HEDIYE SIMKOYÊ ŞIKAK( 1924 - 2024 )

Nivîskar: Kakşar Oremar
Keça qehremanê doza Kurdistanê Simkoyê Şikak bû. 100 salan jiya lê hemû jiyana wê tije xem û hesret, der bi derî û awareyî li ser axa bab-kalên wê yên xwedî esalet û Kurd perwer bû.
Roj 07.11. sal 2016an bû. Li gundekî derdora Ozalpê li wilayeta Wanê çûme xizmeta wê. Bejina wê bilind û dêmê wê hinek dişibî yê Simko. Bi çavên tije hêz lê rûyekî westiyayî li min nêrî û wiha got:" Babê min ji hemû Kurdan re xebat û xizmet kir, lê dawiyê Kurda ew bi tenê hiştin. Çiqas keyfxweşim ku piştî ewqas salan kesên wekî we ji rêyên dûr tên û li ser ked û şoreşa Simkoyê mezin vekolînê dikin. Wisa xuyaye ku ked û navê babê min di dîroka dinê de wenda nabe. Piştî şehadeta babê min em tev belavî dinê bûn. Haya me ji hev nama û gelek ji me bi veşartî jiyana xwe derbas kirin. Navê dayîka min Işret Melk-Dulê bû û ji Azeriyên Urmiyê bû. Piştî babê min bi xem û derdên giran re rûbirû ma û êdî jiyan li xwe heram kir. 10 sal piştî şehadeta babê min ew jî çû rehmetê lê tim digot:" Axxx Simaîl xan heyf û xenîbeta min ku tu bi destê namerdan hatiye kuştin...."
Em bi dûr-dirêjî li ser gelek aliyên jiyana Hediye xanimê û qedera wan axivîn, di dawiyê de dema ku min xwest xatir jê bixwazim weke şêre jinekê destê xwe da min û wiha got:" Zêde û gelekî ji dîroka xwe hez bikin, hûrgiliyên tarîxa me tije şîret û gotinên nebihîstinîne. Lawê min dijminên xwe baş binasin û wesiyet-daxwazên babê min û rêberên din yên serhildanên Kurdistanê ji bîra xwe nebin. Ewana ji bona meremekê şehîd bûn, ger ku ew merem bihatana cih êdî emê wiha didestê van Tirk û Ecema de zelûl nebûna. Simkoyê babê min rojekê jî xweşî nedîtin, hemû Kurdistana Îranê di bin destê wî de bû lê dema şehîd bû tiştekî wî li vê dinê tunebû. Em zarok û kesên wî di nava zeûlî, feqîrî û di bin siyas zulma dijmên zalim de mezin bûn. Çi li Îranê an jî çi li Tirkiyê her du dewleta em weke dijminên xwe didan diyarkirin. Helbete gelê Kurd jî ji me hez dikir û em vedihewandin, lê xwezila di dema şoreşa babê min de jî dora wî vala nebûya...."
Wiha got û hêsir bi çavên wê de hatin xwarê.
Ew şahideke dîroka me ya dehan salên berê bû. Ji nêzve babê xwe yê qehreman dîtibû û gelek gotinên wî dihatin bîra wê. Di wê hevpeyvîna me de Hediye xanim li ser gelek aliyên jiyana xwe û kesayetiya babê xwe axivî.
Hezaran rehmet li canê wê dayîka hêja û wefadar bin, serê kes-karên wan, malbata qedirbilind a Simkoyê Şikak û gelê Kurd sax be
Spas ji bo wê û daxwaz-şîretên wê yên dîrokî û maqûlane ku qet û qet ji bîra dîrokê naçin.
XELAT