Hîyerarşîya pêwîstîyan…

Hîyerarşîya pêwîstîyan…

Hîyerarşîya pêwîstîyan…

Nivîskar: İkram Oguz

Zagonek ji xwezaya mirovahîyê ye…

Zik têr nabe.

Daxwaz jî kêm…

Zik têr be, çav birçî…

Çav têr be, zik dixeyîre.

Nexwaşîyeke xwezayî ye…

Bi nave xwe yê hevdem…

Hîyarerşîya pêwîstîyan e.

Weke nexwaşîyeke bê derman…

Daxwazeke domdar û bêdawî...

Ji pêwîstîyeke piçûk va dest pê dike…

Bicîhanînê wê ra, yeke din derdikeve pêş û lê zêde…

Mîna pêlekaneke bêdawî li ber nerîya bilind dibe û dixemile.

Bi xeml û bedewîya xwe…

Bi reng û ahenga xwe çav li merîya diqirpîne û ber bi xwe dikişîne…

Di rê û rêwîtîyeke bêdawî da li pey xwe digerîne.

Pêwîstîya yekemîn, di her dem û dewranê da wekhev e.

Adem û Hewayê jî berê sêva sor kit kirin…

Dû ra li starbûna cîh û wareke aram gerîyan.

Bi holikeke servekiri ra dest pê kirin…

Dû ra xanîyeke yekçavî û sergirtî lê zêde bû…

Li kêlekê, axûrê ga û gamêşan û mereka kayê…

Bi demê ra kulîn û aşxane…

Çavîya ji bo razanê û odeya ji bo mêvanan li kêleka hev rêz bûn.

Berê gund, dû ra bajêr ava bûn…

Bi dêr û mizgeft…

Bi medrese û dibistanan va kemilîn.

Civak bûn milet, bajar jî bûn welat…

Hîyarerşîya pêwîstîyan jî veguhezî…

Bi rengînî û dewlemendîya xwe va…

Bû rûkenîya zarokan…

Û xemla evîna keç û xortan.

Di kilam û strananên dengbêjan da bû xelata bedewîyê…

Bi zanistîyê ra pîçûk û giranbuha…

Bi teknolojîyê ra sivik û bihêz bû.

Loma êdî bircên belek bûne warên demborî…

Deşt û zozan teng û tarî tên dîtin.

Pêlaneka ji bo balafir û keştîyan jî li jêr ma…

Çûyîna ser hîvê jixwe bûye rêya avê…

Mirovahî li Mars û Venûsê digere, ji bo starîya li vê serdemê.

Hîyarerşîya pêwîstîyan e…

Carekê dest pê kirîye û didome…

Mîna êşa nexwaşîyeke giran û bê derman…

Her diçe daxwaz zêde, pêlekan jî bilind dibe.

Jiber ku zik têr û tijî be jî…

Çav hê birçî û li der e.

10.12.20223

ikramoguz@navkurd.net

XELAT