ŞÎRETA DIYA MIN
Nivîskar: Salih Heydo
Di sala 1967 an de ez di refa pêncê Seretayî de bûm dema bû bergiya cejna Qurbanê diya min kar û barê xwe kir ku ji gundê me Hesê Ûso here Gundê Marîtê serdana mala bapîrê min ji bo cejnê,lewra destek cillên baş di gel pêlavek çermîn ji min re kirrî bû û çend diyarî jî xistibûn buxçika xwe ji bo bi dest xwe re ji zarokên xalan û xaltîkên min re bibe,her wiha weke tê bîra min em berî cejnê bi du rojan çûn Marîtê.
Devera Amûdê ku di sînorên,Dugurê,Gundor,Eyn E'mşa,Çetelê û Şêqnê de bû,Her wiha gundê ku em di wan re derbas bûn ev bûn: Xirbê kejê,Qizilkendê,Terzî,Hetlo, Çoxreş ,Girê kujtiya Elîgoranê û Şêqnê bûn çiku dema em bi erebeyê gihajtin gundê Şêqnê pirraniya siwarbûyan peya bûn û berê xwe dane ser girê gund da herin serdana gorra Şêx Ûnisê Qinîyê Zolî ku pir bi nav û deng bû û Ûcaxzadeyekî pîroz bû,lewra dema daketin di dews de berê xwe dane malgorra wî û fatîhe xwendin.
Piştî xwendina fatîheyê berê xwe dane ala ber serê wî ku bi cawekî kesk bû û heçiyê/a hebû dest avêtin wî çawê kesk yê pîroz ku ji xwe re perçeyekî yan zîtolekî jêkin û weke nîşaneke herî pîroz didîtin bi înan û behwerî.Her wekî tê bîra min diya min perçeyek jê birrî û kire du ker yek jê ramûsa û kire bêrîka xeftanê xwe û yê dîtir jî di bin bestekura min ya qemîs de li qirrika min pêça!
Dema min ev riftar dît ez seyr û matmayî mam û min ji diya xwe pirsî ku ev çiye û çima wî paçê kesk jê dikin û maçîdikin,qey çi heye?! Diya min li min vegerrand û got: Kurê min ev keska ziyaretgeha Şêx Ûnis e ku ji mezintirîn û pîroztirîn Ûcaxzadeya ye,kesê bên ser gorra wî û keska wî ramûsin yan bibin malê bi destûra xwedê û pêxember û lavijê wî astengiyê nabînin û timî di xêr û xweşî û saxlemiyê de dijîn û rêya buhiştê li ber wan vekiriye!
Her wiha hemiyan ji xwe re ji wê keskê birrîn û birin û piştî wê gorra wî û axa derdorê ramûsan û bi rêz û rûmeteke pîroz xatir jê xwestin û hatin li erebeyê siwar bûn.Lê berî em bigihêjin gundê Marîtê mala bapîrê min diya min çend şîret li min kirin û got: Kurê min divê tu gelekî bi tore û sinçî tevbigerre û heger tu çû nav zarokên gund jî bera hayê te ji te hebe,gelekî bi wan re nede û nestîne û li xwe û cillên xwe miqate be û di sibeha cejnê de jî bi zarokan re li nav malê gundiyan li şekir û tamitîtka negere da xelk li ser te nepeyivin.
Tenê di mala bapîrê xwe de be û tu û zarokên xalanên xwe bi hev re bilîzin û suhbetê bikin,bera zarokên gundiyan bên cem te çiku tu mêvanê gund e û şikir ji xwedê re tu ne kêmî tiştekiye.Bi rastî dema diya min wilo got ez hinekî di dilê xwe de xemgîn bûm çiku ez hatime gundekî ku di cejnê de li nav malên wan bigerrim û wan bibînim,Lê tev bêdiliya xwe jî min pabendî bi gotina diya xwe kir û ez ji mala bapîrê xwe ji nav xal û xaltîkên û zarokên wan derneketim û ez timî di himbêza wan de bûm bi delalî û ramûsanan.Her wiha Gundê Şêqnê li devera Amûdê ye û şêniyên wî ji hoza Gabara ne.
Malbata mala Mihemed Salihê Elî Sêwî ne û gorra bapîrê min ji hêla bavê min Hecî Mihemedê Sima'îl jî li wî giriye ku di sala 1935 de çûye ser heqiya xwe.Lewra bîrhatineke pir xweş bû çiku ew cara pêşî bû ku ez di ewqa kundên kurdan yên welêt re, di devera Amûdê re derbas dibûm ku her tişt bi kurmancî bersiv dida.Lewra dema em vegerriyan malê û me rojên cejnê li Marîtê qedandin bapîrên min cerek tije hingivê mêşdanên kewarê malê kir û bi diya min re şand.
Xalê min jî tirêla avête dû terektorê û em û hin ji kufletên mala bapîrê min hemî ketêne û lê siwar bûn û me berê xwe da gund heya em gihajtin Hesê Ûso.
Xelat
