Şoreşa Kezî

Şoreşa Kezî

Nivîskar: Roza Dilşad Merîwanî

Dema ku yek ji celadên hikûmeta demkî ya Sûriyê laşê bêguneh ê şervaneke jin a Rojavayî kuşt û şehîd kir, piştî ku êdî nikarîbû êşê bide wê û rûmeta wê bi birîna keziya wê bişkîne, xwest biçûkbûn û qelsiya xwe tijî bike û bi serbilindî nîşanî hevalên xwe bide ka ew çiqas  li hemberî keça şervan bi wêrek e.

Ev terorîst ji kuştina ji aliyê wan şervanan ve ditirsin ji ber ku ew bawer dikin ku heke ew ji aliyê keçên şervanan ve werin kuştin, ew ê neçin bihuştê.

Jin, nemaze jinên Kurd, wekî mirovên kêmtir têne dîtin, lê çekdarên DAIŞ'ê nizanibû ku ev serdema teknolojiyê û medyaya civakî ye û dijminên Kurd êdî nikarin me di bin perdeya tariyê de qir bikin û kes pê nizanibe.

Çekdarên hikûmeta demkî ya Sûriyê, di nav de serokê wan ê berê yê DAIŞ'ê jî, nizanin ew bi çi kesan re mijûl dibin û nizanin ku jinên Kurd ji jinên wan pir cûda ne û jinên Kurd her gav li kêleka mêran tekoşîn û şer kirine. Ew di malbat û civakê de xwedî meqamên bilind bûn û ne mîna jinên wan bûn ku hîn jî wekî kelûpel têne dîtin û tenê fikara wan ev e ku mêrên wan bi ser wan de nezewicin.

Ji mêj ve jinên Kurd banga "jin.jiyan.azadî " binavkirine . Wan demek dirêj bi destên xwe mafên xwe xwestine û nehatine bindestkirin. Ew wêrek, çavnetirs û bê tirs bûne û têkoşîna xwe wekî sembola berxwedan û wêrekiyê ji nû ve piştrast kirine.

Ew çekdarên DAIŞê qet xeyal nedikir ku ew tawana û pêlîstina bi laşê şervanek jin dê li cîhanê bibe trend û keç û jinên Kurd li her çar beşên Kurdistanê dê bi hunîna keziyên xwe li dijî wan tawanan rawestin, û ew keziyên hatine qutkirin dê bibin werîsê sêdarê ji bo hemû dujminên kurdan ku dixwazin netewa û gelê me ji nav bibin.Divê em vê rastiyê ji bîr nekin ku jinên Kurd ji jinên li welatên din ên Rojhilata Navîn pir cûda ne û jinên Kurd her gav xwe mafên xwe bi destên xwe standine lê bi destê xwe ne tenê xwe wekî jin azad dike, belkû di heman demê de jina kurd wekû cengawerekê, gel û welatê xwe jî azad kirine.

 

Xelat/ Kurdistanî Nwê