiqas jî qazanc-aylix li wan karada kêm bû, di merkezên çand û kûltûra me, kurdzaniyê da xebat xewna her rewșenbîrekî kurd bû, lê destê her kesî nediket.
Ez nava naxwezim bidim, ji bo tev jî anegor hêz û zanîna xwe xebitîne. Bîranîna teva jî ji minra gelekî giranbiha ye. Min bîra teva jî kiriye.
Raste, carna dilê min jî êșandine lê malbetekê da jî, di nava dê-bav û zaroka, wusan jî di nava xûșk û biran da jî dilsarî çê dibe. Maqûlî ewe mirov hinek nerazîbûnê xwe ji mala xwe dernexe, gazinên xwe mala xweda, li cem dost û pismamê xwe bike, șerme dinyayê pê bidin hisandin. Ew jî wî çaxî ku konfilîktên bûyî pir sivik û ne hêjayî wa tîrkirin û tûjkirinê ne.
Xêrnexwez bi van qelsiyê me șa dibin.
Sal her tiștî didin bîrkirin, mirovê nêzîk hevkî ji hev dûr dikevin, bi hev şȋrin dibin, bîra hev dikin. Em pir nêzîkî hev bûn.
Ez xwe bextewar hesab dikim, ku ez jî endemek ji wê malbetê bûm.
Xwezȋ, rewșenbîrî û siyasiya netewya Kurdaye îro bi tomerî xweyê wê welatparêziyê, netewhiziyê, tifaqhiziyê, xîretê bûna ku nava rewșenbîrya meye netewî ya Ermenistana sovêtê da hebû.
Dewya salên heștêyî dijwerî dijî rewșenbîrya me dest pê bûn.
Tu welat-gel naxweze rewşenbȋrya gelekȋ din li nav wan da xurt û bihêz bibe.
Extiyarê me salê xwe tije kiribûn- mezin bûn, hêdî-hêdî ji me dûr ketin, ҫûn…
Hilweșîna weletê Sovêtê bi carekê va jiyana me jî hedimand.
Bingeha efrandaryê, ewlekaryê, aboryê, moraliyê mera nema…
Tu ciya pișt û xêrxwez jî nîbûn ku hema bi moralî piștovaniya rewşenbȋrya me bikirana… Berovajî hevsûd, nexwez, xwefiroș, ku demê da hêjayî nave rewșenbîryê jî nîbûn, di bin sîbara neyarên gelê me da, ku dutîretiyê bikin nav civakê, çiqas destê wan hat neyartiya me, xirabȋ ji me ra kirin.
Mecbûr, ji me hineka xebat, ked û emekê bi sala kirî cîda hîşt û ketine li ser rêyên cihanêye nenase, neeyan. Kê kîderê sitarek jiyanê xwera dît li wur tev dijwarî, hisret û tenêtiya xwe hêwîrî.
XELAT
