Bav û Keç…!!!

Bav û Keç…!!!

Nivîskar: Aynur Aras

 

Di qanûna dinyayê de..qanûna xwezayê de..anatomiya însên de..û ji hest û hormonên keçan..eşqa zafî keçan a yek em bavê wan in..!

*Lê belê kîjan cure û rengên bavan..???

Ji analîz tercubeyên temenê kamilbûyî ve..emê li ser vê mijarê hûr û kûr bihonin…

*Bavên ku qîzên xwe darê pişta xwe dibînin “di dîrok û kultura Rojhilata Navîn de“ law darê pişta bavan in.

Bêguman ji ber sîstemên paş ve mayî û welatên serbaz tê de dewlemend in lê xelkên wî li asta dîwarê birçîbuyînê re rû bi rû dimînin barên mezin (ji aliyê aborî de) di malbatan de li ser pişta lawan e..

Zafî carîn birayê mezin hem dibe bavê bavê xwe û hem jî dibe bavê xwişk û birayên xwe, ew nîqaşek din e..

Di kultura kurdan de bavê ku qîzan “darê piştê dibînin“ ew bav ne ji ji aliyê hal û malê dinyaligê ve ji aliyê ku di temenê wê yê piçûkatî de riknê qîzê bi dîwarên qewîm ve lêdikin.

Bi gotin, tevger û halanên mihkem ve qîzê mezin dikin..

“her çavekî qîza min bi bedelê temamî dinyayê ye..dizanim qîza min bi hespê xwe yê kehêl ve bikeve nav ordiya esker…ewê wê ordiyê dibin simên hespên xwe de bipirçiqîne û bi serfînazî bajo bê derê xwe..”

Û..gava meriv berê xwe dide dîroka kurdan a qedîm di nav dengê dengbêj de rûpel û bi rûpel werdigerîne bêyî şik qîza kurd ciyekî xwe yê çendî mezin heye..!!

Pir mînakên li ber çav hene yek ji wan Aştiyago Serwêrê Kurd ê bavê Mendana û Mendanaya serbaza mohrên serfinaziyan li dîrokê xistî ye..

Dîsa..roja îroyîn de qîzên kurd ên ku namûsa dinyayê li hemberî Daîşê parastin.. Ev faktor jî ji aliyê zafî rojname û tv’yên dinyayê ve hatin dest nîşan kirin. Û ew bûne eynika gobegên çavên gelek qîz û jinên welatên pêşketî…!

Em dîsa vegerin ser mesel ya xwe ya esasî..!

Lêkirina riknê tevî zarokan çi bi mihkemî çi bi qelsî di piçûktiya temen û binekoka malê de dest pê dike..!

Li ser niga mayîn û nemayîna wan di pêşeroja emrê xwe yê dûr û dirêj de…

Xwe li hemberî “çerxên felekê“ û dek û dolabên însanên ku jiyanan jehrdadayî dikin..girêdayî wî riknê mehkem an qels e…

Vêca..mesela qîzên kurd ne ya mînanî qîzên dinya yê ne…

Ew dibin bargiraniya welatek bindest…sîstemên polîtîka ên qirêj..miraz û merqedên ji kulturek bilind lê ji aliyê sîstemên mêjî gemarî de hatî asîmîlekirin de danin..!

Lê bi tevî ew qas astengî û sînorkirinê jî qîza Xwedawenda bavê kerenga çavên dilnexwaza ne..!

Nizanim em bêjin şans an bêşansî ya qîz û jinê bi minasebeta anatomiya însên ew çendî bi qewet û leheng bin jî ew qas jî xwedî hestên kûbarî û dilên nazik in..!

Di nav honandina metna xwe de dîsa mînakekî dest nîşan bikim..

Di hevpeyvînek rojnamegerekî îngîlîz û serokwezîra Almayayê ya berê Angela Dorothea Merkel de..

Rojnameger pirsî bû, “Merkel a ku her roj bi heybet û halaniyan li ser qada rojeva dinyayê ye wekî jin bi hezaran serok û serbazên dinyayê li hember dihejin..gelo di malê de bi hevjînê xwe re çawa ye..?”

Merkel; “Jin çendî bi heybet be jî..çendî hezar serokwezîr ên mêr li hember bihejin jî…yanê..ez piştî ew qas qerebalix û stresa rojê êvarê dibin baskên hezkiriyê xwe de dibim mînanî kevrûşkek kedîkirî..” Ev jî analîza hormon û dilhenîniya jinê ye..!

Dîsa em vegerin ser mijara xwe…qîzên ku bi hezkirin..halanên bavê eşqa xweyiyek em mezin dibin.. Çendî bi qewet û heybet bin jî lê di jiyana xwe ya evînî de her maruz in..! Ji ber di evîniya her mêrekî ku dikeve jiyana wan de li wê eşqa bavê ya mezin digerin.. Û mixabin pir carî jî bi îxanet û hestkujiyan re rû bi rû dimînin..!

Lê..her çendî xençer û derban ve biteyîsin jî..bi wî riknê xwe yê mehkem ê ji piçûktiyê wergirtî..ji rêya xwe ya stabîl û şexsiyeta serfîrazî tawîz nadin…!

Bi hêviya hestên qîzên bavan ên kûbarî ji yalê narşîştan ve newêt xincerkirin…!!!

Ez vê metna xwe diyarî hemêza bavê xwe yê 2 meh berê wefat kirî dikim…

Dîroka vê nivîsê 2023 / 12 /10

Jêder: Diyarname 

 

XELAT